25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêjing – KASED: Mala Jinan

Ji dîroka desthilatdariya mêran heta niha jin li her qadê rastî tundî û neheqiyê hatine. Her tim ji civaka ku li ser zanebûna wê hatiye afirandin, hatine dûrxistin. Mêr dest danîne ser hemû nirxên jinan û li ser wan nirxan xwe dane jiyandin. Lê jin jî li hemberî vê tundî û neheqiyê tu carî serî netewendine û her li ber xwe dane. Di roja me de jin bi sazî, dezgeh, komele û rêxistinan li ber xwe didin û hewl didin tiştên ku ji wan hatine dizîn li xwe vegerînin ango vegerînin civakê.

Yek ji van komeleyan jî KASED e. KASED di qada çand, huner û wêjeyê de ji bo du dînamîkên civakê yanî ji bo jin û zarokan xebatên xwe dide meşandin.

Belê temaşevanên hêja me jî di vê bernameya xwe de berê xwe da KASED’ê û yek ji revebera KASED’ê bi Salîha Ayata re axivîn.

Vekirina komeleyê çend caran ji ber ku navê komeleyê kurdî ne tê astengkirin. Dayik bi zarokên xwe re tev li perwerdeyê dibin. Di KASED’ê de dersên weke muzîk, govend, ziman û wêjeya kurdî, jineolojî, şano û wêne tên dayîn. Ji bo perwerdeyê di KASED’ê de tu pîvan û sînorên pergala heyî tune ne, hewl didin ku bi awayekî azad perwedeyên xwe pêk bînin.