spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

3 jinên kurd hatin bibîranîn

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Cizîrê, bi minasebeta salvegera qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez, li fakulteya hiqûqnasiyê ya Zanîngeha Rojava  di bin baneyê hemleya “Tolhildan” de, semînerek li dar xistin. Bi dehan xwendekar beşdarî semînerê bûn. Beşdaran di semînerê de bal kişandin ser siyaseta qirkirinê ya Tirkiyeyê. Beşdarên semînerê komkujiya Dersimê ya sala 1938’an, komkujiya 3 jinên kurd a li Parîsê ya sala 2013’an, komkujiya 3 jinên kurd a li Silopiyê ya sala 2016 û komkujiya li Kobanê bibîr xistin. Beşdaran têkildarî jiyan û tekoşîna Sakîne, Fîdan û Leyla sinevizyon da pêşandan.

Bi heman armancê bi dehan jin li ber navenda Kongra Star a navçeya Zirgan kom bûn û bi daxuyaniyekê qetilkirina 3 jinên kurd şermezar kir. Rêvebera Kongra Star a navçeya Zirganê Delal El-Mehmûd daxuyanî xwend û wiha got: “Her sê şehîd bi têkoşîn û ramana xwe bûn pêşengên jinên cîhanê.  Îstixbarata tirk bi destê Omer Guney her sê heval qetil kirin. Omer Guney di girtîgehê de ji aliyê faşîzma tirk ve hate kuştin da ku ev dosya were girtin û sûcên xwe veşêre.”