20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

32 partî û hêzên siyasî li dijî plana Tirkiyeyê banga têkoşînê kir

32 partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî gelê herêmê şermezar kir û bang li gelên herêmê kir ku xwedî li QSD`ê û Rêveberiya Xweser derkevin. Partiyên siyasî û rêxistinên civakî  êrîş şermezar kirin û wiha got: “Tirkiye her roj komkujiyan li dijî sivîlan li herêmê pêk tîne. Li başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşan pêk tîne.  Herî dawî nexweşxaneyeke Şengalê kir hedef. Di encamê de gelek kes ji hemû pêkhateyan bi taybet ên birayên me yên êzidî şehîd û birîndar bûn. Tirkiye ji serdema berê ve li ser qirkirina gelan ava bûye. Bi moşej û topan êrişî bajarokê Zirganê yê herêma Serêkaniyê ya Rojava kir. Di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûn. Di navde jin û zarok ji hebûn.

Partiyan di daxuyaniyê de anîn ziman ku bi tundî van êrişên li dijî herêmên ewle red dikin û wiha gotin: “Em bang li gelên cîhanê, NY û Konseya Ewlehiyê dikin ku rê nedin dewleta Tirk ku mîna van sûcan bike û hesabê jê bixwazin. Em bang li gelê herêmê dikin ku xwedî li hêzên xwe yên leşkerî Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD), projeya Rêveberiya Xweser derkevin ji ber ku ew rêya yekane ye ku bi rêya wê em dikarin mafên xwe bi dest bixin û ewlehî li herêmê pêk were.”