17 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

7 roj in di bin çavan de ne

Di 22’ê cotmehê de leşkeran li herêma Omeriya ya Mêrdînê bi ser gundê Qurdîsê de girtin. Piştî leşkeran bi ser gund de girtin di navbera leşkeran û endamên HPG’ê de şer derket. Di şer de 2 endamên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê leşkeran di 25’ê cotmehê de bi ser mala Îbrahîm Dînler (73) û Faîze Dînler (72) a li gundê Qurdîsê de girtin û herdu binçav kirin. Ji vê rojê heta îro Îbrahîm û Faîze Dînler li Miduriyeta Polisan a Mêrdînê di bin çavan de têne girtin. Li ser serlêdana malbatê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê serdana Îbrahîm û Faîze Dînler kir. Hevserokê Şaxê ÎHD’ê Feyzî Adsiz, piştî hevdîtina Dînler ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Adsiz, diyar kir ku Faîze û Îbrahîm Dînler nekarîibûne biaxivin û dema ku di nezaretê de bûne jî tundî li wan hatiye kirin.