spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navenda DBP’ê starta kongreyê da

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi civîna çapemeniyê starta xebatên Kongreya Mezin a 6’emîn da.

Navenda Giştî ya DBP’ê li rêxistina DBP’ê ya Amedê bi tevlêbûna Hevserokên Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, têkildarî kongreya asayî ya 6’emîn civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna têkildarî Kongreya 6’emîn a Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), bi dirûşmeya “Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyan Azad ve!” pêk hat. Rêveberê DBP’ê Adnan Akgul daxuyanî xwend.

Daxuyaniya DBP’ê wiha ye:

“Êdî faşîzma AKP û MHP’ê bi tu awayî nikare xwe li ser piyan bigire û bi rêve biçe. Di hemû hêlan de; wekî aborî, siyasî, civakî û bîrdozî hatiye ber hilweşînê. Pergala netewe dewletê ya mezhebperest û îtihatçi ku dixwaze hegemonyaya xwe ya herêmî bi vî rengî bi rêve bibe, ji ber xwezaya civakî ne pêkan e bi ser bikeve. Armanc ew e ku hemû çand û cihêrengiyên li Mezopotamya û Anatolyayê tune bike.

Ji ber ku dijminahiya kurdan çavên wan tarî kiriye, desthilata heyî li herêmê û derveyî herêmê maceraya ku serî lê nedaye nemeye. Êdî hemû êrîşên wan ên wêranker, pêl bi pêl li wan dizîvirin. Bi xewn û xeyalên Osmanî rabûn lê bi hilweşîna Enwerê maceraperest re rûbirû ne. Li hundir xeta Evdilhemîd ji derve jî xeta Enwercî êdî bi temamî di navbera Katar, Dûbaî û Hewlêr de bûye bezirgan û parsek, temenê wan bi qasî pifekê ye.

Di serî de gelê kurd û hemû hêzên demokrasiyê li dijî vê pergala faşîzan di nav liv û tevgerê de ne. Li ser bingeha krîza aborî; hêrs, nifrîn û nerazîbûna gel ya li dijî faşîzma AKP û MHP’ê ji bingeha siyasî ne qut e. Ji rejima talanê ya ku bi salan e tê bi rêvebirin, gelên li Tirkiyeyê êdî bes e dibêje. Li Kurdistanê jî êrîşên qirker bi berxwedanê hatine pûçkirin. Di şert û mercên faşîzmê de li Sêrt û Wanê qêrîna “ev der Kurdistan e” çirûskên şewata mezin in.

Di rastiya Kurdistanê ya niha de ku kirine mîna girtîgeheke servekîrî, berxwedana gelê me ya li hemberî hemû êrîşan, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. İsrara xwedî li nasnameya xwe ya azad derketin û bandora heqîqeta civaka azad pêl bi pêl zêde û mezin dibe.

Ji bo avakirina civakî û pêşerojeke azad em li DBP’ê ne!

Wekî gel çawa ku di dîrokê de me li ber xwe da, niha jî em li ser esasê demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê li ber xwe didin. Ji ber vê yekê, di rewşa kaos û qeyranê de divê ji bo xatirê nirxên azadî, yekitî û wekheviyê em bêtir beşdarî pêvajoyê bibin. Di vê sala nû de derfetên ku em destkeftiyên nû bi dest bixin ji her demê zêdetir in.

Em vê Kongreya Mezin a Asayî ya 6’emîn a Partiya Herêmên Demokratîk ku em ê pêk bînin, bi vê berpirsiyariya dîrokî pêşwazî dikin. Ji bo Kurdistan azad bibe pêwîst e em yek kesê/î jî bêrexîstin nehêlin.

Bi rêxistinbûyînê em armanc dikin ku li ser esasê civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan meşa xwe mezintir bikin. Em wekî Partiya Herêmên Demokratîk armanc dikin ku li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê xwe bi rêxistin bikin. Em armanc dikin ku bibin partiya herî bi rêxistinbûyî û xwedî erk.

