spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

5 rojnameger 2 salan bê sûc hatin darizandin

Di tebaxa 2019’an de dema ku qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn kirin, gel daketibûn qadan û çalakî li dar xistibûn. Di çalakiyên ku li Mêrdînê hatibûn lêdarxistin de rojnameger Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Orûç, Rojda Aydin, Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak û Mehmet Ete, Hamza Ete û Selîm Şîmdî hatibûn binçavkirin. Piştî 7 rojan di bin çavan de mabûn hatibûn berdan. Dozgeriyê li wan doz vekiribû. Danişîna dozê li Dadgeha Cezaya Giran a 1’emîn a Mêrdînê hat dîtin. Parêzerên rojnamegeran, Mehmet Selîm Şîmdî û rojnameger Ahmet Kanbal li danişînê amade bûn lê kesên din tev li danişînê nebûn. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe xwend û ji bo her heştan jî beraetê xwest. Piştre parêzeran der barê esasê de parastin kirin. Piştî navberdayînekê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û derbarê her heştan de jî biryara beraetkirinê da.