20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

99 morîkên realîst

99 çîrokên mirad di qirikê de mayî…

99 çîrokên nîvco…

99 morîkên emirqutî…

99 morîkên êşê

99 morîkên edelata xwedayî…

  Di romana 99 Morîkên Belavbûyî de karekterê me yê sereke Azad e. Azad wênesazekî penaber e û li Almanyayê karê wergeriyê dike… Çîroka Azad çîroka gelek kesan e, çîroka wî çîroka êşa welatê wî ye. Çîroka Azad di ruhê wî de hatiye meyandin. Welatê wî, hezkirina-hezkiriya wî, axa wî, dêya wî, bavê wî û hwd. giş di ruhê wî de hatine rêsandin….

Romannûs û çîroknûs Helîm Yûsif di vê romana xwe de şêwaza xwe ya di kitêbên “Tirsa Bêderan, Jinên Qatên Bilind, Gava Masî Tî Dibin û Wehşê Di Hundirê Min De” de, bi kar aniye hinekî guherandiye. Helbet ne guhertineke bi temamî ye; erê naverokên mijarên romanên wî dişibin hevdu, feqet di warê şêwazê de hinekî cudahî di vê romana wî de hene. Romanên “Tirsa Bêderan, Jinên Qatên Bilind û Wehşê Di Hundirê Min De” çêjek sûrreal dide mirovî, lê belê di vê romanê de ji surrealîzmê bêtir realîzm li pêş e, yanî em dikarên bêjin romanûsê me, berê xwe hinekî daye realîzmê. Helbet mijarên romanên wî yên din realîstîk in û tenê mijarên xwe yên realîst veguhastiye îrasyoneliyê. Di roman û çîrokên Helîm Yûsif de mijar kêm zêde yek in. Lê şêwaz tê guhertin. (ev tiştekî baş e û serkeftî ye helbet) Her çiqas şêwaza nivîskaran, qalik û naveroka mijarê biteyisîne jî, taliya talî kana romana 99 Morîkên Belavbûyî realîzm e û bi vî awayî hatiye hûnandin.

Mînak ji romanê:

“Çîroka welatekî bi temamî bibû çîroka kesekî, ya generalekî. Mesele bi derbeya wî generalî dest pêkiribû.”(rp. 13)

“Navê bajarên me guhertin; navê gundan, navê dar, ax, mirîşk, karik, mîh, berxik, çivîk û zarokên me.”(rp. 13)

Jixwe roman bi vê derbê dest pê dike û didome. Romana me bi van hevokên realîst dest pê dike û dibe çîroka welatekî. Loma arvanê romanê ji aşê realîzmê derketiye. Ji hevokên jorîn jî dixuyê, mijar hinekî mêtingehî ye, kolonîzm e û bişaftin e. Helbet di romanê de gelek caran dîmênên derbirînî, surreal û îrrasyonel hatine hûnandin û afirandin.

Mînakek:

“Marên kesk ên deqdeqî ên bavê Bêrîvanê hatin bîra min, pêre jî ramaneke seyr. Dibe ku çêlikên wan marên kesk ên deqdeqî ji sala hezkirina Bêrîvanê de ketibin hundirê min û niha jî bi hezkirina Sandrayê re ew çêlikên ku bûne marên mezin ji xew rabûn û serî hildan.”(rp. 67)

Di vir de marê deqdeqî alegoriyek e. Ji ber ku romannûs tiştên xwestiye sembolîze bike bi awayekî metaforîk û alegorîk rêsandine. Ji hêla dinê ve car caran xwestiye mijarê hinekî veguhazîne surrealîzmê ango herikandina der-bin-hişiyê… Mirov tê derdixe mar metafora general e û deqdeqîbûna çermê mar jî sembola kincên general temsîl dike. Bi ajalekî metirsîdar, general hatiye vegotin. Sedema metafora balide yan jî cîqê jî herhal azadîxwestin e. Ji ber ku ev ajal li esmanan difire, esman bêsînorbûnê di dawa kirasê xwe de dihewîne; esman abadînbûn e. Azadî jî abadînbûnê di xwe de kedî dike loma abadînî û bêsînorbûn di heman demê de tên wateya azadîxwestinê, loma jî em dikarin bêjin esman azadiyê diteyisîne. Ji xwe “mar” û cîq” yek xeteriyê, yek azadiyê dinimînin.

Di roman, çîrok û helbestan de metafor û alegorî girîng in. Ew xwestekan dinimînin. Azad ji ber ku neçar maye, daye dû pêga azadiyê, loma navê wî Azad e, ew li dû şopa azadiyê ketiye, wekî navê xwe azad û cîqên li esmanan azad difire û timî li azadiyê digere. Azad mecbûr maye bûye penaberek, loma di wêneyên xwe de “mar û cîqan” xêz dike. Wî him tirs û him azadî di wêneyên xwe de teyisandine. Em dikarin bêjin, roman di navbera çîrokên tizbiyê yên penaberiyê û metaforan; xewn, xeyal û alegoriyên Azad de dibihûre.

Helbet di hin dîmenên romanan de zayendî jî ciyê xwe wergirtiye ango zayendî jî bûye morîkek ji tizbiya çîrokekê… Di her morîka tizbiyê de çîrokek penaberiyê tê vegotin. Her heba morîkê çîrokekê dinimîne, her morîkek him xweser e û him jî bi hevdu ve girêdayî ne; ji hevdu ne cuda ne, mîna morîkên tizbiyê. Heta rojek tizbî diqete û morîkên tizbiyê ji hev belawela dibin. Her morîk çîrokek e û her çîrok jî morîka tizbiyê ye. Hemû morîkên tizbiyê jî çîrokekên neqediyayî ne. Heke em tizbiya xwe bişibînin darekê: koka vê darê çîroka sereke ye, guliyên darê, şax û pelên wê jî giş li ser koka vê darê ne. Taliya talî çîroka karekterê me Azad jî koka vê darê bixwe ye û temamiya morîkên tizbiyê ne. Çîrokên bi Azad ve girêdayî ne, giş gulî û pelên koka darê ne. Hemû çîrok him dişibin çîroka Azad û him jî ji wî cuda ne.

