spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kengê tengav bibin êrîşî kurdan dikin

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek der barê geşedanên dawî yên li başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê û yekitiya neteweyî de axivî.

Çîftyurek di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên hundir û derveyî welêt û wiha got: “Rewşa Tirkiyeyê roj bi roj xerabtir dibe. Betalî û dowîz firiya, aborî xerab bû. Di hundir de serweriya hikûmetê kete tengasiyeke mezin. Tirkiye li derve jî li Lîbya, Idlib, rojhilatê deryaya Spî û li Kurdistanê siyaseta ‘Sêva Sor’ dimeşîne. Ev siyaset xitimî. Li her derê tenê ma. Li ser van bûyeran Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) du peyam dan. Gotin ‘li derve em siyaseta aştiyê û diyalogê dixwazin’ lê di hundir de peyama êrîşê da. Bo HDP’ê çalek kolan lê ew bixwe ketin wê çalê. Cara ewil e HDP ji gelek partiyên Tirkiyeyê piştgirî digire. Tifaqa Cumhurî tenê ma.”

Çîftyurek diyar kir ku Tirkiye çiqas di siyaseta derve de bixitime jî statuya Başûr û Rojava qebûl nake û destnîşan kir ku kengî li derve dikeve tengasiyê li hundir êrîşî siyaset kurdan dike.

Di axaftina xwe de de Çîftyurek bal kişand ser yekitiyê û got ku heke tifaqa neteweyî pêk were dê li dijî êrîşên Tirkiyeyê gel jî li kolanan bertekan nîşan bide.

Li aliyê din, Çîftyurek xwest ku hikûmeta Başûr li dijî êrîşên Tirkiyeyê helwestekê bigire û gavên bihêz biavêje.

Çîftyurek bal kişand ser hewldanên yekitiyê yên li Rojava û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ger hewldanên yekitiyê li Rojava bi ser bikevin, dê gelek tişt werin çareserkirin. Em wek KKP’ê bi salan e dibêjin divê di nav kurdan de rêya demokratîk û aştiyê vebibe. Kî dixwaze kongreya neteweyî were avakirin divê nêzîkî hevdu bibin. Gava li Rojava hatiye avêtin gaveke girîng e. Divê di meseleya Şengalê de jî her du partiyên me werin cem hev.” AMED