spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aboriya Tirkiyeyê benê xwe qetandiye

Xwendeyên hêja û ezîz wekî hûn jî dizanin têkildarî sersalê peyveke me kurdan heye! Bivênevê salê carekê tê bîra me. mîna portekala yafayê, weke hingivê Sêrtê, nola xurmeyeke Bexdayê, fena hejîreke Şingalê; eynî mewîjeke Hebabê û dimsa Tizyanê, na wele şibî gûşiyeke tiriyê Lawê Koce Cibûr û di şikefta zimanê me de bi ser hev de şîrêz dide û hey dide. Ev bûyer salê carekê di şikefta zimanê me de diqewme! Bi vê boneyê me jî got beriya paşiya 21’ê û pêşiya 22’yan nêzî hev bibe, em jî bi destûra we dixwazin vê peyvê ji bo aboriya tirk bi miqamekî din saz bikin.

serê salê binê salê aboriya tirk li binê palê!..

Paşiya salê pêşiya salê aboriya tirk li binê newalê!..

Tim bêben û bêpergal e. Her çendî aborînas Erdogan pirtûka ‘Nas Kapîtal’ a aboriyê nivîsî be jî wisa xuya ye ku xwarovîçko nivîsiye. Heft xwezî bi wan rojên ‘Das Kapîtalê’! Qet nebe rû û rûçikên mirovan dikeniya. Di wê serdema ‘Das Kapîtalê’ de aborînas nebûbû aborîmîst û her wekî hûn jî dizanin ‘Das Kapîtal’ jî nebûbû ‘Nas Kapîtal’! Xwedê bi rehma xwe şa bike, baş e Karl Marx bi çavên serê xwe ev rojên giran û gewrik nedîtin. Heke li jiyanê ba û şahidî li van rojan kiribana gelo dê ji bo ‘Dasçî’ û ‘Nasçiyên’ îro çi gotiba? A rastî ev mijara meraqê ye, lê em nedin dû ji bo nebe…

Hasilê bablîsokên pergalî, siyasî û aborî li hev har û hêrs bûne. Wisa xuya ye dê sala 2022’yan jî bablîsokên aborî yên Tirkiyeyê bidomin. Jixwe aboriya Tirkiyeyê tayê xwe qetandiye û li ser kîjan benî ye, ne diyar e. Xwediyê pirtûka ‘Nas Kapîtalê’ aborînas Erdogan, dixwaze bi xeyalên ‘Nas’ û gulgulî civakê aş bike û ‘ber bi pêş ve bibe’. Lê bi wê pirtûka we xwedî û we nexwendî, ew tenê bi aborîlîstikên aboriyê radibe û rûdine. Çerxa pergala aboriyê bi aborîlîstokan digere û em tev di bin de dimînin!

Ha îca, nebî hûn li kerguhên ‘NASperest’ gudarî bikin. Ew bêbinî û bêbext in, hebe nebe derdê wan text û mext in. Mal û milk, xan û man, qesr û koşkên xwe nadin me. Hêvî û bendewariyên xwe ji serê sala nû nekin, tayê xwe saxlem bikin. Malûm, ji vê hêlê ve pêşiya me zivistan e û paşiya me bê pîne ye. Ji wê hêlê ve serê salê qul e û binê salê qulopilo ye.

Îca ma ji qeyd û bendên bendîniyê pêve me çi heye? De îca werin em bi hev re qeyd û bendên xwe biqetînin û cîhaneke teze ava bikin. Bila tayê me hebe û saxlem be.

Dawiya dawî; Li xwe nedin, li ber xwe bidin, ne ‘Das Kapîtal’ û ne jî ‘Nas Kapîtal’. Bijî yekbûn û yekitiya bênanan. Bimre koledarî, bijî azadî.

Binê salê çû, serê sala we bi xêr û bereket be!..