Duşem, Çile 18, 2022

Cangoriyê weşartî  ‘xwîna min ji ya şêniyê Farqînê sortir nîne’

Şervan Çîçek

Çendî yemane ev cenga jînê. Çi hevokeke dijware ji bo kurdan û çi sedsaleke jan girtiye wekî birînên xwe Kurdistan. Çend can dane, çend cangorî, çend dilgirtî û penaber. Serhildan biqasî berxwedanê  bi rêk û pêk û rêxistinan. Her welat egîdek dibê. Lê ne bi qasî Kurdistanê. Penaberî, girtin, binçavkirin, kuştin; çavê li rê zarokê bê bav, dayika bê zarok… Salê 90’î û cardin talankirina Kurdistanê. Gundê şewitî, zeviyê bê xwedî û kolanê vala cardin kirin para kurdan. Lê berxwedanê li hemberî hemû tunekirina ciyê xwe digirt. Li cihekî bişkesta li cihekî din ji xwe re rê vedikir. An bi dizî yan jî eşkere hemû kurdê xwedî nirx bi awayekî li ber xwe didan. Ew yek jî dibû ku kesê li ber xwe didin ji aliyê JÎTEM, hîzbîqontra û rayedarê pergala hikûmetê de hedef bên girtin. Li çar aliyê welat herî zêde jî li Bakûr wek bajarê Amedê navçeyên wê Farqîn, Bismil, Licê, Hênê; wekî Elih Sêrt, Dihê, Şirnex, Cizîr, Agirî Panos hwd. bûbûn qada kuştinan (faîlîmeçhûl). Bi banga nimêja sibê re li ser navê dîndariyê kurdê welatparêz an behna welatparêziyê ji wan bihata dihatin kuştin. Kî/kê ji aliyê gel ve bihatina hezkirin hedef dihat girtin bi awayekî  dihat kuştin an jî windakirin. Kurdistan kiribûn qada gorên bê kêrik. Her roj çend kes dihatin kuştin an revandin. Kî/kê bigota ez kurdim an bi zimanê xwe biaxiviya bigota zimanê min kurdî ye, çanda min ji rengê netewa min e welatê min Kurdistan e, dihat cezakirin an kuştin. Ji xwe peyva Kurdistan bi xwe qedexe bû û hê jî qedexe ye. Kî/kê birîna kurdekî derman bikira teqez tiştek dihat serî wê-wî. Salê 90’î birînek reş e di dile kurdan de. Dema ez zarok bûm mêr newêribûn li sûka bajêr serbest bigerin. Êvaran denge çekan dihatin. Dê û bavê me der û cîranê me di nav hev de bi awayek veşartî qala kuştin, girtin û daxkirina ku li welatiya dikirin dihatkirin. Carnan yên serçavê wan girtîbûn, di deste wan de çek di linge wan de potînên wan ên pê derî dişkandin digirtin ser malan me jî. Bavê min, apê min û birayê min ên mezin dibirin bi roja me ew nedidît. Dema dihatin  jî bi rojan ji ber birînê xwe ranediketin û dinaliyan, di wan salên ku windakirina, kuştin û tunekirine de. Min ji devê birayê xwe yê mezin stranek ji ber kir. Zekî doxtorê (bijîşk) Farqînê. Bi sewtekî kûr û hesretekî ev stran ji aliye herhesî de dihate gotin. Stran bibû çavkaniyek û li ser lêva digeriya. Di dîlan û dewetande jî dihate xwendin.

