25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sazûmaniya  aboriya civakî

Tevgerek bi fikrekê dest pê dike; di nav civateke biçûk ango komekê de zîl dide; bi kar û xebatên wê ve can digire û di nav civata mezin de digivire. Êdî tevger bi sazî û dezgehên xwe reng û rîçalê xwe dide der.

Gava destgeh, sazgeh û kargeh hebin, bivênevê sazumaniya aboriya wan jî dibe mijar. Ji ber ku serkeftina xebatên wan bi saya destekariya aborî pêk tê. Peydakirina navgînan, bicîhanîna pêdiviyên karker û xebatkaran, darêkirina plan û pêşnûmeyan bi saya hebûn û bikaranîna çavkaniyên aborî pêkan e. Bi gotina qîrûreş ya zanista aborî serkeftina saziyekê û teşeyê aboriya wê serbiser e lê belê rexnegirên vê dîtina qîr hene û li gor wan serkeftina saziyekê tenê bi cureyê aboriyê re pêk nayê. Cureyê rêxistin, pergal û revaçûna civaka wê û çanda xebat û hevkariyê jî mercên berbiçav û hêja ne.

Tevgera kurdî ya azadîxwaz jî xwediyê wê dîtinê ye ku serkeftina sazî û destgehekê tenê bi navgîna aborî û bi taybetî jî bi pereyan ve girêdan xeletiyeke mezin e. Lewma dîtinên serbiser yên qîr him rexne dike him jî reş dike. Li gor vê xala girîng ya destpêka riya serkeftinê mirov bixwe ye. Asta jîrbûn, zanebûn, xwepêşxistin û ahenga karkirina xebatkaran hêza saziyê jî dide der û rengûrîçalê wê aşkera dike. Saziyeke ku pêkê pê bîne û civaka xwe razî bike, wê bikaribe hewcedariyên pereyan û navgînên aborî jî peyda bike. Lewma pêlazime ku cîvaka xwe jî baş nasbike û planên xwe jî li gor wê binexşîne. Wekî civaka xwediyê rola çavkanî ye ku çi pêdivî hene jê tê girtin. Cîvaka karûxebatê dimeşîne, berhemdariyê dike ku hema bêjin a berpirsiyar û navendî ye û civaka berhem jê re tê pêşkêşkirin divê di nav çapa plansaziyê de cih bigirin.

Bi vî awayî sazumaniyeke jêhatî pekan e û dikare berdêla keda xebatkarên xwe jî bide û hêvî û daxwaziyên civaka dorhêla karê xwe bi kêfxweşî û têrûtije bîne cih.

Ev angaştên me niha rêzkirin hefteya çûyî bûbûn mijara sazûmaniya tevgera azadî li Ewropayê. Ji bo sazûmaniya  civaka kurd a li Ewropayê sazkirina rêxistina milê aborî bûbû mijara civîn û nîqaşan. Civîna ku li Hollandayê pêk hat û gelek derdorên saziyên civakî, aborî, hunerî û pîşeyî beşdarbûbûn du rojan semîner dan û gotûbêj kirin.

Di encamê de hat destnîşankirin ku li gor felsefeya tevgerê tenê bi pêşkêşiya pereyan tiştek naçe sêrî, plan û projeyek jî nagihêje encamê. Kirdeyê serkeftinê, destxistina encaman û çêkirina saziyan mîrov bi xwe ye. Ango xebatên rêkûpêk dikarin pereyan jî qezenc bikin, hewcedariyên xebatkaran jî bi awayekî baş bînin cih, sazî û destgehan jî ava bikin û li hemberî êrişan bi destê civaka rêxistinkirî û hevgirtî xwe pibarêzin jî. Lewma divê ji bo serkeftinê rûmet û hurmet şênî û kedkarên saziyan re hebe.

Destekariya sazkirina kooperatîfan jî di vê çarçoveyê de hat nirxandin. Her wiha hat destnîşankirin ku sazî û destgehên dewletê, şirket û kargehên bi destê kesan tên meşandin hîyerarşîk in. Her tişt girêdayî xwedî an jî  rêveberên burokrasiyê yên serdest in. Pîvana serkeftina wan jî qezenckirina pereyan e. Çiqasî bi destê karkerên erzan, bi hejmareke kêm lê bi demeke dirêj û zehmeteke giran xebatan bimeşînin û para qezenca bi pere zêde bikin, xwe ewqasî serkeftî dibînîn.

Berevajî vê kooperatîf an jî saziyên bi beşdariya civak û xebatkaran pêk tên saziyên serkeftî ne. Kîjan pergal dibe bila bibe, heskî kapîtalîst heskî sosyalîst be, kîjanê rola civakîbûnê derxistibe pêş, rûmet dabe kedkar, endam, xebatkar, pardar, dilxwaz, dost û hevalbendan ew serkeftî ne. Sazûmaniya dewletê ya Sovyetê encamên ji gel durmayînê re rûbirû maye û têk çûye. Hîyerarşî, şîrket, burokrasî û rêxistina siyasetê ya kapîtalîzmê jî ji vê cudatir nîn e. Lewma hergav duçarî qeyranên aborî, civakî û siyasî dibe.

Ji bo serkeftina saziyan civakîbûn xala herî girîng tê qebûlkirin. Lewma heke derfet hebin divê kooperatîf bên avakirin. Hemû endam, xebatkar, kedkar û rêveber beşdarî civînan bibin, bêyî rol û hêza kesan di çarçoveyeke hevkar û hurmetkar de gotubêjan bimeşînîn. Riya xwe bi hev re zelal bikin, li gor wê jî kar û xebatan parve bikin. Ev ê gelekî bikêr bê ku di asta cîhanî de jî mînakên wiha serkeftî hene.

Xêncî vê, lazim e ku çi kargeh û saziyên takekesî yên aborî ne û niha çalak in her wiha dixebitin jî divê wek saziyên sivîl xwe bi rê bixin, da ku pirsgirêkên di nav xwe de çareser bikin; hevkariya xwe ya pîşeyî bi pêş bixin. Li dewsa rikeberiya navxweyî ya ku ziyanê dide û hêza wan pûç dike, rê û dirbên hevgirtinê xurt bikin û berjewendiyên xwe biparêzin.

Her wiha aşkera bû ku ev dîtin, daxwaz û pêşniyarî bi carekê nagihêjin encamê û lewma divê gelek caran civîn pêk bên, nîqaş bên kirin, semîner û konferans bên sazkirin û di ber re jî kargehên wek kooperatîf, yekitiyên esnafan û hwd. bên avakirin.

Wek gotina dawî, dixwazim li ser navê xwe vê jî parve bikim. Ez kêfxweş im ku piştî nivîskariya Azadiya Welat a bîst sal berê, niha jî li pêşberî xwendekarên rojnameya Xwebûnê me. Bi xêr û pîroz be…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê