20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

90’emîn salroja şehadeta Simkoyê Şikak

Kakşar Oremar

Simko an jî Îsmaîlaxayê Şikak ku di sala 1887’an de li kela Çariyê hatibû dinê û li pey kuştina Cewer axayê bira, bi şêwra bilind a rûspî û giregirên eşîretê bûbû mezinê êla Evduyî û Şikakên herêmê. Ew agahdarî dîrok û serbihûriya kurdan û qedera bav-kalên xwe Mihemed Axa, Elîxan, Îsmaîlxanê Mezin, Cazê û yên beriya wan bû ku bi namerdî ji hêla rayedarên dewlata Îranê ve û di dema hevdîtinan de hatibûn kuştin. Tolhildana ji zaliman weke êşeke giran di dilê wî de kom bûbû û li rêyekê digeriya ku pirsgirêkê bi awayekî din jî çareser bike. Di serdema Simko de, dijberiya kurdan li hêlekê bi dewleta navendî, li hêla din jî hevkariya kêmneteweyên azerî û asûriyên wîlayeta Urmiyê bi dewletê re kar û xebata ji bo doza Kurdistanê girantir kiribû.

Simko nûciwanî û hemû salên jiyana xwe di nav şer û rewşeke taybetî ya Îran û Kurdistanê de derbas kirin. Ew rêberekî doza Kurdistanê, ji malbateke naskirî, xwedî kelayên Nazlî û Çariyê, kesayetiyên naskirî û xwedî desthilata herêmî li wilayeta Urmiyê ji sala 1905’an heya roja 21’ê tîrmeha sala 1930’an li dijî Qacarî û Pehelewiyan, di çend pêvajoyên şoreşê de dest bi kar û xebatê kir.

Cewer Axa ku ji ber karên xwe yên xêrxwaziyê weke “Robîn Hoodê Kurdan” dihate naskirin bi destê rayedarên hikûmeta Qacarî sala 1905’an li bajarê Tebrêz Îranê di koşka bi navê Erka Elîşah de hate kuştin. Ji wê salê û şûn de, êdî rûpelekî nû di kar û xebata Simkoyê Şikak de vebû ku di dîroka Îranê de jî bi çavekî girîng berê xwe didinê.

Tevî hemû bêbextî û rêbazên siyaseta xapîner hêşta jî nav, ked û kesayetiya Simkoyê Şikak ji ber armancên wî yên siyasî ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve bi başî nayê nasandin. Atîpropagandayên giran, herî zêde em di zimanê îraniyan de dibînin û  jê dibihîzin.

Simko û pêngavên girîng

Di bişkivîn û bilindkirina asta rewşenbîriya civakê de, Simko û rewşenbîrên derdora wî: Ebdulrezaq Bedirxan, Cemaledîn El-Hekarî, Ebu-El Hesen Sêyfulqozat, Seyîd Teha Gîlanî, Mihemd û Ehmed Turcanîzade xebitîn ku bi damezrandina çapxane, belavkirina rojname û kovar, vekirina xwendingehan bi awayê modern, vekirina darlimesakîn, komeleyên perwerde û kişandina xeta telefonê di navbera bajar û herêmên di bin desthiltdariya xwe de reng û rûyê jiyanê jî li Kurdistanê biguherînin. Pêwîst e ev rastî bê bibîrxistin ku di salên dawiya sedsala 19’an de, pêngavên wiha li gor rewş û derfetên wê demê li Kurdistan û Îranê pir girîng û zemîna avakirina saziyên ji dewleteke serbixwe re bûn.

Sala 1912-13’an, bi hevkariya Ebdulrezaq Bedirxan (1864-1918) kovara bi navê ‘Kurdistan’ li bajarê Xoyê tê weşandin. Li bajarê Xoyê komeleya bi navê Gihandanî tê çêkirin ku tê de armanc pêgihandin û perwerdekirina zarok û ciwanên kurd li herêmeke berfireh e. Dîsa di sala 1916’an de li bajarê Xoyê xwendingeheke kurdî ji zarokên kurd re tê vekirin û Simko bi hemû hêza xwe ya siyasî û madî pişta wê pêngava mezin jî digire. Bêyî piştgiriya Simko di wan şertên giran de karekî wiha ne mimkun bû.

