spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ada: Bi îşkenceyê perdeya guhê birayê min teqandin

Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 69’emîn de didome. Malbatên girtiyan li gel berfa zêde ya nava bajêr her roj diçin Baroya Amedê û çalakiyê li dar dixin. Malbat daxwazên edaletê dînin ziman. Yek jî wan malbata Reşahat Ada yê. Reşahat Ada ji 16’ê mijdarê heta îro ji bo birayên xwe Hamdusena Ada nobeda edaletê digire. Xwîşka Hamdusena Ada Reşahat Ada têkildarî armanca çalakiyê û rewşa birayê xwe ji me re axivî.

Reşahat Ada ku ji navçeya Farqînê ye, anî ziman ku birayê wê Hamdusena Ada yê 30 salî 18 sal ceza lê hatiya birîn û 11 sal in girtî ye. Ada wiha got; “Li Amedê hat girtin. 4 salan li Girtîgehan Amedê ma. Piştî 4 sala ew şandin Girtîgeha Rîze yê. Li wir jî 4 salan ma. Nexweşiyên dil bi dayik û bavê min re hene. Dayik û bavê min ji ber nexweşiyên xwe nikarîbûn biçin Girtîgeha Rîzeyê. Ji bo birayê min bînin Girtîgeha Amedê, me daxwazname da dadgehê. Rojek şûnde xwestin em heqê rê bişînin. Diyar kirin ku piştî heqê rê bişînin dê Hamdusena bişînin Amedê. Birayê min 3 salê  di Girtîgeha Tîpa T ya Amedê de girtî ye.”

20 polîsan îşkence li wî kirin

Ada bal kişand îşkenceya ku li birayê wê hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Nexweşiya dil û guh bi birayê min re heye. Di bin çavan de îşkence lê kirin û perdeya guhê wî teqandin. 20 polîsan îşkence li wî kirin. Me doz vekir. Lê heyeta dadgehê li şûna îşkencekaran ceza bike cezayê disîplînê da birayê min. Divê her meh ji ber nexweşiya dil bê derzîkirin. Lê wî derman nakin. Dema dibin nexweşxaneyê zêdeyî 2 hefteyan dixin karantînayê û ji ber karantînayê bêtir nexweş dikevin.

Ji malekê 3 kes hatin girtin

Ada anî ziman ku heta niha ji malbata wan gelek kes hatine girtin û wiha lê zêde kir: “Xwişk û 2 birayê min hatin girtin. Xwişka min girtin û 7 sal ceza lê birîn. Di 7 salan de li girtîgehên Amed Tarsûs, Stenbol û Rîzeyê girtin û piştre hat berdan. Disa birayekî min ê din li Amedê girtin û salekê girtî ma. Ji ber ku hêj tê darizandin çû Swîsreyê.”

Em ser bidin jî dest ji dozê bernadin

Reşahat Ada neheqiyên ku li wan hatine kirin jî bibîr xist û wiha bi dawî kir: “Hemû endamê mala me hatine girtin. Ji ber ku em kurdin û em welatparêzin me davêjin girtîgehan. Carekê bê sebeb ez binçav kirim. Wê rojê Qereqola polîsan a Farqînê bang li bavê min ê 80 salî kirin û jêre gotin: ‘Tu ji doza xwe poşmanî an na? Bavên min got em ne poşmanin. Em sere xwe didin. Lê dest ji doza xwe bernadin.’ Bavê min hêj tê darizanin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Em serbilind in û wîcdanê me rehet e. Em doza ax û mafê xwe dikin. Bila Wezîrê Dadê û Serokkomar denge me bihîse. Bila ev neheqî biqede.”