Zekî doxtorê Farqînê bû

Li Farqînê bû heware / Dayik dikin zar e zar e / Kuştin hekîmê kurdan e / Kula zekî pir girane / Serê sibê ji mal derketo / Dile min agir pêketî / Bavê feqîr û fiqara li  Farqînê şehîd ketî / Kelemê çavê neyara / Derba dijmin şehîd ketî / Wey hekîmo wey doxtoro / Te me hiştî situ xwaro / Nexweş me ne bê dermano / Wê çawa bibe ji xalê wan o / Feqîr ma ne li ber dîwaro / Kes napirse derde wan o / Kul û kedera farqînê  / Melhema deve birînê / Zekî doxtorê Farqînê melhema deve birînê / Wek evîna mem û zînê / Navê te bela bû li dinê / Çûm Farqînê nexweşxanê  / Nexweş dibên Zekî kanê / Hey wax li min wê dewranê / Hekîmê kurdan nexwanê / Farqîn li me bû helepçe / Şewitandin gund û baxçe / Heta em saxbin li wê dinyayê / Kula Zekî jibîr naçe.

Birînên kurdan reng dabûn hemû jiyana wan. Zekî doxtor jî ji wan birînan bû ku cîh girtibû di nav bêrîkirin û kedera kurdê farqînê de. Bûbû stran bibû awaz û nedihat ji bîr kirin. Zekî doxtor li nexweşxana Farqînê bijîşkiyê dikir. Sala 1992’an de rêhevalê doxtor Zekî, bijîşk Mehmet Emîn Ayhan ku bi eslê xwe ji Nisêbînê bû li Farqînê ji aliyê kesen ne diyar ve hatibû kuştin. Piştî kuştina rêhevalê xwe li hemberî tehdîdkirinan jî doxtor Zekî dev ji karê xwe û gelê farqînê bernedabû. Birînên gele xwe  bê heq derman dikir. Tu kes bê derman nehişt. Cûdahî nekir navbera nexweşan. Herî tiştê giring jî ji ber ku gel bi tirkî nizabû bi kurdî bi wan re diaxivî. Dihat hezkirin. Lê ji aliyê xêrnexwazan ve hedef hat girtin. Dermanê dile şêniyê Farqînê birîndarê birînên gel ê xwe li hemberî hemî tehdîdkirinan ji ya xwe neket û bi zimanê xwe birînên gele xwe derman dikir. Her nexweş di xwest doxtor Zekî wan derman bike. Ji ber ku li saziyek dewletê yekî bi zimanê wan birînên wan derman dikir birînên wan rehet dibûn wê yekê jî hezkirina zekî dinav farqîniya de bibû şahiyek ji ber wê yekê jî bijîşk zekî Tanrikûlû di 2’yê îlona 1993’an de ji aliyê du kesan li farqînê hat kuştin. Her çiqas C. M. li hemberî dadgehê wek kekê ku bijîşk Zekî Tanrikûlû kuştiye bê diyarkirin jî kujerê wî yê ku ew da kuştin ne diyare.

Mehmed Emîn Ayhan (bijîşk 1992), Semra Bayram (hemşîre1994), Yasemîn Demîr (hemşîre1995), dema li nexweşxaneya Bijîşk Yûsûf Azîzoglu ya Farqînê dixebitîn hatin kuştin.

 Zekî Tanrikûlû kî ye?

Zekî Tanrikûlû li gundê Etşa yê navçeya Farqînê ya Amedê di sala 1958’an de ji dayik bûye. Navê dayika wî Belqîse navê bavê wî Elî Tanrikûlû ye.Tanrikûlû dibistana seretayî li gund xwendiye, lîse li Lîseya Farqînê xwendiye. Piştî qedandina lîseyê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle li Amedê beşa xwend. Piştî xelaskirina zanîngehê ji bo bijîşkiyê li Nexweşxana Bijîşk Yûsûf Azîzoglû dest bi kar kir. Bi selma Tanrikûlû re zevicî. Piştî zewicî 3 zarokên wan çê bûn. Li dijî tehdîd tunekirinê serî netewand. Li dijî tehdîtan gotibû ’Xwîna min ji ya şêniyê Farqînê ne sortir e’. Di 2’yê îlona 1992’an de ji aliyê du kesan ve hat kuştin. Her çiqas c.m. li dadgehê de wek kujerê Tanrikûlû hatibe diyarkirin jî kujêrê wî yê rastî ne diyarin.