Rojnameya Heftane

Nemeya (xwe) kuştinê

Gelo we qet nameyên beriya xwekuştinê xwendine? Li gorî lêkolînan ev name demeke kin beriya xwekuştinê tên nivîsandin û derûniya kesa/ê xwekuştî bi awayekî tazî û balkêş didin der. Di nameyan de bi giranî mijarên wek “lêborîna xwe xwestin/şermkirin”, “barê giran ê jiyanê” û “bêhêvîtî/wateya jiyanê windakirin” tên destgirtin. Dîsa li gorî lêkolînan di xwekuştinên kesên ciwan de herî zêde jin name li dû xwe dihêlin. Û yên di temen mezin de bi giranî mêr name dinivisînin.

“Nameya dawî, gotinên dawî, nameya xatirxwestinê, nameya berî xwekuştinê”… Ev çend nav in yên ji têşeya vê nivîsê re tên gotin. Xwekuştin fenomeneke jiyana civakî ye û bi gelek awayên cuda derdikeve pêşberî me. Di zanistê de lêkolîneke bi navê “suizid/suicide (latînî: xwekuştin)” heye.  Di jiyana wêjeyî de nameyên xatirxwestinê xwedî cihekî taybet in. Bi taybetî nameyên kesên hunermend piştî dawî li jiyana xwe tînin, tên weşandin û ev kes hunera xwe di nameyên li dû xwe hîştî de jî bi kar tînin. Nameyên dawî yên hunermendên xwekuştî (wek Wirginia Wolf, Kurt Cobain, Nilgun Marmara) wek berhemeke dawî tên nivîsandin; mirov tehmeke wêjeyî ji nivîsê derdixîne û heta gelek caran windahîbûna kesê/a xwekuştî di van nameyan de tê jibîrkirin. Ji bo hunermend nameya dawî wek derba firçeya dawî ya li ser wêneyê ye.

Ya rastî nameyên xwekuştinê ne her tim wêjeyî ne. Gotinên dawî yên ji hêla kesên xwekuştî ve tên nivîsandin pirî caran bi hêsanî nayên fêmkirin, wateyên ku di pişt peyvan de veşartî ne, bi kesa/kesê xwekuştî re dikevin bin axê. Ji yên li dû mayî re tenê hevokên hatine nivîsandin, an jî tomarkirin dimînin. Mijareke din jî wergirên nameyê ne. Mirov ji bo nameyên xwekuştî dibêje “name li dû xwe hişt”. Şandî diyar e lê wergir gelek caran ne diyar e. Nameyeke bê navnîşan e. An jî bi gotineke din wergir “jiyana li dû mayî” ye. Herçiqas hin name xîtabî hin kesên taybet bikin jî, bi giranî di naverokê de kesên xwekuştî bi awayekî giştî qala xwe dike. Peyvên “ez û min” zêdetir cih digirin. Heta mirovên ku dawî li jiyana xwe tînin, belkî jî cara yekemîn û her wiha dawî di jiyana xwe de firsenda ‘behsa xwe kirinê, xuyakirinê û bihîstinê’ bi dest dixin û vê yekê bi rêya nameyê bi lêv dikin. Zimanê tune û winda bi rêya nivîsê xuya û mayînde dibe. Lewma jî gotina dawî ya rastî ji bo wan hîn gotina destpêkê ye. Wekî ku tê gotin “gotin difire, nivîs dimîne.”

Dema cihê bûyerê Kurdistan û Rojhilata Navîn be, pirî caran wate û naverokên zanînên giştî pûç dibin. Name dibe tiştekî din, xwekuştin dibe tiştekî din. Nameya xwekuştinê dibe nameya “destdirêjiyê, îfşayê yan jî şermê”. Peyvên namê li hewayê difirin. Hê beriya xwediyên xwe dixwazin xwe ji zinaran bavêjin. Li hevudû nanêrin, wekî xwediyên xwe şermok û şaşwaz in. Newêrin serê xwe bilind bikin. Ger bilind bikin ji awiran rêya xwe şaş dikin. Hin peyv jî ji mirinê xirabtir in. Wek kêlandiya Ezraîl li ser serê wê kesê xwe dorpêç dikin, pênûsa wê lal dikin. Peyvên wek “qirêjî, namûs, tirs, şerm…” diherikin ser kaxiza qurmiçî. Wekî ku bibêjin, “lez bike, tu dereng mayî” bi lez û bez pênûsê ji dest digirin. Dest û lingên wê hişkehişk girê didin. Ev peyv cerdevanên ber deriyê xwekuştinê ne.

Wek bûyer destdirêjî li alîyekî lê baweriya bi “qirêjbûna namûsê” û şerma ji ber vê yekê sedema sereke ya xwekuştinê ye. Ji ber ku di vê mijarê de hemî nîqaş li ser “cinsî”yê dimeşe, şîrovekirin û jê encam derxistin jî li ser vê bingehê tê kirin: Jin a qirêj dibe, mêr ê qirêj dike ye. Û (xwe) kuştin wek yek ji amûrên “namûsa xwe paqijkirinê” wek peywir derdikeve pêşberî kesan. Hemî bar dikeve ser milê (xwe) kuştî lê di rastiya xwe de mijar mijara desthilatdariyê ye û girêdayî vê polîtîk e. Lewma divê destdirêjî ji nû ve bê pênasekirin û şîrovekirin. Tenê bi vî awayî mirov dikare mijarê bike mijareke civakî û barê ji ser milên kesa qurban rake. Heta ku destdirêjî di bin siya “namûs û qirêjiyê” de bê pênasekirin dê nameyên xwekuştinê yên bizdonek kêm nebin.

Li hêla din, xwekuştin tiştekî wek çalakiyeke takekesî û bi biryar û îradeyeke azad tiştekî ye lê ji ber sedemeke wekî destdirêjiyê ku sûc e û  failê wî sûcî heye, xwekuştin tiştekî din e. Her çiqas mirov bi destê xwe dawî li jiyana xwe bîne jî, ev yek ji ber sedem û êrîşên ji derveyî îradeya mirov diqewimin tê lidarxistin û ji ber vê yekê jî di bingeha xwe de ne “xwekuştina bi îradî” ye. (Xwe) kuştina ji ber encamên destdirêjiyê, -namûs û qirêjiyê- kuştin e û kujerê wê jî tu carî ne yek e. Lewma ye ku wergirên nameyên kesên (xwe) kuştî hemî kesên li dû mayî ne.