spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agahî ji nûnerên PYD’ê nayên girtin

Hêzên ewlehiyê yên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 10’ê Hezîranê, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen û her du endamên têkiliyan yên PYD`ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz li Başûr, dema ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê, revandin. Heya niha tu agahiyên zelal ji aliyê asayîş û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ve nehatine dayîn.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) xwe gîhand malbatan û agahî girtin. Birayê Cîhad Hesen, Ferhad Hesen metirsiya li ser jiyana birayê xwe anî ziman û got: “Ev sê hefte ne ku Cîhan û hevalên wî li gel Asayîşa herêma Başûrê Kurdistanê hatine girtin. Em nizanin ku ji bo çi hatine girtin. Der barê wî de tu agahiyan nadin me. Zêdetirî 7 sal in ku xebata xwe ya siyasî li başûrê Kurdistanê dimeşîne. Tiştekî derveyî zagonên herêmê nekiriye. Karê ku dikirin bi rêya zagonên herêmê dikirin û bi awayekî eşkere dikirin. Em ji rewşa wan metirsîdar in.”

Gelek caran hat binçavkirin

Ferhad anî ziman ku birayê wî Cîhad gelek caran hatiye binçavkirin û got: “Beriya 4 mehan Cîhad bi mêvandarî derbasî rojavayê Kurdistanê bûbû. Zêdeyî 3 mehan li wir ma. Piştî vegeriya başûrê Kurdistanê asayîşa başûrê Kurdistanê bi telefonê lê geriyan û got ‘Dosya li ser navê te heye û divê tu werî gel me.’ Gotibûn divê tu di saet 9’ê sibehê de li gel me bî. Cîhad, zêdetirî 3 saetan di lêpirsînê de ma. Gelek caran Cîhad hatiye lêpirsînkirin. Ji bo karê nûnertî û rêxistinê li başûrê Kurdistanê neke, belge danîne pêşiya wî û gotine divê tu îmze bikî ku tu careke din vî karî nakî. Ruxmî ku karê wan bi awayekî fermî bû, lê dîsa jî wiha nêz dibûn.”

‘Gef li malbatê xwarin’

Ferhad destnîşan kir ku beriya Cîhad Hesen bê girtin gef li malbatê xwarine û jêre gotine “Divê hûn dev ji vî karî berdin û dûrî rêxistinê bikevin” Cîhad wiha got: “Malbata me jî li başûrê Kurdistanê gelek caran rastî gefên asayîşa herêmê dihat. Di lêpirsînê de pirsên ‘Hûn çi karî dikin, navê hevalên we yê li rojavayê Kurdistanê çi ne, rêveberiya Rojava kî ne.’ pirsîne.

Ferhad anî ziman ku beriya sê rojan malbata wî û malbata Misetefa Osman Xelîl çûn asayîşe, lê tenê hevjîna Cîhad Hesen û hevjîna Mistefa Osman Xelîl derbas kirin. Ferhad diyar kir ku ji wan re hatiye gotin ku ‘hevdîtin qedexê ye, 15 heya 20 rojan di lêpirsînê de dimînin. Qedexe ye kes wan bibîne û hevdîtinê bike.’

‘Wan berdin’

Ferhad bang li serokê herêma Kurdistanê, parlementoya herêma Kurdistanê û partiyên siyasî kir ku yên hatine binçavkirin yekser bên berdan û got: “Rojavayê Kurdistanê di rewşeke awarte re derbas dibe. Dijmin ji her alî ve dixwaze projeya rojavayê Kurdistanê têk bibe. Divê tu kes nebe alîkar û xwestekên dijmin bi ser nexin. Girtina wan zerarê dide danûstandinên kurdî-kurdî. Xwesteka me ew e ku girtî bên berdan. Kurd divê bibin yek û nebin sedema binpêkirina beşeke Kurdistanê. Divê her kes xwedî li projeya rojavayê Kurdistanê derbikeve.”

Hevjîna Mistefa Osman Xelîl, Edla Ebdullah jî anî ziman ku hevjînê wê du caran ji aliyê hêzên Parastinê ve hatiye binçavkirin û got: “Di binçavkirinê de her jê re digotin dev ji vî karî berde û belgeyek ji bo berdana kar danîn pêşiya wî û jê dixwastin ku îmze bike.”

‘Di lîsteyê de navê wan hebû’

Edla Ebdullah destnîşan kir ku roja şemiyê çûne asayîşa herêmê û wiha got: “Navê Cîhad Hesen, Mistefa Osman Xelîl û Mistefa Ezîz Mistê di lîsteya wan de bû. Min ji wan re pere û hejmara telefona xwe danî. Li gor ku min fam kir rewşa wan qet ne baş e, ji ber wê yekê pêwîst e her kes bi şopa wan bikeve, ji bo azadiya wan bixebite.”

Hevjîna Mistefa Ezîz Mistê, Fatma Şahîn Ismaîl jî diyar kir ku beriya 3 salan hevjînê wê hatibû binçavkirin û got: “Di binçavkirinê de gef li wî û malbatê xwarin. Xwestin ji başûrê Kurdistanê derbikevin û biçin Rojavayê Kurdistanê. Em her saetê li benda agahiyekê ne. Lê heya niha tu agahî nedane me. Em bang dikin û dixwazin serbest berdin.”