Duşem, Mijdar 29, 2021

Aboriya Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve diçe

Erka Bankaya Navendî ya welatekî  parastina nirxê pereyê xwe ye. Lê Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê bi kiryarên xwe nîşan dide ku erka wê ya sereke pêkanînên xwestekê şexsekî ye.

Li gor aboriya Tirkiyeyê ya heyî tu sazî û dezgeh ne li bendê bûn ku Bankaya Navendî faîzê daxîne. Lê bankaya navendî dîsa pîvanên aboriyê serobino kir û vê carê 2 pûanên faîzê daxist.

Bi vê daxistinê re dolar li heberî TL  rekor li ser rekor şikand û 9.84 lîre derbas kir. Ev zêdebûna dolar ji xêrê re nîne elbet.

Îro li hemû cîhanê di bihayê petrolê de guhertina zêde çênabe. Lê li Tirkiyeyê ji 16’ê cotmehê vir ve ji ber zêdebûna dolar zem tê ser bihayê motorîn û benzînê.

Ji ber ku Tirkiye di sala 2018’an de dest bikaranîna pergala Eşel’ê ya ku nedihişt zêdebûna dovîzan li ser motorîn û benzînê bandor bike, kiribû  nikaribû benzîn û motorînê zem bike. Lê niha hikûmet ji bo sala bê 32 milyar û 152 milyon dolar butçe ji bo vê beşê veqetandiye ji ber wî jî tê texmînkirin ku di rojên pêş de benzîn û motorînê zêdetir zem bikin. Heke pergala Eşel’ê jî bê rakirin dê 2. 98 lîre zem bê ser benzînê û 2.42 lîre jî zem bê ser motorînê.

Wek tê zanîn piştî bûyerên ku çêdibin banka û şîrketên mezin li ser pereyên welatan texmînan dikin û li gor wî ramedana dikin. Niha ji ber tevliheviya di siyaseta Tirkiyeyê de li gorî  gelek şîrketên mezin wê di meha mijdarê de Bankaya Navendî faîzê daxîne 15’yan û dolar jî wê ji 10.37 tl’yî derbas bike.

Lê ji serokkomar heta rayedarên Tirkiyeyê wek tu pirsgirêkên dewletê tunebin tevdigerin. Yek jî mînaka tevgera wan a bêberpirsiyar jî ragihandina wan a li ser sefîrên 10 dewletên Ewropayê ne (DYA,Almanya, Fransa, Danîmarka, Fînlandiya, Hollanda, Swêd, Kanada, Norveç, Zelendaya Nû). Çend roj berê ji ber ku van sefîran gotibûn Osman Kavala yê ku 4 sal in girtiye berdin Erdogan li ser wan gotibû ‘min talîmat daye wezîrê xwe yê derve û min jê re gotiye ez wan li welatê xwe naxwazim’. Ji sedî 60-70 îhracata Tirkiyeyê bi van dewletan re ye.  Hûn jî dikarin texmîn bikin ku dê ev bûyer li ser aboriya Tirkiyeyê bandoreke çawa neyînî çêbike.

Li aliyeke daxistina faîzê û nirxwendakirina tl li aliyê din tevlihevî û ne aramiya di siyaseta Tirkiyeyê de kura dowîzan zêde dike.

Hêza Erka Tevgerên Darayî yên Navneteweyî (FATF) jî li gor şopandina tevgerên Tirkiyeyê, Tirkiyeyê bi spîkirina pereyê reş tewanbar kir û xist lîsteya gewr. Yanî FATF di vir de dixwaze bibêje Tirkiye ji çeteyên terorî re alîkariya pere dike. Lê hûn jî her roj li ser nûçeyan dibînin ku ev kiryar veşartî nayên kirin. Bûyera vêya ya herî nêz jî pêşwazîkirina talîbaniya bû.

Ev hemû bûyer li ser pereyê Tirkiye bandor dike û dê bi xwe re enflasyon û zamê bîne. Lê ji xeynî zem û enflasyonê zêdebûna dolaran li ser deynê Tirkiyeyê heyî jî dike.

Niha deynê Tirkiyeyê 446 milyar dolar derbas kiriye û dema di kura dowîzan de kurişeke zêde bibe ev jî tê wateya ku dê Tirkiye 4 milyar û 600 milyon dolar zêdetir deyndartir bibe.