25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

50 hunermend: Dibe em demildest têkevin tevgerê

50 hunermend, nivîskar û aktorên kurd li bajarê Kolnê yê Elmanyayê civiyan û bal kişandin ser yekîtiya hêzên Kurdistanê. Civîn şevê din pêk hat. Di civînê de mijara “Em li dijî êrişên dagirker ên Tirkiyeyê dikarin çi bikin?” niqaş kirin. Hunermend Şivan Perwer, Diyar û Beser Şahîn ên ku demek berê çûbû başûrê Kurdistanê axivîn. Seyîdxan, Emekçî, Canê, Denîz Deman, Mûrat Yapiştiran, Cevad Merwanî, Comerd, Ganî Nar, Kawa, Peywan Arjîn, Memo Gul, Alî Îkîzer, Ersîn Çelîk, Mîrê Hêkan, Alî Zulfîkar, Hekîm Sefkan, Mîrza, Kêjan û Hakan Akay jî di nav de gelek hunermend tev li civînê bûn.

70 baragehên leşkeri li başûrê Kurdistanê ava kirine

Hunermend Hozan Diyar di civînê de axivî û diyar kir ku gelê kurd şertên Peymana Lozanê parçe kiriye û got “Gelê kurd berdêlên gelekî mezin da û hêj dide. Ji bo me êdî roj hiltê. Me encamên girîng bi dest xist. Gelê kurd dixwaze bibe xwedî statu. Erdogan li dinyayê têk çû. Dixwaze kurdan bera ber hev bide û xwe rizgar bike. Tirkiye bi dagirkeriya li ser rojava û başûrê Kurdistanê dixwaze destkeftiyên kurdan tune bike. Dijmin li başûrê Kurdistanê 70 baregehên leşkerî ava kiriye, amadekariyên mezin kiriye. Îro statuya li başûrê Kurdistanê jî di xetereyê de ye. Dema em li başûrê Kurdistanê têk biçin ew ê Kurdistan têk biçe. Ne du meh şûnde, divê em niha dest bi xebatan bikin. Bêyî ku derengî bikeve, divê em ji bo yekîtiya hêzên siyasî bixebitin.”

Dema hêzên kurdan li dijî hev şer kirin Tirkiye 70 barafeh ava kir

Hunermend Hekîm Sefkan jî diyar kir ku hunermendên kurd du sal berê li hemberî dagirkeriya li rojava civîyan û ji wê rojê şûn de xebatên xwe didomîne û wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê YNK û PDK’ê şerê hev kirin. Başûrê Kurdistane bû du beş. Dema PDK-PKK û YNK-PKK’ê şer kirin çi bû? 70 baregehên leşkerî yên Tirk li Başûrê Kurdistanê bi cih bûn. Ew gelekî baş dizanin, dema em kurd bibin yek wê serweriya wan biqede. Her dem li dijî yekîtiyê têdikoşin.”

Saddam bi navê Îslamê kurd qetil kirin

Hunermend Comerd ku diyar kir di dema qetlîama Zîlanê de Stalîn bi navê sosyalîzma alîkarî da Tirkiyeyê û wiha got: “Saddam Huseyîn jî bi navê Îslamê di Enfalê de li ser gelê kurd qirkirin pêk aniye. Gelê Kurd di qetlîamên Koçgîrî, Gilîdax, Dêrsim û Enfalê de bi sed hezaran qurbanî dane. Pirsgirêk Erdogan an jî lîderek din nîne. Pirsgirêk pergala li beramberî me ye. Ji bo fêmkirina Erdogan an jî pergala wan, naskirina Sûltan Suleyman ku bi edaleta xwe tê nasîn bes e.”

Hunermendên din jî axivîn. Hemûyan dan zanîn ku wê hewldanên xwe bidomînin.