Çarşem, Gulan 19, 2021

Aboriya rêxistinkirî ya li dijî monopolan

Li gorî marksîzmê, divê milkiyet rabe. Her tişt bibe malê dewletê. Lê belê tecrûbeyên dîrokî nîşan dan ku ev çewt e. Dewlet bixwe wek monopolê dibe xwedî milkiyeta herî mezin. Bi riya burokratên xwe jî ji yên kapîtalîst xerabtir zordestiyê dike.

Nav, reng û rûçikê pergalê çi dibe bila bibe ji berê ve heyanî niha hatiye dîtin ku xeletiya herî mezin desteseriya milkiyetê ya monopolan e. Milkiyeta qesta me lê ye, tenê xwedîtiya erdê nîn e. Patent û destûrname/ruhsat, qanunên bêtesîr û bi navê parastina reqabetê riya monopolan vedikin jî di nav çarçoveya dahûrandinê de ye. A niha dermanê Covîd-19’ê ji ber patentê tenê di dest çend şîrketan de ye û rê nadin ku hilberîna wê bi destê hin saziyên din pêk bê û mirovahî ji vê belayê rizgar bibe. Wekî vê hemû şîrketên teknolojiyê bi vê rêyê sermaye û hêza xwe diparêzin.

Li hemberî monopol ango bi qewlê gotina kurdî hûtên aboriyê, gelo divê helwesteke çawa hebe? Destdanîna li ser nabe encax bi destê dewletê pêkane ye û ku ew jî monopalek e. Lê şert û mercên guncav ew in ku rêxistina civakê di vê der barê de hebe. Çawa gêrik gava ya xwe bikin yek zora fîlan dibin yek, rêxistina civakî jî ji bo vê girîng e.

Saziyên sivîl ên berxwarinê, saziyên esnaf, dikandar, marangoz û bazirganên xwedî hêza, keda xwe an jî yên navîn divê rêxistinên xwe xurt bikin. Bi rêya kooperatîfan, yekitiyên sermayeya hevpar, hevgirtinên kirîn û firotana hewcedariyan, kelûpelan û berheman bên sazkirin.

Xebatkarên xwedî pîşe yên wek bijîşk, parêzger, endezyar, muhasebe, şêwirmendê karsazî û diravî, rêxistina xwe ya pîşeyî ji nû ve bihûnin. Yekitiyên wek kargeh û karxaneyên hevpar û xweser saz bikin. Wek nimûne, bijîşkê her bajarî dikarin bi hev re nexweşxaneyan saz bikin. Wexta ew karê bijîşkî dikin, muhasebe û aborîzan jî dikarin hesabgirî, rêveberî û rêxistina wê saz bikin. Hemû karker pîşekar, xebatkar wek meclis biryaran bidin û beşdar bibin. Ev dikarin di asta welêt de bi awayekî konfederalî tev bixebitin. Amûr û alavan bi hev re peyda bikin. Standart û pîvanan saz bikin, tecrûbe û zanînan parve bikin, destekariya pîşeyî bidin hev. Ev hêz hem dikare hûtên monopol zêdetir kar bikin û hem jî zordestiya wan asteng bikin.

Unîversîteyên îroyîn ji civakê qetiyane û ji bo destekariya aborî li gor daxwaza şîrket, monopol û dewletan dixebitin. Dîsa rasterast bi destê monopolan hatine avakirin. Lê belê xwedan pîşeyên di nav jiyanê de kar û xebatan dikin, dikarin sazî û unîversîteyên xwe ava bikin an jî bibin endamên unîversîteyên heyî, wek mamoste, şêwirmend, zanîn û ezmûnên xwe parve bikin. Dîsa xwendekar bikaribin di kargehên van saziyên sivîl de ezmûnan bikin, destekariyê bidin û pîşeya xwe jî bi pêş bixin.

Yekitiya rênçber û cotkaran gelekî girîng e. Bi rêya kooperatîfan, an jî wek saziyên sivîl dikarin hemû karê xwe jî bikin yek an jî ji bo hin karan bibin hevkar. Wekî bi hevkarî kirîna tov, gubre û alavan pêkan e. Dîsa dikarin bihayê xwe, mercên xwe li pîyaseyê bidin qebûlkirin û xwe li hemberî hûtan, spekulatoran biparêzin. Her weha dema firotinê jî dikarin standartên kalîteya berhema, bihayê wê baş bikin.

Li dewsa bankayên bazirganiya pereyan dikin, divê kooperatîf banka an jî kompereyên gel hebin ku ji bo destekariya projeyan bixebitin û perê wê jî bi destê beşdarên kedkaran bê peydakirin. Li dewsa patentên hûtan, bankaya patentan ji gel re vekirî hebin ku kî bixwaze karekî bike ji patentan bi serbestî sûd werbigire. Li dewsa standartkirina ziman, ders û lêkolînên unîversîteyên di bin xizmeta hûtan de ne fêrgehên serbest divê hebin ku modêla wek wîkîpedîayê û bêhtir mînak hene.

Kargehên xweser an jî pîgariya xebatkaran ku sektorên wek petrol, enerjî, bendav, rêya erebe, rêya hesinî yan hewayî xwe bixebitînin. Sermayeya van giran e û xebateke navendî pêwîst e. Bacgir heke dewlet be yan jî rêveberiyeke herêmî be, dikare pareke sermayeyê ji bo van karan veqetîne. Hewce be karsaziyên civakî ne yên takekes jî bibin hevpar. Ev kargehên ku bên avakirin divê xweser bin. Karê wan jî bi destê xebatkaran bimeşe. Hiskî karker be, hiskî xwedanpîşe be ku wekî endezyar, aborîzan, karsaz hwd divê meclisên xwe ava bikin. Li gorî pêdiviyan di hin periyodan de civînan pêk bînin. Biryaran bidin, kontrolê bikin, rêveberiyê bijbêrin, karkeran bigirin, an jî ji kar dûr bixin. Karên teknîk û fînansî aşkera bikin û biryaran bidin… wê rêveberiya xwe jî xwe bi xwe bimeşînin.

Ev sazî bi sermayeya xwe nehatine sazkirin. Lê karê ku dikin stratejîk e. Hem ji bo pêşketina aborî, him jî ji bo destfirehî û xêrxweşiya civakê kar dikin. Pozîsyona wan bi awayekî di rewşa monopol de ye. Lewma qezenca wan jî standart e û garantî ye. Li gorî vê lazim e standartê jiyana karkeran misoger bike û beşa qezencê ya mayî bide budçeya navendî ji bo karûbarên din bê şixulandin an jî kompereyên destekariya projeyan dikin. Li dewsa meaşekî standart wekî kapîtalîzmê divê meaşê li gorî pêdiviyan hebe. Kesê destkar dike divê aşkera bike ku çiqas lêçûna wî heye. Li gorî wê meaşek bê dayîn. Pirsgirekên wî kêm an zêde bibin, divê meaşê wî jî li gorî wê biguhere. Mesela heke kirê dide, heke sexbêriya gelek şêniyên malê dike, li malê xebatkar kêm bin, zarok zêde bin û xumamiya wan lazim be.

Naveroka berêHîs
Naveroka ya piştî vêDerbûna dilê me…