spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

81 roj in cenazeyan dixwazin

Di kemîna hêzên PDK’ê ya 28-29’ê tebaxê ya li herêma Xelîfanê de 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Hêzên PDK’ê 117 roj in cenaze nadin malbatên wan.  Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên HPG’iyan li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û 81 rojin nobedê digirin. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê 81 roj berê ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê werbigirin li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn û li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedane. Çalakiya nobedê ya ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin her roj serlêdanên bi girseyî têne kirin û her roj daxuyanî têne dayîn. Di  van serdan û çalakiyan de bang li hikûmeta PDK’ê tê kirin ku cenazeyan teslîmî malbatan bikin.