Ji hêla din ve jî, rêberên serhildanê dixwestin bi xebatên wiha re hestên neteweyî yên ku li pey têkçûna serhildana Kela Dim-Dim û Şêx Ubeydulahê Nehrî ji aliyê Qacarî û hakimên zalim ve li herêmê hatibûn bêhêzkirin, bihêztir bikin û gel bi heq û hiqûqên wan yên rewa bihesînin.

Nivîskar, helbestvan, lêkolînvan, dîrokzan û rewşenbîrên kurd li ser van aliyên serhildan û kesayetiya Simkoyê Şikak xwedî nêrînên taybet in.

Yek ji kesên ku ji nêz ve Simko li herêma Soranê dîtibû Seyîd Husên Huziniyê Mûkriyanî bû. Dr. Kurdistan Mûkriyanî li ser nivîs û bîranînên mamê xwe yên li ser salên dawiya jiyana Simko û malbatên pê re wiha dibêje: “Husên Huzinî Mûkriyanî berhemek heye ku tev li ser jiyan û salên dawiyê yên jiyana Simko û malbata wî li başûrê Kurdistanê ne. Mînak behsa çûyîna wî ya Silêmaniyê dike ku ji zimanê Simko bixwe bihîstiye….”

Li Silêmaniyê

Simkoyê Şikak di nameyek xwe de ji hakimên Îranî re wiha behsa mafên neteweyî yên kurdan dike: “Gelek milet di cîhanê de hene ku hejmara wan nagihije nîvê nifûsa kurdan lê ew gihiştine serxwebûna xwe. Gelê kurd jî li ser axa xwe xwediyê mafê serxwebûnê ye. Ger kurd negihijin serxwebûnê, hingî mirin ji wan re baştir e…”

Dema ku li başûrê Kurdistanê ye, bi hevkariya Seyîd Teha Geylanî û çend kesên din bi îngilîzan re dikeve nav peywendiyên siyasî. Piştre ji Şêx Mehmûd Berzencî re nameyeke wiha dinivîse:

Nameya Simko ji Şêx Mehmûd Berzencî re:

“Bo hezretê hûkûmdarê Kurdistanê cenabê Şêx Mehmûd, evro (îro) hemî nîşan û tuwanayêd Kurdistanê di bin destê hukumdariya te de ye. Çi tiştî em bê emirê te nakeyin, her tiştekî bifermoy û berjewendî miletê kurd tê de bît em hazir in dê keyin. Ez ji (li) devera Xoşnaw ji (li) gundê Bêtwate me. Min dawa dikim ku bême şarê Silêmaniyê û hindek xeberê(n) Kurdistana Îranê bo cenabê te bêjim û bo mûkomkirina (bihêzkirina) îşê Kurdistanê pêwîstî bi biraderî û dostiya îngilîzan ye bizorî:

Îmza

Muxilisê hikûmetê

Îsmaîl Şikak / 28. 1. 1923″

Di peywendiyên xwe de, Simko kesekî dîplomat û siyasetzan bû. Ji aliyekî zîrekatî, wêrekî û mêrxasiyên ku di şerên bi dewletê re ji xwe dabûn aşkerakirin û ji aliyê din jî xala herî girîng hez û hêza wî ya mezin di nav eşîreta Şikak û hurmeta ku serekeşîrên herêmê jê re hebû. Her wiha aliyê wî yê kurdayetiyê bû ku ew ji wan cuda dikir. Bi wateyeke din nêzîkatiya ji “Pirsa neteweya kurd lê dûr ji aliyê wê yê olî” û “berfirehkirina peywendiyên dîplomatîk” du xalên girîng ên stratejiya serhildana Simko ji bo damezirandina dewleteke serbixwe bûn.

