24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa aboriyê ya 2021’ê

Di destpêka 2019’an de bi destpêkirina şewba Covid-19 di gelek kadên jiyanê de guhertinên bingehîn çêbûn. Yek ji van qadên ku guherî jî qada aboriyê bû. Welatên wek Tirkiye jî di nav de welatên ku aboriya wan pêşdikeve di vê serdemê de zehmetiyên zêdetir dikşînin.

Lê bingeha qeyrana aboriya ku Tirkiye dijî tenê covîd nîne. Hikûmeta AKP’ê ji destpêka desthilatdariya xwe heta niha di qada aborî de ji bo berjewendiyên xwe tevgeriya. Ji ber van polîtîkayan deynê Tirkiyeyê her roj zêdetir bû. AKP ji bo van deynên xwe bide gelek fabrîkayên cameweriyê firot. Li şûna ramedanê giranî da şerê li dijî kurdan. Ji ber wî jî qeyrana aboriya li Tirkiyeyê her çû kurtir bû.

Enflasyon her meh zêde bû

Di nav sala 2021’ê de enflasyon li Tirkiyeyê her meh zêde bû û êdî gelek kes nikarin debara xwe bikin. Ew kesên ku ji bo debara xwe derdiketin kolanan jî ji aliyê hikûmetê ve hedef hatin nîşandan û hatin terorîzekirin.

Ji ber ku li Tirkiyeyê hilberîn nayê kirin dan û standina malan li ser kûra dowîzan tên kirin. Ji ber wî jî dema di siyaseta Tirkiyeyê de bêîstîkarî çêdibe TL li hemberî dowîzan nirx wenda dike. Kûra dowîzan di destpêka salê de ji bo Dolar 7 û ji bo Euro jî 9 TL bû. Lê di dawiya salê de kûra dolaran ji 18,50 TL’yî jî derbas kir. Ev nirxwendakirina TL ya ji serê salê de berdewam dike bandora xwe li ser hemû tiştan dike.

Daneyên TUÎK’ê ne li gor rastiya jiyanê ne

Daneyên enflasyonê yên ku Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê(TUÎK) parve dikir bi gelemperî ji aliyê Navenda Lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) dihatin derewandin. Li gor TUÎK’ê rêjeya enflasyonê nagihîje 21’an lî li gor lêkolîna Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) rêjeya enflasyonê ji 58’an derbas kiriye.

Ji serê salê heta niha kesên di sînorê birçîbûnê de her diçin zêdetir dibin. Li gor lêkolînên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê(TURK-ÎŞ)  parve kir di meha çileyê de ji bo malbateke ku ji 4 ferdî pêk tê bikaribe debara xwe ya xurekan  bike pêwistiya wan bi 2 hezar û 651 TL’yî hebû ev sînorê birçîbûnê di dawiya salê de ji 4 hezar TL’yî derbas kir. Ji bo heman malbatê sînorê xizaniyê di serê salê de 8 hezar û 638 TL bû lê niha heman malbat nikare debara xwe bi 13 hezar TL’yî jî bike. Dema mirov li ev guhertinên li rêjeyên sînorê birçîbûn û yên xizaniyê binêre rastiya enflasyonê derdikeve holê.

Desthilatdarî di 2021’an de li dijî rêxistinbûyînê têkoşiya

Hikûmeta AKP-MHP’ê di her qadên jiyanê de li dijî rêxistinbûyînê têkoşiyan. Ev dijberiya wan li hemberî karkerên ku xwestin di bin banê sendîkayan de bi cîh bibin jî xwe nîşan da. Karkerên ku bûn endamên sendîkayan ji kar hatin durxistin. Lê karkerên ku ji kar hatin dûrxistin li hemberî van kiryarên hikûmetê têkoşiyan û di encamê de vegeriyan ser karên xwe.

Li Tirkiyeyê ji aliyekî ve bi milyonan kes bêkar in li aliyê din kesên ku kar dikin jî bi mirinê re rû bi rû dimînin. Di nav 11 mehên 2021’an de 2 hezar û 18 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dan. 104 kesên ku ji ber betaliyê û qeyranê nikaribûn debara xwe bikin hewldan ku xwe bikujin.

Bi gelemperî bûyerên aboriyê yên ku pêk hatin;

Çile

*1 çile: Sala 2021’an bi zemam dest pê kir. Ji sedî 6 zem hat ser ceyranê.

*15 çile: Di destpêka salê de ji sedî 7,3 zem li mûçeyê endamên KESK’ê hat kirin. Endamên KESK’ê bertekên xwe yên li hemberî vê biryarê bi bordro şewitandinê nîşan dan.

*19 çile: Wezareta Tenduristiyê qedexeya li ser mafê destûr û malnişîna bijîşkan rakir. (Ji wê rojê heta niha 8 hezar bijîşk ji karê xwe îstîfa kirin.)

* 22 çile: Partiya Demokratîk a Gelan starta kampanyaya xwe ya bi navê ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ da.

Sibat

*2 sibat: Karkerên ku zext li ser wan dihatin kirin li hemberî van zextan ketin nav hewldanan. Endamên sandîkayên BTS û HABER-SEN’ê ji ber zextên li ser wan ji Amed, Îstanbûl, Meletî û Îzmîrê ber bi Enqereyê ve meş hat destpêkirin.

*8 sibat: Li gor daneyên Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) di meha çileyê de 199 karker jiyana xwe ji dest dane.

Adar

*8 adar: ÎSÎG ji ber bêewlehiyê di meha sibatê de 138 karker jiyana xwe ji dest dan.

