24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

672 hefte ne ji bo kujer bên darizandin diqîrin

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl werin darizandin di hefteya 672’yemîn de çalakî li dar xistin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin” li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê çalakiya xwe berdewam kirin. Vê hefteyê li aqûbeta 17 kesên ku di komkujiya Dîgorê de hatin qetilkirin pirsîn.

Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim axivî û wiha got: “Di salên 1992-1993’yan de leşkeran bi ser gelek malên Dîgorê ya Qersê de girt û cerdevanî li welatiyan ferz kirin. Îşkence li welatiyan kirin. Di 14’ê tebaxa 1993’yan de li navçeya Dîgorê, welatiyan li dijî van zextan xwestin meşek li dar bixin. Lê leşker û polîsen sivîl gule li welatiyan reşand. Di êrîşê de zarok, jin, ciwan, kal û pîr jî di nav de 17 kes hatin qetilkirin û zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn.”

Derya Yildirim, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya darazê û wiha lê zêde kir: “Der barê 8 polîsên taybet de bi îdiayên “Bi zanebûn kuştin” û “Bi zanebûn hewldana kuştinê” doz hat vekirin. Polîsan di parastina xwe de îdia kir ku ‘Di nava girseyê de bi roket û çek êriş hatiye kirin’. Lê li cihê bûyerê ji bilî fîşekên vala yên hêzên taybet tiştek din nehat dîtin. Di biryara sala 2006’an de polîs bi hinceta ‘Parastina rewa’ kirine beraet kirin.

Malbatên 7 kesên jiyana xwe ji dest dan bi hincetên “Binpêkirina mafê jiyanê”, “Lêpirsîna bi bandor” û “Dirêj darizandinê” doz birin Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME). DMME, cezayê zerarên madî û manewî da Tirkiyeyê. Rûniştina dosyayên malbatên din ên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne li DMME hêj jî didome.