Friday, October 22, 2021

29 sal in edalet tune ye

Di ser kuştina Musa Anter re 29 sal borîn. Lê heta niha digel ku diyar in jî kujerên Musa Anter nehatin darizandin. Kurê Musa Anter Dîcle Anter, diyar kir ku avahiyên dadê hene, lê dad tune ye û got: “Em dibêjin ‘Berxwedan Jiyan e’ Em ê heta dawî li pey dozê bin

Rewşenbîr, zana, nivîskar, rojnameger û rûspiyê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê Îlona 1992’yan de ji aliyê hêzên tarî û paşverû yên li Tirkiyeyê ve hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Anter re 29 sal borîn, lê hêj kujer nehatine darizandin

Mûsa Anter li gundê Zivingê ji dayik bû. Li ber destên dayika xwe Fesla Xanim mezin bû. Fesla Xanim di navbera salên 1930-1940’î de muxtara gund bû. Muxtara pêşîn a jin a bakurê Kurdistanê bû. Apê Mûsa dibistana seretayî li Nisêbînê û ya navîn li Mêrdînê û lîseyê li Edeneyê xwend. Li Stenbolê zanîngeh xwend û gelek xwendevanên kurd nas kir. Apê Mûsa ji bo ku xortên kurd li dora xwe kom bike û him ji aliyê madî ve him ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li xwendevanên kurd derbikeve Wargeha Dîcle û Firatê vekir. Apê Mûsa bi Canîp Yildirim û Yusuf Ezîzoglu re li Amedê dest bi karên rojnamegeriyê kir û rojnameya “Îlerî Yurd”ê derxist. Ji ber helbesta xwe ya “Qimil” ku di rojnameyê de tê weşandin doz li Apê Mûsa hat vekirin û hat girtin. Di heman demê de 50 kesên ku piştgiriya Apê Mûsa kirine hemû jî tên girtin û darizandin.

Dîsa di sala 63’yan de bi navê ‘Doza 23’ tê li Stenbolê, nêzî salekê di zindanê de dimîne. Di sala 65’an de ji bo parlamenteriyê bi awayekî serbixwe tev li hilbijartinê dibe lê dewlet rêya wî digire û nahêle. Di sala 67’an de careke din salek ceza lê tê birîn û sirgunî Çanakeleyê dibe. Di sala 1971’ê de careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di 1976’an de vedigere gundê xwe Stilîliyê û heta 1989’an li gund dijî.
Di sala 1959’an de ji ber doza 49’an careke din hat girtin û tev li 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de ma. Apê Mûsa pirtûka “Birîna Reş” li zindanê nivîsî. Ferhenga kurdî-tirkî û tirkî- kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade kir.
Di sala 1989’an de careke din berê xwe dide bajarê Stenbolê û di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û serpêhatiyên wî têne weşandin.
Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Ulke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de nivîsên wî têne weşandin, ji hêla xwendevanan ve bi balkêşî dihatin xwendin. Birîna Reş, Qimil, Ferhenga Kurdî, Vakaî Name, Firat Marmaraya Akar, Hatiralarim ango Bîranên Min û Çinara Min berhemên Apê Mûsa ne. Apê Mûsa di bîranên xwe de gotibû, “Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiye yê 55 salan im, gelo ez tenê şahid im? Na. Ez her wiha mehkûm, bersûc û dozgerê Tirkiyeyê me.”

