spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qewmekî serbixwe: Dom

Mesut Alp

Li gor literatura rojavayê Ewropa; di sedsalên 14 û 15’an de, piştî zayîna Îsa, li Spanya û Balkanan qewmeke nû peyda dibe. Her wiha li Ewropayê di wan deman de, çûyîna heca Qudsê ji ber ku pir bi qiymet bû yê ku hal û wextê wan li cî, diçûn Heca Qudsê û dibûn hecî. Malûme ji ber kû her kesî nikaribû here, van heciyan bi dîtin û şîroveyên xwe qala wan dera dikirin û li gor dilê xwe bi servedikirin an jê kêm dikrin. Lê çiqasî kêm an zêde bikin hemûyan tiştek digot; “Qewmê rojhilata navîn qewmek esmer e, lê esmernî tarî ne”. Ji ber vê li hemû Ewropayê bawariyek wisa çêbû ku çi kesên ji rojhilat were ji Rojhilata Navîn tê yanî hemû hecî ne…

Bi vê zaniyarîyê; dema ku di sedsalên 14 û 15’an de piştî zayîna Îsa, dema Dom ji aliyên Balkanan ve hatin Ewropayê, hemû kesan bawerkirin ku ev camêran “hecîne” û mêzekirim ku hurmetê dibinin, wan jî deng nekir û xwe mîna “hecîyan” dan nasîn. Her wiha rewş li aliyê Spanyayê mîna Balkanan jî be hinek guhertin tê de hebû. Li Spanyayê jî bawerdikirin ku ev qewm ji Misrê haye. Ji ber ku wan jî qewmê Misrê wisa nas dikir. Ji ber vê jî ji wan re gotin “Egyptian” yanî misrî yan jî yên ku ji Misrê hatine. Ez zêde dirêj nekim. Di demeke kin de mirovan fêmkir ku ew kesên çi ji Balkana çi ji Spanyayê hatine, yek qewm in û ji Misrê ne. Di demek kin de ev navê “Egyptian” bi fonetîkî guhertinek derbaskir û bû “Gypsy”, “Gitan” (bi Frensî) “Gitano” (bi spanyolî) yani Çîngene yan Qereçî. Ji ber ev kesên ku hatibûn ne dêmatî bûn, koçer bûn û jiyana wan ne bi erdê ve girêdayî bû, ew bi mirovan girêdayî bûn. Yanî hin ji wan sefar bûn, hin muzîkvan, hin hesinkar, hin reqsvan, hin ji wan jî bi fal û karê sihrê dadiketin. Di lîteratura civaknasiyê de ji qewmê wisa re dibêjin “perîpatetîk” yanî qewmê ku debara wan li ser hebûna mirovan e. Bele heger ew camêran ne ji Quds û Misrê bin ji ku ne û kî ne?

Heta destpêka sedsala 20’î jî her kesî bi awayeke çewt ev gel dinasî û heta ji wan dihat ew ji xwe dûr dixistin. Piştre zimanê wan û rewşa jiyana wan bala gelek civaknasan û mirovnasan (antropologan) dikşîne û dema li ser wan dixebitin mêze dikin ku bêrê wan dikeve Hindê. Erê Hindê, we rast xwend. Dema dîroknas mîna min jî dikevin nav meseleyê rewş têra xwe tevlihev dibe. Li gor xebatên li ser zimanê wan hat kirin û şopandin, nîşanî me da ku ev qewm di navbera sedsala 9 û 11’ê de ji Hindê derdikevin. Li gor dîroknasan ev derketin ne di carekê de çêbûye! Dibe ku ev derketin bi du yan jî sê pêlan çêbûbe. Dema hûn li dîrokê mêze dikin piştî Zayîna Îsa 420’î de derdora 12.000 hezar mirov ji Hinde diçin herêma ku niha bi navê Îranê tê nasîn. Ji wan re jî dibêjin Lûrî. Ji bo çewtiyek çênebe ez dixwazim bibêjim ev koçberî bi Doman ve nayê girêdan. Ji ber ku hejmara wan ne zêde ye, ev 12.000 mirovên ku ji Hindê diçin Îranê, asîmîle û wenda dibin. Mijara me sedsalên 9 û 11’ê ye. Li gor lêkolînên li ser qastên Hindê hatine kirin koçberiya van sedsalan din nava qastên herî jêr yanî di nava Roma, Romanî û Dombra de pêk tê û li gor tê gotin wan canik û camêran, bi Racastanî xeberdidan.
Gelo çi bû û Romanî û Dombra ji welatê xwe derketin û koçber bûn? Civaknas li ser du-sê sedaman disekinin.

1- dibêjin van qewman daristan û beriyên ku debara xwe yî aborî lê dikirin wenda kirin. Şewîtîn an jî bi darê zorê ew ji daristanên wan derxistin û ew jî koçber bûn.
2- dibêjin ev canik û camêr şivanên koçberbûn, dibe ku ji nexweşiyekê yan jî ji ber şerekî heywanên xwe wenda kiribin û ji ber ku êdî debara wan nedibû, koçber bûn.
3- dibêjin ew qewm cotkarbûn. Ji barana zêde yan kêm, li ser hev 9-10 salan, zadê xwe wenda kirin û neçar man û ji welatê xwe derketin. An jî bi darê zorê erdê wan ji wan hate stendin.