*24 adar: KESK li hemberî zextên li ser endamên xwe ji Stenbolê ber bi Enqereyê dest bi meşe kirin.

Nîsan

*Li gor daneyên ÎSÎG’ê di meha adarê 142 karker jiyana xwe ji dest da.

* 12 nîsan:Ji ber îlan kar ya 300 kesî 35 hezar 412 kesan serî li kar dan. Ev rêjeya serîlêdana karkeran rastiya bêkariya li Tirkiyeyê derdixe holê.

* 29 nisan: Ji ber Covîd-19’an hata 17 gulanê qedexeya derketina derva hat îlankirin.

Gulan

*1 gulan: Li çar aliyê cîhanê Roja Karkeran hat pîroz kirin. Li Stenbolê jî bi sedab kesên ku xwestin li qada Taksîmê pîrozbahiyê bikin hatin binçavkirin.

*13 gulan: Li gor daneyên ÎSÎG’ê 249 xebatkar li ser kar jiyana xwe ji dest dane. Hejmara karkerên ku li ser kar jiyana xwe ji dest didin her meh zêde dibin.

Hezîran

* 7 hezîran: Ji ber bêtedbîriya xwediyê karan di meha gulanê de 232 karker jiyana xwe ji dest dan.

*Tevî ku her meh karkerên li ser kar jiyana xwe ji dest didin zêde dibin jî dozê ku li ser qetilkirina karkeran tê vekirin piştî demên dirêj bi encam dibin. Ek ji van dozan jî doza Somayê bû. Di vê dozê de cezayê girtîgehê li xwediyê kar û endezyaran hat birîn.

Tîrmeh

*1 tîrmeh: Li gor daneyan cînayetên karkeran di meha hezîranê de jî domiyan û 173 karker li ser karên xwe jiyana xwe ji dest dan.

Tebax

* 2 tebax: Li gor raporê di meha tîrmehê de 146 karker jiyana xwe ji dest dan.

* 16-27 tebax: Doktorên malbatê li gelemperiya Tirkiyeyê ketin grevê.

*23 tebax: Di navbera Memûr-Sen û hikûmetê de zema ku li ser mûçeyê karmendan bê kirin hat diyarkirin. Li gor lihevkirinê di 6 mehên pêşî yê sala 2022’an dê ji sedî 5zem+ferqa enflasyonê, ji bo 6 mehên dawî jî ji sedî 7 zem+ferqa enflasyonê wê bê dayîn.

* 27 tebax: Li ser lihevkirina hikûmet û Memûr-Sen’ê endamên KESK’ê rojane ketin greve.

Îlon

*6 îlon: ÎSÎG; di meha tebaxê de 174 karker jiyana xwe ji dest dan.

*9 îlon: ÎMKON a ku nêzîkê 120 endamên we hene li hemberî zemmên li ser çîmento 15 rojan ketin greve.

*23 îlon: Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê piştî salek û nîv faîzê daxist. Ev daxistina faîzê bandora xwe li ser kûra dowîzan kir.

*Di meha îlonê de karkerên ku bûbûn endamên sendîkayan û ji kar hatibûn avêtên piştî çalakiyan vegeriyan karên xwe.

Cotmeh

*4 cotmeh: Polîsan bi awayeke dijhiqûqî êrîşê fabrîkayên bermayiyan kirin. 3 karkerên bermayiyê hatin girtin û zextên li ser karkerên bermayiyan zêdetir bûn.

* 14 cotmeh: Li gor daneyên ÎSÎG’ê i meha îlonê de 175 karker jiyana xwe ji dest dan.

* Di meha cotmehê de jî li hemberî sendîkabûyînê bertek çêbûn û karker ji kar dûr hatin xistin. Lê karker li dijî van kiryaran derketin, çalakiyan li darxistin û di encamê de jî bi serketin.

Mijdar

*11 mijdar: Endamên KESK’ê li Amed, Enqere, Stenbol û li gelek bajarên din ji bo ‘Di dahat û bacê de wekheviyê’ çalakiyan li darxistin.

*15 mijdar: Li gor daneyên ÎSÎG’ê di meha cotmehê de 165 karker jiyana xwe ji dest dan.

*18 mijdar: Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê tevî ku zanibû dê bidaxistina faîzê enflasyon zêde bibe jî faîzê daxist.

*Ji ber enflasyona heyî ku êdî kes nikare debara xwe bike di meha mijdarê de gel li gelek bajaran derketin qadan û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Kanûn

*6 kanûn: Hikûmet hewl da ku di mûçeyê kedkarên tenduristiyê de newekheviyeke pêk bîne lê ev hewldan rastî gelek bertekan hat. Piştî bertekan hikûmet neçar ma ku hewldana guhertina mûçeyan ji meclisê vekişand.

*16 kanûn: Mûçeyê kêmtirîn ji bo sala 2022’yan bû 4 hezar 253 TL. Lê her çi qas di mijareyê de guhertin çêbûbe jî ev guhertin ji aliyê dan û standinê de tu sûd nade gel. Ji ber ku enflasyona heyî ji sedî 50’î jî derbas kiriye.

*16 kranûn: Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê di dawiya salê de tevî hemû bertekan jî faîzê daxist.

*17 kanûn: Li gor daneyên ÎSÎG’ê di meha mijdarê de 164 karker jiyana xwe ji dest dan.

*Di meha kanûnê de ji ber qeyrana aboriyê li gelek bajaran çalaki hatin li darxistin.