Pir qîmet dida mirovan

Bi minasebeta 29’emîn salvegera kuştina Apê Mûsa kurê wî Dîcle Anter ji rojnameya me re axivî. Anter têkildarî doza Apê Mûsa destnîşan kir ku di 24’ê mijdarê de doz dê li Enqereyê bê dîtin û piştî wê jî 9 meh dimîne ku 30 salê dozê tije dibe ku doz bikeve. Anter destnîşan kir ku avahiya dadê heye, lê edalet tune ye. Anter wiha got: “Min di sala 1959’an de bavê xwe li Harbiyeyê di hepsê de nas kir. Wê demê ji ber doza 49’an girtî bû. Em diçûn zindanê, me cilê wî jê re dibir, me hevdîtina wî dikir. Me name jê re dinivîsî, wêne jê re dişand. Wê demê di hepsê de ferhenga kurdî nivîsîbû, me jî ew nivîsên ji bo ferhengê di bin cilê xwe de derdixist derve. Bi vî awayî me ew ferheng derxist. Piştî bavê min ji hepsê derket. Di 63’yan de dîsa hat girtin. Di zindanên wekî Sultan Ahmet, Mamak, Nisêbîn, Hepsa Leşkerî ya Seyrantepe, Saray Kapi, Harbiyeyê de ma. Piştî salên 65’ê hêdî hêdî min fêm dikir bê mesele çi ye. Di 67’an de ji ber dozên xwe bavê min salekê ceza girt û sirgunî Çanakaleyê kirin. Di 71’ê de bavê min dîsa girtin. Piştî ku di 74’an de efû derket ji Stenbolê çû gund. Di sala 80’yî de Darbeya 12’ê Îlonê çêbû dîsa ew girtin. Dema ku bavê min şehîd xistin ez 42 salî bûm. Ez gelekî xemgîn bûm.”
Anter têkildarî mirovheziya bavê xwe wiha got: “Bavê min gelekî qîmet dida mirovan. Ji me zêdetir qedr û qîmet dida mirovan. Kê bihata mala wî çi hebûya dida mêvanên xwe. Tu carî nedixwest însanekî biêşîne. Li ser rewşa civaka kurd pir xemgîn dibû. Ji heft salî heta heftê salî têkiliyeke wî ya baş bi mirovan re hebû. Ji bo me ne wekî bav, wekî heval bû.”
Anter têkiliyên xwe û bavê xwe wiha vegot: “Min bi gogê dilîst. Ez jêhatî bûm. Min gol diavêt. Êdî navdar bûbûm. Rojekê bavê min hat. Ez û wî li Mêrdînê digeriyan. Zarokan bi erebî digotin, “Ebu-Dîcle Werek” yanî bavê Dîcle ye. Bavê min got, law ez hatime Mêrdînê min jiyana xwe ji bo vî gelî daye, ewqas ked didim, lê lawê min çûye du gol avêtiye bi golên wî min nas dikin. Lê kêfa wî jî dihat.”

30 sal in doz didome

Anter qala doz û darizandina bavê xwe jî kir û wiha berdewam kir: “Di 24’ê mijdarê de doz dê li Enqereyê bê dîtin. Piştî wê jî 9 meh dimîne ku 30 salê dozê tije dibe ku doz bikeve. Em li ser vê dixebitin. Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu pêşnûmepirsek da meclise. Li aliyê din jî tişt diyar e û li holê ye. Yên ku şahidî kirine her tişt gotin. Ji bo min gotina herî balkêş gotina Mehmet Eymur e ku dibêje ‘Ez xebatkarê îstixbaratê me. Ez nikarim hin tiştan bibêjim lê belê hert tişt li cem MÎT û Fermandariya Giştî heye’. Heke heyet li gorî agahiyên wan biryarê bide her tişt zelal e. Lê tiştekî wiha nakin. Mesela ev çend sal in em dixwazin Abdulkadîr Aygan guhdar bikin bi SEGBÎS’ê ku şahidê bûyerê ye lê nakin. Heta niha îfadeya wî negirtine. Gotinên Sedat Peker jî balkêş in ku dibêje ez tuxlayekî bikişînim dê ew dîwar hilweşe. Dêmekî ew dîwar bi xwîna ewqas mirovên hatine qetilkirin hatiye çêkirin.”

Edalet tune ye

Anter helwesta darazê rexne kir û wiha axivî: “Cînayeteke wisa nabe ku ber bi demboriyê bikeve. Lê hiqûq tune ye. Edalet tune ye. Saray heye lê edalet tune ye. Ewqas saray çêkirine lê tê de edalet tune ye. Heke ev doza Mûsa Anter çareser bibe dê ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke mezin, aliyê hiqûqî de. Lê em dîsa jî dest ji doza xwe bernadin, em ê dozê bibin DMME’yê. Em li ber xwe didin. Lê ew li ber xwe nakevin.”

Çapemenî jiyan e

Anter herî dawî li ser rewşa çapemeniyê jî axivî û wiha bi dawî kir: “Ji salên 80’yî û vir ve, bi taybetî jî piştî têkoşîna çekdarî ya 84’an di çapmenenî, çand û hunerê de pêşketin çêbû. Bi taybetî ew xebatên ku bi Apê Mûsa û hevalên wî ve dest pê kirin di çapemenî û rojnamegeriya kurdî de jî xwe naskirinek çêbû. Berê dewletê dikaribû ser gelek tiştan bigire, lê niha ji ber ku ewqas teknolojî pêş ketiye nikarin veşêrin. Niha di çapemeniyê de ew ruh heye. Ji ber vê yekê dewlet nikare bi ser bikeve. Ji ber wê aciz dibin. Em dibêjin ‘Berxwedan Jiyan e’. Ez jî dibêjim çapemenî jiyan e.”