25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

8 dozger hatin û çûn lê doza malbata Şenyaşar çareser nekirin

Malbata Şenyaşar nobeta xwe ya “edaletê” didomîne. Dozgerê li doza malbatê dinêre cara 8’emîn hat guhertin.

Malbat Şenyaşar 113 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” digirin. Îro polîsan destûr neda ku malbat bikeve hewşa edliyê. Emîne û Ferît Şenyaşar jî li ber barîkatên hewşê nobeta xwe didomînin. Ferît Şenyaşar têkildarî rewşê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û da zanîn ku 113 roj in tiştekî li ser navê hiqûqê li pêş bikeve nîne û dozger dîsa guheriye. Ferît Şenyaşar bibîr xist ku ew edaletê dixwazin û bang li rayedaran kir ku dawî li zilmê bînin û edaletê temîn bikin.

Ji parêzerên Malbatê, Bulent Dûran jî anî ziman ku dozgerê lêpirsînê cara 8’emîn e tê guhertin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê jî got: “Roj were wê edalet ji bo we jî lazim were. Li nexweşxaneyê komkujiyek organîzekirî pêk hat. Her kes viya dizane. Em tenê EDALET dixwazin.”