Rojnameya Heftane

Li rojhilatên Kurdistanê binpêkirina mafên mirovan

Bi salan e di navbera sînorê bakur û rojhilatê Kurdistanê de kolber dibin hedefa hêzên dewleta tirk û Îranê. Her sal bi dehan kolber ji aliyê van her du dewletan ve tên qetilkirin û birîndarkirin.

Ji bilî qetilkirina kolberan li Îranê binpêkirina mafên mirovan di asta herî jor de ye. Her roj kesek ji ber fikrên xwe yên cuda yan tê darvekirin, an biryara darvekirinê tê dayîn an jî cezayên bi salan li wan tê birîn.

Têkildarê mijarê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) rapora xwe ya meha îlonê aşkera kir.

Li gorî raporê di meha îlonê de, kurdê bi navê Xidir Feqî Dil li girtîgeha Urmiyeyê hatiye darvekirin û welatiyek din jî li heman girtîgehê ji ber krîza dil û nebûna çavdêriya bijîşk jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî raporê di meha îlonê de di êrîşên leşkerên Îranê de 6 kolber û kasibkaran jiyana xwe ji dest dane û 18 kes jî birîndar bûne.

KMMK’ê ragihand ku di meha borî de artêşa Îranê 6 kesan qetil kirine ku 3 kes endamên partiyek kurd bûne.

Li gorî komeleyê di meha îlonê de 9 kesan dawî li jiyana xwe aniye, yan jî hatine kuştin û ji van 2 zarok û 2 jin in.

Her wiha komeleyê ragihand ku di meha borî de 33 welatiyên rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin û piraniya wan ‘bêyî sedem û bêyî  biryara dadwer, piştî heqaret û îşkenceyê’ hatine binçavkirin. TEHRAN