Em xwedî berpirsiyar in ku erka xwe ya ji bo ziman, çand, nasname, ewlehî û niştiman a gelê xwe pêk bînin. Dîsa em xwedî berpirsiyar in ku hemû hemwelatî azad û wekhev ji mafê aborî, tenduristî û perwerdehiyê sûdê werbigirin. Ligel vê yekê em dizanin ku rejîma kujer, hebûna gelê kurd û Kurdistanê qebûl nake. Dîsa em pê dizanin; dixwaze hebûna xwe li ser tunebûna gelê kurd ava bike. Lê em baş dizanin ku firsendên heyî yên ku vê têkoşînê bibin serkeftinê ji salên borî gelek zêdetir in.

Nebûna Yekitiya Neteweya kurd hêj lewaziya herî mezin a gelê kurd e. Di vê mijarê de her kes dizane ku em çiqas têdikoşin û di nava hewldanan de ne. Di rastiyê de ev yekitî di nava gel û civakê de hatiye avakirin. Lê li pêş Yekitiya Neteweyî gelek astengî hene. Astengiyên wekî kesên malbatperest, eşîr û êlên biçûk diparêzin, her wiha hevkarî û tevkariya bi hêzên mêtinger û destilatdar re dibe sedem ku Yekitiya Neteweya kurd bi pêş nekeve. Em wekî Partiya Herêmên Demokratîk ji bo li Kurdistanê Yekitiya Neteweyî saz bikin, xwedî hêz, zanîn, biryar û bawerî ne.

Ji Bo Jiyaneke Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan Em li DBP’ê ne

Ji ber ku jin jiyanê diparêze û ji bo jiyana azad têkoşîna azadiyê dide, li me ferz dike ku em jinan û xebatên jinan bêtir bi taybet û cuda bigirin dest. Rola jinan a pêşengtiyê bi giştî di têkoşîna demoratîk û şoreşgerî de û bi taybetî di serkeftinên DBP’ê de pir zêde ye.

Dewleta ku ji serî heta binî bi feraseta pergala mêrê serdest hatiye avakirin û faşizm a ku cewherê vê pergalê ye, ji ber têkoşîna jinan, herî zêde êrîşî jinan dike. Êrîşî Pergala Hevserokatiyê dike. Di pergala desthilatdar de jiyan bi her awayî li gorî pîvan û desthilata mêr hatiye sazkirin. Di encamê de çi derdikeve holê diyar e.

Divê mirov jiyanê li gorî xwezaya wê saz bike. Navê vê yekê jî hev-jiyana azad e. Di vê pergala Hevjiyana Azad de mêr û jin li ser pîvan û esasê têkiliyên wekhev jiyanê ji nûve ava dikin. Ji bo em Pergala Hevjiyana Azad û pergala Hevserokatiyê têxin meriyetê, em hewl didin ku rêxistina jinan xurttir bikin. Em hewl didin ku rêxistinbûyîna xwe bêtir bi hêz û bi bandor bikin.

Li her deverên Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîneke pir mezin heye. Ciwan li ber xwe didin. Jin li ber xwe didin. Di şexsê birêz Ocalan de hemû girtîgeh li ber xwe didin. Karker, kedkar, li ber xwe didin. Kesên xwezayê diparêzin li ber xwe didin. Siyaseta demokratîk li ber xwe dide. Bi gelemberî kurdên azad li ber xwe didin. Her kes li gorî rêbazên xwe li ber xwe didin. Lê em dizanin ku faşîzm wekî feraset tu cari nerm nabe. Tu carî demokratîk jî nabe. Divê hilweşe û tune bibe. Nirx û destkeftiyên heta îro me bi dest xistine tev bi encama têkoşînê çêbûne. Bi têkoşîn û berxwedanê azadî heyî dibe.

Em wekî Partiya Herêmên Demokratîk bi kongreya mezin dikevin pêvajoya nû. Ji bo ku kongreya me bi ser bikeve şert û merc û derfet ji her demê zêdetir in. Li ser vê bingehê em bang dikin û dixwazin gelê me yê welatparêz di partiya me DBP’ê de peywirê werbigire û li dora Partiya xwe bicive.

Komîsyona Navendî ya Kongreya DBP’ê”