Terora li Şino

Li pey sala 1926’an Simko piştî ku di şerê dawiyê de bi ser nakeve diçe bakurê Kurdistanê û ji wir jî ber bi başûr ve û li herêma Biradostê li rex çemê ku piştre weke çemê Simaîl Axa tê naskirin, bi malbat û kesên derdora xwe re akincî dibe.

Dema li gundê Muceserê bûn 60-70 kesên pêra bûn, di şertên giran de jiyan derbas kirin. Birayê wî Ehmed Axa li wir wefat kir û hate veşartin.

Êvariya roja 21’ê tîrmeha sala 1930’an Simko, çend giregir û şervanên pêre li bajarê Şino dema ku mijûlî muzakere û hevdîtinan bûn, hatin terorkirin û îro jî kes nizane termê wî li ku derê hatiye veşartin!

Dr. Qasimlo her dema ku behsa Simko dikir, bi daxbarî wiha digot: “Ez keyfxweş im ku wê salê hatim dinyayê ku Simkoyê Şikak bi destê hikûmeta Îranê hate şehîdkirin û ev jî bo min peyameke ku divê rêbaza wî berdewam bikim…”

Îro jî doza Emîrxanê Lepzêrîn, Şêx Ûbeydulahê Nehrî, Simkoyê Şikak, Pêşewa Qazî, Dr. Qasimlo û yên mayîn berdewam û terora rêberên kurd nebû sedem ku nav û doza wan bêxwedî bimîne.

Şoreşgerên Kurdistanê li ser şopa wan îro jî wê doza pîroz didomînin.

Rojnameya Kurd

Rojnameya “Kurd” peyvdara desthilatdariya Simkoyê Şikak bû ku bi texmînî tenê 6-7 hejmar jê derketine. Rûpelên wê xwedî naverokeke pir dewlemend û peyamên siyasî-civakî yên wê serdemê bi du zimanên kurdî (kurmancî-soranî) û farisî tê de cih digirtin. Bi xwendin û şîrovekirina wan gotar û peyamên wê, rêyeke tijî ronahî li ber me vedibe ku em baştir bîr û ramanên Simkoyê Şikak û armancên şoreşa wî binasin.

Rojnameya Kurd heftane bû û ji hezîrana sala1922’yan weke yekemîn rojnameya kurdî li rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Urmiyê hate belavkirin. Di rojnameya Kurd de ji zimanê Simko û rewşenbîrên derdora wî gotar û şîroveyên tije zaniyarî li ser zilm û berevajîkirina rastiyên serhildana kurdan hene.

Simko, Kawîs Axa û dengbêjên kurd

Di rêzikên stranên dengbêjiyê de pareke girîng a dîroka Kurdistanê û serbihûriya lîder û şoreşgerên kurd diyar e. Li ser mêrxasî, xebat û şehdeta lîderên Şikak û bi tabyetî jî Simko û Cewer Axa hunermendên weke Kawîs Axa (1889-1936), Şakiro (1936-1996), Evdî ( ?-?) û çend kesên din jî guhdarên xwe bi gelek razên veşarî yên li ser jiyana wan qehremanên doza Kurdistanê dihesînin.

Konfederasyona eşîretan

Di konfederasyona eşîretên kurd ên ku hêza leşkerî a serhildana Simkoyê Şikak pêk anîbûn, du eşîretên Şikak û Herkî xwedî hejmara herî zêde û di hemû salên şoreş û xebatê de li kêleka hev şerê dewleta Îranê kirin. Ji nav giregirên eşîreta Herkî, kesên weke Hacî Axayê Herkî, kurê wî Reşîd Begê û Ehmed Axayê Kerîmxanê Sîdan hevkar û fermandarên qada şer bûne.

