26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

9 partiyên siyasî piştgirî da HDP’ê

Bertekên li dijî vekirina doza girtina HDP’ê didomin. 9 partiyên siyasî; Partiya Şoreşa Yekgirtî (BDP) Partiya Herêmên Demokratîk (DPB), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst a (SYKP), Partiya Azadiya Civakî (TOP) Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Çepgir a Keskan (YSP), têkildarî doza ji bo girtina HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî dan û diyar kirin ku armanca girtina HDP’ê bêbandorkirina muxalefetê ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rejîma yekzilamî dixwaze îradeya bi milyonan kesan HDP’ê bigire û bi sedan kesên ku ji xeynî siyaseta demokratîk tu sûcê wan tune ye, ji mafên wan yên sereke yên siyasî bêpar bihêlin.

‘Doz ne qanûnî ye’

Di berdewam daxuyaniyê dê hat ragihandin ku bi doza vekirinê sûcekî giran ê qanûnî tê kirin û pir zelal e ku rejîma yekzilamî ya ku dewlet kiriye halê mirinê, bêkarî û hejariyê, dixwaze hêviya guherandina desthilatdariyê ya bi rêya demokratîk ji holê rake.

‘Em ê têkoşîna ji bo edaletê bidomînin’

Daxuyaniya hevpar a partiyan wiha bi dawî bû: “Em dizanin ku armanca vê êrîşê ne bi tenê HDP ye; armanc destkeftiyên demokratîk e ku civakê bi berdêlên mezin afirandine. Dixwazin îradeya me hemûyan desteser bikin, êrîşê mafên me yên demokratîk û azadiya me dikin. Em aşkera dikin ku li hemberî vê êrîşa derhiqûqî ya li dijî muxalefetê û ji bo rojên ku em ê di nav edalet û aştiyê de bijîn, em ê bi HDP’ê re têkoşîna ji bo edaletê bidomînin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê