25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

500 malbatên iraqî dê li welatên wan bên vegerandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (rojavayê Kurdistanê) û hikûmeta Iraqê li hev kirin ku 500 malbetên welatiyên iraqî yên li kampa Holê ya herêmê, radestî hikûmeta Iraqê bên kirin. ‎

Nêzî du sal in vegera welatiyên iraqî yên li kampa Holê, ji ber nexwestina hikûmeta Iraqê sekinîbû. Piştî hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Iraqê de wê vegera wan dest pê bike.

Li gorî daneyên dawî yên rêveberiya kampa Holê ya ku 45 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Hesekê, 30 hezar û 738 penaberên iraqî hene ku ji 8 hezar û 256 malbatan pêk tên.

Rêveberê Komîteya Navneteweyî ya Herêma Rojhilata Navîn a Xaҫa Sor ‎Fabrizio Carboni 1’ê adara 2019’an ragihandibû ku dê 20 hezar penaberên iraqî yên li ser Sûriyeyê û bi ‎taybetî li kampa Holê dimînin, li welatê wan vegerînin.

Mûnîr Mihemed

 Amadekariya vegera malbatan tê kirin

Têkildarî vegerandina penaberan, endamê Nivîsgeha ‎Derketina ji Kampa Holê Mûnîr Mihemed diyar kir ku amadekariya şandina 500 malbetên iraqî tê kirin. Mihemed da zanîn ku bi hevkariya Rêveberiya Xweser û hikûmta Iraqê, malbat beş bi beş bên şadin û nav, agahî û kesên dê bên şandin tên tomarkirin. ‎

Destpêkê 100 malbat

Mihemed ragihand ku piştî tespîtkirina kesên bên şandin û karên ewlehiyê destpêkê dê 100 malbat ҫend rojên din ji ‎kampê werin derxistin û dê vegerandina malbatan dê bidome.‎

Çarenûsa DAIŞ’iyan ne diyar e

Li gorî daneyên rêveberiya kampê parve kirine, hejamra kesên li Holê (iraqî, sûriyeyî û biyanî) 60 hezar û 351 e û bi tevahî 16 hezar û 404 malbat in. Her wiha li kampê 8 hezar û 555 jin û zarokên DAIŞ’iyên biyanî hene û çarenûsa wan ne diyar e.

Hêjayî bibîrxistiyê ye ku li ser alozî û kuştinên li nav kampa Holê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HSD’ê 28’ê adarê li kampa Holê dest bi Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kir. Di encama operasyonê de gelek DAIŞ’î hatin girtin û gelek alavên teqemeniyê hatin desteserkirin.