Simko xwedî hêzeke leşkerî ya pir mezin bû. Hejmara şervanên wî carna gihiştiye zêdetirî 20 hezar kesan. Lê tevahiya van şervanan mîna artêşeke hevgirtî û di bin ala partiyeke siyasî de xebata xwe nekirine lê bi vê hêza hevgirtî ya di bin serkêşiya Simko de, wan karîn ji sala 1919’an û şûn de nîvê axa rojhilatê Kurdistanê azad bikin.

Ji bilî wan şerên biçûk ku di navbera hêzên Simko û Îranê de qewimîne, çend şerên mezin ku rûdana wan di dîroka Îran û rojhilatê Kurdistanê de cih girtiye, girîng in:

  • Şerê azadkirina bajarê Urmiyê
  • Şerê Gulmanxanê
  • Şerê Miyanduawê
  • Şerê Şekeryazî
  • Şerê Sarî Tacê
  • Şerê Azadkirina Mahabadê
  • Şerê Kela Çariyê ku weke mezintirîn şerê serhildanê tê hesibandin.

Di salên dawiya jiyanê de, Simko ji her hêlê ve di bin guvaşên hêzên biyanî û herêmî de ye. Ew li rêyekê digere ku bi rêya diyalogê pirsên di navbera xwe û dewleta Riza Şahê Pehlewî de çareser bike. Ji hêla rayedarên leşkerî-siyasî yên îranî ve jî, name û daxwaz ji bo muzakereyan digehin destê Simko.

Surmê keça Simkoyê Şikak (1928-2008) wiha behsa kuştina mamê xwe Ehmed û babê xwe Simko dike: “Şahê Îranê ew dewetî Şino kir û dema babê min digehe bajarê Şino, jinek tê pêşiya wî û jê re dibêje: “Simaîlxan bextê dewleta ecema tune, ew ê te bikujin, ger herî belkî ava vî çemê diherike vegere lê tu êdî qet venagerî…” Babê min di dawiyê de bi tena serê xwe ma û neçar jî bû ku muzakerê bi dewletê re bike, bes ew dîsa jî bêbext derketin, wekî bab û bapîrên xwe yên berê…”

Şervanê serdema Simkoyê Şikak Hemîdxanê Ehmedê Herkî (1900-1910) li ser şer û rewşa jiyana wan salan wiha dibêje: “Tê bîra min salên ku em li Mirgewerê bûn, dema Simko xeber dişand ku amade bin, Ehmedxan bi hezaran siwarên çekdar ên eşîreta Herkî ber bi wê eniya şer ve dişandin ku pêwîstî pê hebû. Me şerê dewleta Îranê dikir. Du salan em li Memkanê bûn, carna jî şer wisa dijwar bû ku kes li herêmê nedima…”

Kuştina Mar Şîmun

Mijara kuştina Mar Şîmun di karnameya serhildana Simkoyê Şikak de rastî gengeşeyên berfireh hatiye. Tevî ku nêrîn li ser cuda ne lê dîsa jî lêkolînên berfirehtir jî pêwîst in. Min bi gelek akademîsyen, dîrokzan û pisporên dîrokê re hevpeyvîn çêkirine, li vir tenê dîtina şahidekî bûyerê belav dikim.

Li ser kuştina Mar Şîmun, yek ji kesên nêzî Simko Fethulah Mîrzayî wiha dibêje: “Mar Şîmun û kesên pêre ji welatekî din hatibûn rojhilatê Kurdistanê ku li ser rêya xwe ya derbasbûnê ji gundên Kurdistanê, herêmên Mirgewer û Tirgewerê talan kiribûn û gelek kes jî kuştibûn. Piştî ketina nav bajarê Urmiyê xelk diêşandin û heta zor li wan dikirin. Ji ber wê jî Simko bawerî bi peymanbestina bi Mar Şîmun re nebû û şahidê êstiqrara desthilatdariya wan li Kurdistan û kêleka xwe be.“