spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agir bi gemiya Îranê ket û noqî avê bû

Li gorî dîmenên ku li ser malpera Xark ya Hêzên Deryayî  ya Îranê hatin parvekirin li Kendava Omanê agir bi gemiyeke Îranê ketiye û tevî hemû hewldanên rizgarkirinê gemî noqî binê avê bûye. Gemiya ku navê Cezîre anku (girav) lê hatibû kirin wekî gemiya herî mezin a Îranê bû ku ji bo veguhestina petrolê dihate bikaranîn.

Li gorî ajansa Asociated Press ew yek ji gemiyên herî mezin bû ya Hêzên Deryayî ya Îranê û ew bi peywîra alîkariya leşkerî radibû, her wiha di nava barê wê de çend balafirên Helîkopter jî hebûn.

Heta niha derbarê sedema bûyerê de tu agahiyên fermî ji aliyê Îranê ve nehatine kirin lê gelek caran di bûyerên wiha de tiliyên tewanbariyê bi alî Israîlê ve didin, anku wan wekî berpirsiyar dibînin.

Wekî tê zanîn di sala 2020’an de jî karesateke wiha di nava Hêzên Deryayî yên Îranê de qewimîbû dema ku fûzeyek bi şaşitî li gemiyeke wan ketibû û di encamê de 19 deryavanên wan jiyana xwe ji dest dabûn û 15 jî birîndar bûbûn.