Roman bi çîroka Azad dest pê dike ango bi serlehengê romanê dest pê dike û bi çîroka wî jî bi dawî dibe. Azad penaber e, ji bajarê welatê xwe Amûdê dûr ketiye, hatiye di Almanyayê re derketiye. Penaberî dijwar e, dûriya ji welêt ji penaberiyê dijwartir e. Azad li Almanyayê wergeriyê dike. Gelek tişt tên serê wî û ew dibe xwediyê gelek çîrokên penaberiyê. Di romanê de lehenga me ya din Bêrîvan e. Azad ji Bêrîvanê hez dike, feqet piştî hevalê wî Yasîn şevekê wî ji vê xewa hezkirinê şiyar dike şûnde, ew dev ji Bêrîvanê berdide lê belê Azad, bi hezkirineke pir cuda ji Bêrîvanê hez dike. Helbet sedema vê hezkirina wî hinekî bi rewşa wî ya malbatî ve girêdayî ye. Ji ber ku Azad sêwî mezin bûye, loma jî hezkirina wî ya  Bêrîvanê cuda ye. Jixwe em li jiyana Azad bi awayekî psîkanalîst û sosyolojîk binêrin, em ê fêm bikin bê ka hezkirina wî çiqas tiştekî asayî ye. Ji ber ku dêya Azad rehmet kiriye, dêya wî timî di xewn û xeyalên wî de ye. (Mirov dikare vê rewşa Azad, ji nav heyamên Freûdî yên psîkanalîst bi heyama Fallikê pênase bike. Di hundirê vê heyamê de Kompleksa Oedipûs heye. Rewşa karekterê me Azad jî giş bi vê komleksê ve girêdayî ye ango nêzîkatiya wî ya li hember Bêrîvanê û dêya wî ne tiştekî hêsan e. Law li hember dê tim hesas in, aşiqê dêya xwe dibin di zarokatiyê de, heman tişt ji bo keçan jî derbasdar e. Keç jî asiqê bavê xwe dibin. Ji vê kompleksê re jî Elektra tê gotin û Freûd ev ji mîtolojiyê wergirtiye…)

Azad, Bêrîvanê timî dişibîne dêya xwe. Dema Azad li rûyê Bêrîvanê dinêre dêya wî tê bîra wî. Ne ku Bêrîvan dişibe dêya wî, tenê dema li Bêrîvanê dimeyzîne hestek wilo bi wî re çêdibe û dikeve xewn û xeyalên dêya xwe. Mirov kêmasiya çi bikêşîne wî tiştî pirtir dixwaze û jê hez dike. Azad kêmasiya dêtiyê gelekî kişandiye. Loma çavên Azad li ser jinan e. Carinan Azad jinên di kolanan de diçin tên û dimeşin digerin xeyal dike û di xeyalên xwe de bi wan şa dibe. Azad êşên penaberî, sêwîtî, zayendî, eşqê û bêwelatbûnê dikêşîne û ji ber van êşan ew karekterekî têkçûyî û kaotîk e.

Tizbiya Bêrîvanê wekî xelatekî dabû Azad, timî bi wî re bû. Heta rojekê guleyek hesînî ya bêwext tê li wî diqewime… Azad û tizbiya xwe pevre belawela dibin. Miradê Azad û Bêrîvanê naçe serî. Azad bi Sandrayê re dizewice û keçek wî ji Sandrayê çêdibe, navê keça wî jî Dana ye. Paşê Azad û Sandra ji hev vediqetin û rêwitiya Azad wilo bi trajediyên cihêreng berdewam dike mîna morîkên tizbiya romanê. Roman bi 59 morîkan diqede, lê morîkek jî ji derveyî tizbiyê ye yanî bi 60 morîkan diqede û ev şikdariyekê bi mirov re çêdike. Ev tê vê wateyê ku çîroka me nîvco dimîne, ango tu çîrok bi dawî nabe, kêmasiyek timî dimîne û hwd.

Wek encam

Mijara romanê pirtir li ser penaberî û derûniya penaberiyê ye. Lê ji ber ku Azad sêwî mezin bûye, ev sêwîbûna wî derûniyeke din pê re çêdike. Ev roman li gorî romanên “Gava Masî Tî Dibin, Tirsa Bêderan û Wehşê Di Hundirê Min De” hinekî qels e. Her sê romanên wî yên din hîn serkeftî ne ji hêla şêwaz, hûnandin û naverokê ve… lê ev roman jî ji hêla teşe û hêmayan ve ne kêmî romanên din e. Yên balkêş di vê romanê de du ajal in; marê kesk ê deqdeqî û balinde-cîqê. Mar bêtir bi awayekî Groteskî disekine, metaforeke serkeftî ye û di romanê de baş hatiye hûnadin. Her du ajal bi awayekî metaforîk-alegorîk di romanê de carinan vediguhazin Groteskan (pirtir jî mar…) loma jî bi saya van her du ajalan hinekî di hin dîmenên romanê de ekla derbirîn û surrealiyê heye. Bi xêra van dîmenan ji realîzmê veqetiyaye û ketiye hemêza surrealîzmê. Di despêk û dawiya romanê de heman dîmen heye. Loma jî destpêk û dawiya romanê xweş li hev aniye û xweş fikiriye romannûs Helîm Yûsif…