Bi piranî ev her sê sedem li ser Dom û Romanî her çiqasî hatibin gotin jî di van salên dawî de hin teoriyê din jî hêdî hêdî tên kirin. Li gor teoriyeke din; Dema Îslamiyet qewîn dibe û li derdora cîhanê berbelav dibe, qastên Hindê yên bilind biryar didin ku hejamareke mezin ji van qastên jêrîn mîna tamponekê bidin ber hatina Îslamiyetê û nehêlin ku ev ol zêde bandorê li wan bike. Ev jî ne teoriyeke xerabe, lê xuya ye ku neçûye serî, ji ber ku debara wan li rojavayê Hindê nabe (derdora Qaraçî, dibe ku ji ber vê sekinandina li Qaraçiyê, bi kurdî navekî wan jî Qereçî be!) ji wir meş didome û ji başûrê Îranê berê xwe didin Mezopotamya, Kurdistan, Anatolya, Efrîqa û Kafkasan.

Li gor lêkolînan, koçberî di başûrê Deryaya Mazenderan (Derya Hazarê) bi sê şaxa ve ji hev diqete;

Şaxa yekem; Dom: Berê xwe didin Mezopotamya, Kurdistan û aliyê Misrê. Ê niha li axa Kurdistanê ev qewm e.
Şaxa duyem; Lom: Van canik û camêran jî berê xwe dane Serheda û Kafkasan, lê bi taybetî mirov dikare bibêje Ermanistanê.
Şaxa sêyem; Rom an jî Roman: Ev qewmê dawî jî piranî berê xwe dane rojavayê Anatolyayê û ji ser Trakyayê jî mirov dikare bibêje ku çûne Balkan û hemû Ewropayê. Lê divê mirov vê jî zanibe ku heta digihîjin Ewropayê 200-300 sal derbas dibin. Yanî di derbekê de nagihîjin Ewropayê.
Mîna ku we jî xwend, ev camêr û canikên bi me re dijîn, bi zimanê xwe, bi çanda xwe qewmek cuda û serbixwe ye. Kerem bikin ka em binêrin ma Dom, Lom û Rom bi ziman jî nêzî hev in an na?

Mîna ku hûn jî dibînin, her çiqasî ev hezar sal e ku hersê qewm ji hev qetiyabin jî zimanê wan hîna jî pir nêzîkî hev e.
Bi rastî jî her mijara ku ez bi awayekî sereke digirim dest, bi serê xwe mijara gotarekê ye. Mînak; gelo derketina wan a ji şûnwarên xwe çima ewqasî belavbûn? Çi bû ji ola wan? hwd. Gelek pirs hene lê bi kurtasî ez bibêjim; gelekî belavbûne ji ber ku herêman pir hewceyî bi karên wan ne didît. Li ser Mêrdîn an Nisêbîn em mînakekê şênber bikin; hewcayiya bajarekî bi muzîkvan, sefar, deqan (ê kû deqa çêdikin), hesinkaran kêm zê de kifşe, yanî di bajarekî de hezar muzîkvan an hesinkar nikarin kar bibînin. Ji ber vê her qebîle yan malbat li herêm û hewceyiya karê xwe digeriyan ku debara xwe bikin. Dema diçûn cihekî jî hem ola niştecihên li wir, hem jî zimanê wan mîna zimanê xwe fêr dibûn û dijiyan. Bi piranî bi erebeyên hespan wekî koçeran digeriyan û nêzî bajaran konê xwe vedidan. Lê dema ku piştî “şoreşa Cumhûriyetê”, di sala 1926’an de rêznama “nifus û malê neguhêzbar” û 1934’an de “zagona bicihkirinê” rewşa jiyana Dom û Roma xerab dibe. Nema karibin koçber bibin û mîna “sîxurên dijminan” têne dîtin. Piştî van herdu zagonan, ew cihê ku konê xwe lê vedidan li hemberî bajaran hin bi hin dibû taxa Dom û Roma û wisa bi nav dibû.

Ev qewmên bêsiûd tucarî mîna hemwelatiyan nehatine dîtin an jî qebûlkirin. Her tim ji bo gelên bajarî, mîna diz, keleş, eware û sûcdar hatine dîtin. Mînak; di şerê cîhanê yê duyemîn de bi sed hezaran Rom hatine qetilkirin, lê ji ber bêxwedîtiya wan, tucarî kes li ser wan ne axivî yan jî mafê wan ne parast. Her çiqasî li hin welatên Ewropa çend gav ji bo rêzgirtina rewşa jiyana wan hatibin avêtin jî pir sembolîk in. Li Tirkiyeyê jixwe heta 20 sal berê jî di fermanên hemû qereqolên Polîsan de“çîngene” mîna sûcdar û gûmanbar hatibû nivîsîn. Miemele jî bi vî awayî li wan dihat kirin. Heta demeke nêz jî gotina “qereçî, mitirb, mirtiv, mitrib, aşiq” mîna heqaretê dihat qebûlkirin.
Ez hêvîdarim ku nêz ne dûr, em van cîranên xwe yên hezar salî ji nêz ve nas bikin û bi wan re ji bo xwendin û perwerdeya wan li ber xwe bidin. Jiyan bi hev re ku azad û wekhev be bi mane ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê