19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

32 sal piştî kuştina Ebdulrehman Qasimlo

Ebdulrehman Qasimlo di 22 çileya 1930’yî de li bajarê Urmiyeyê, li newala Qasimlo ji dayîk bû. Qasimlo pêşengekî şehîd ê Kurdistanê ye. Di seranserî jiyana xwe de mîna kurdekî welathez û mirovhez tim li pey şopa heqîqetê bû. Li rojhilatê Kurdistanê, mirateya berxwedan û azadîxwaziyê ya Qazî Mihemed ji wî û hevalên wî re mabûn.

Şahidê bidarvekirina Qazî Mihemed

Qasimlo di temenê xwe yê biçûk de jî li beramberî neheqiyê zarokekî hişmend û serwext bû. Bavê wî Mihemed Qasimlo begekî navdar yê hoza Şikakiyan bû. Bavê wî bi xwe di nav kar û barên siyasî de bû. Ji ber hindê siyasetê hê ji zarokatiyê ve bala wî dikişand. Di 15 saliya xwe de bû yek ji damezrînerê Yekitiya Ciwanên Demokrat ên Îran û Kurdistanê. Dema Komara Mahabadê tê damezirandin ew ciwanekî 16 salî ye û ew jî yek ji wan ciwanan e ku agirê Kurdistaneke azad di sînga wî de vêdikive. Heyf û xebînet, Komara Mahabadê bi vekişîna Rûsan û destwerdana Azerbeycan û Îranê piştî 11 mehan tê hilweşandin. Serokkomar Qazî Mihemed û hevrêyên xwe li meydana Çarçira ya Mahabadê tên bidarvekirin.

Rewşenbîrê heyama xwe

Rewşa siyasî her diçe xerab dibe. Bavê Qasimlo dixwaze ku kurê wî perwerdeya xwe temam bike, ji ber vê yekê dişîne Tehranê. Di sala 1949’an de dema li Zanîngeha Tehranê plana suîkastekê ya li hemberî Şah Riza tê aşkerakirin xwendekarên ku li Parîsê ne li hemberî Şah xwepêşandanekê dikin. Qasimlo di vê xwepêşandanê de xeber dide. Balyozxaneya Îranê Qasimlo hildide bin çavdêriya xwe û nahêle ku bavê wî zêdetir ji hêla aborî ve piştevaniya wî bike. Bi vê boneyê, Qasimlo ji ser Yekitiya Ciwanên Komînîst pêwendiyan ji xwe re peyda dike û ji bo perwerdeya xwe derbasî Çekoslavakyayê dibe. Qasimlo li vir di Dibistana Zanistên Siyaset û Aboriyê ya Pragê  de dest bi xwendina xwe dike. Heyama şerê sar bû. Rejîma Stalînîst li hemû quncikên welêt belav bûbû. Bêguman wan rojan Qasimlo jî xwe wekî stalînîstekî bi nav dikir. Li vir wekî serokê yekitiya xwendekaran hat hilbijartin. Di sala 1950’yî de beşdarî Kongreya Navneteweyî ya Xwendekaran a Pragê bû piştî salekê li Berlînê beşdarî festîvalên ciwanan bû. Her wiha di van salên xirecira şoreşgeriyê de wî û Helene Krulich hevûdu nas kir ku dê dû re bizewiciyana. Qasimlo bi heşt zimanan baş dizanîbû û di eslê xwe de ew kesekî rewşenbîr û zana bû.

Mahabad ji nû ve vejiya

Piştî ku Qasimlo ji zanîngeha xwe derçû di sala 1952’an de vegeriya Îranê. Kar û xebatên xwe yên siyasî bi awayekî veşartî dikir. Karê wî yê pêşîn jinûvezindîkirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû. PDK’ê di bin sîwana partiya TUDEH’ê ya Îranê de kar û xebatan dikir. Li gorî Qasimlo TUDEH’ê û komînîstên girêdayî wê dê bi tu awayî piştevaniya fikra neteweperwer a kurdan nekira. Piştî rûxandina Komara Mahabadê pergala partiyê belawela bûbû û bi TUDEH’ê ve hatibû girêdan. Di 1955’an de PDK’ê bi her awayî pêwendiya xwe bi TUDEH’ê re qut kir.

Di sala 1959’an de Qasimlo salekê li Iraqê ma. Dema vegeriya Pragê doktoraya xwe ya li ser aborî û siyasetê jî bi dest xist. Her wiha li Dibistana Aboriyê ya Zanîngeha Pragê dersên teoriya mezinbûna aboriyê û bernameyên demdirêj da. Pirtûka wî ya bi navê Kurdistan û Kurd ku bi bergeheke Marksîst-Lenînîst ve hatibû nivîsîn bi slovakî çap bû.

Demokrasiya Îranê, xweseriya Kurdistanê

Piştî dagirkirina Sovyetan û tasfiyeyên pê re peyda bûn Qasimlo berê xwe ji komînîzmê guhast û da aliyê demokrasiya civakî. Di sala 1973’an de bû sekreterê giştî yê PDK’ê ya Îranê û heta ku şehîd bû jî vî karî kir. Bi Ebdulrehman Qasimlo re di nav partiyê de pêleke nûjenbûnê rabû. Qasimlo ji bo partiyê bernameyeke nû amade kir. Li gorî vê bernameyê armanca siyasî ev bû: ‘Ji bo Îranê demokrasî, ji bo Kurdistanê xweserî’.

Qasimlo bi başûrê Kurdistanê re jî eleqedar bû. Heta di hevdîtinên navbera pêşmergeyan û Sedam Huseyîn de jî cih girtibû. Di sala 1974’an de ji Iraqê veqetiya û çû Pragê. Lê belê piştî du salan li Pragê, bi destwerdana TUDEH’ê ji Çekoslavakyayê hat dersînorkirin. Lewma, Qasimlo li dijî dagirkirina Çekoslavakyayê ya ji aliyê Sovyetê ve erê nedikir û Sovyetê jî ramanên Qasimlo yên der barê meseleya kurd de erê nedikir. Di sala 1976’an de derbasî Parîsê bû û li wir li ser zimanê kurdî xebatan kir.

Şoreşa Îranê û destpêka hevdîtinan

Di wan salan de bingeha şoreşa Îranê dihat avêtin. Ebdulrehman Qasimlo di sala 1978’an de derbasî Îranê bû. Xwest ku serokê şoreşê Ayetulah Humeynî re hevdîtinekê bike. Lê Humeynî ev yek qebûl nekir. Qasimlo piştgirî dida Humeynî, lewra li gorî wî Humeynî dê bikaribûya rejîma Şah biguherîne.

Bi Şoreşa Îranê re Partiya Demokrat a Kurdistanê kar û xebatên xwe yên veşartî bi dawî kir û cardin dest bi karên xwe yên siyasî kir. Qasimlo civîna xwe ya ewil a siyasî li Mahabadê li dar xist. Qasimlo digot heke mafên gelê kurd bên misogerkirin em amade ne ku bi rejîmê re hevkariyê bikin. PDK’ê rojeva xwe aşkera kir û ji hikûmeta Tehranê xwest ku bila mafên xweseriya kurdan nas bikin. Bi vî awayî pêşengê siyasî yê kurdan derket holê.

Ebdulrehman Qasimlo li ser bidestxistina mafên kurdan dixwest bi hikûmetê re li hev bike. Di heman demê de pêşmergeyan ji bo berxwedaneke çekdarî amade dikir. Bi vê boneyê Qasimlo çend caran hewl da bi Humeynî re hevdîtinan bike û li gorî Qasimlo êdî tam wextê wî bû ku hikûmet tiştekî bike.

Bêbextiya Humeynî

Piştî hevdîtina ewil ya bi Humeynî reQasimlo fehm kir ku niyeta Humeynî ya çareserkirinê rêj ji mafên kurdan re bigire tune ye. Di wê demê de hilbijartinên Meclisa Pisporan hebû û bi vê hilbijartinê armanc ew bû ku destûreke bingehîn a nû bê amadekirin. Hilbijartin di 3 tebaxa 1979’an de çêbûn. Kurd jî beşdarî vê hilbijartinê bûn û Qasimlo di vê hilbijartinê de, zêdetirî ji sedî 80’yî dengan wergirt û wekî nûnerê bajarê Urmiyeyê hat hilbijartin. Qasimlo ji wan du kesan yek bû ku ne girêdayî derdora îslamî bûn lê hatibûn hilbijartin. Qasimlo nedixwest azadiya îraniyan di nav lepên mirovên dînpereset de bimîne.  Çend roj piştî civîna vekirinê ya Meclisa Pisporan pêşmergeyên kurd hêzên rejîmê têk birin. Humeynî got ku heke hêzên hikûmetê nikaribin  serhildana kurdan bitepisînin dê bi rastî jî bi awayekî şoreşgerane bên cezakirin. Yanî hem gef li sazî dezgehên dewletê, hem jî li kurdan xwar. Humeynî di civîna vekirinê ya Meclisa Pisporan de aşkera Qasimlo şermezar kir û PDK’ê wekî ‘partiya Şeytan, ajanên çilvirî û biyanî’ hesiband. Qasimlo beşdarî vê civînê nebû.

Di dawiya havîna 1979’an de pêşmergeyan beşeke Kurdistanê bi rê ve dibirin. Armanca Qasimlo ew bû ku xweseriyê bikaribe bi hikûmetê re nîqaş bike û hevsengiyekê dabîn bike. Jixwe urdan ji bo xwe herêmeke xweser ava kiribûn û bi vî awayî dixwest demildest diyalog bên xurtkirin. Her çiqas PDK’ê dixwest xwe ji şerê çekdarî bide alî jî ev yek pêk nehat. Rejîmê êrîşeke sext da destpêkirin û hema hema hemû herêmên di dest kurdan de zeft kir. Ev wekî Şerê Sê Mehan hat binavkirin û ji bo Qasimlo wan pir zehmet bû.

Ji nû ve hevdîtin û planên rejîmê

PDK’ê di destpêka salên 1980’yî de navê xwe guherand û kir Partiya Demokrat a Kurdistanê- Îran. Piştî demekê ji hêla rêxistinbûnê ve PDK-Î cardin xurt bû. Di şerê navbera Iraq û Îranê de digel ku pêwendiyên PDK-Î bi hikûmeta Bexdayê re baş jî bû li hemberî rejîma Îranê tu hevkarî bi Iraqê re nekir.-

Digel ku Qasimlo bi rejîmê re şerekî dijwar dida meşandin jî bi tu awayî serî li rê û rêbazên terorîzmê nexist. Her wiha ji bo Qasimlo wekheviya jin û mêran xaleke pir girîng bû. Endamên partiyê yên ku ji jinekê zêdetir jinên wan hebûn hatin rexnekirin û ev qaîdeya civakî hat qedexekirin. Wî dixwest jin beşdarî refên pêşmergeyan bibin. Li nav civaka Îranê cara ewil bû ku jinan bi tena serê xwe û di çarçoveyeke wekhev de xebatên siyasî dikir.

Bi rêya Celal Talabanî di navbera PDK-Î û hikûmeta Îranê de diyalogên çareserkirinê dest pê kirin.Qasimlo ji bo hevdîtinê di sala 1988 û 1989’an de çû Viyanayê. Civîn di bin çavdêriya Talabanî de dihatin kirin û ewlehî xurt bû. Hevdîtinan dê berdewam bikira lê belê aliyê hikûmetê nexweşiya Humeynî û bertekên muhafazakaran kirin hincet û navber dan hevdîtinan. Her wiha aliyê hikûmetê Talabanî sûcdar kir û got ku ew nepenitiya civînan xera dikin û li derve der heqê civînê de diaxivin. Bi vî awayî xwestin ku di civînên bê de Talabanî beşdar nebe.

Kurdên mirî û îraniyên sax

Qasimlo bi hevrêyên xwe re cardin beşdarî hevdîtinan bû. Civîna ewil di 12’ê tîrmeha 1989’an de çêbû. Qasimlo pêwîstî bi asayîş û ewlehiyeke zêde nedît. Di civînan de li aliyê kurd Ebdulrehman Qasimlo, nûnerê PDK-Î yê Ewropayê Evdila Qadirî Azar û Fazil Resûl hebûn. Li aliyê hikûmeta Tehranê jî serokê Beşa Pirsgirêkên Kurdan a Wezareta Îstixbarata Îranê Mihemed Cefer Tehrerûdî, serokê servîsa veşartî ya Eyaleta Azerbaycana Rojava (Kurdistan) Hacî Mistefawî û sîxûrê polîsan ê Îranê Emîr Mensûr Bozorgiyan hebû.

Di civîna 13’ê tîrmehê de Qasimlo, Qadirî Azar î Resûl bi awayekî dijminane hatin kuştin. Tehrerûdî û Bozorgiyan ji aliyê polîsên Awistiryayê ve hatin binçavkirin. Mistefawî winda bû. Serokê Yekîneya Têkoşîna Beramberî Terorê yê Awusturyayê Oswald Kessler li ser şehîdbûna Qasimlo û bûyerê wiha got: “Di dest me de kurdên me yên mirî, îraniyên me yên sax hene. Mesele zelal e. Êdî her tişt siyaset e.”

Piştî kuştinê Bozorgiyan serbest hat berdan. Tehrerûdî vegeriya welat û piştî demekê rûtba wî hat bilindkirin. Der barê bûyerê de dewleta Awusturyayê tu berpirsiyarî wernegirt ser xwe. Heta doza ku hevjîna Qasimlo Helene Krulich vekiribû jî red kir.