20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirbesta Idlibê ket meriyetê

Serokdewletê Rûsyayê Vîlademîr Pûtîn û serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan  di 5’ê adarê de  li Moskowê ji bo Idlibê civiyan. Di civînê de biryara agirbestê derket û ji bo Idlibê ‘belgeyek hevpar’ jî hat ragihandin. Li gorî hevdîtin û rewşa heyî Tirkiye destvala ji civînê veqetiya. Her wiha çeteyên li vir jî naxwazin ji herêmê derkevin. Agirbesta ku hatî îlankirin baweriyê nade hemû aliyan. Gelo agirbest dê bandorek çawa li têkiliyên di navbera rejîma Sûriye û Rûsyayê, têkiliya Tirkiye û Rûsyayê, her wiha Tirkiye û Amerîkayê bike ne diyar e. Bi taybetî agirbest dê bandora xwe li siyaseta Tirkiyeyê jî bike.

Rûsya û rejîma Sûriyeyê di 27’ê sibatê de li Idlibê li leşkerên tirk xistin û bi dehan leşker mirin. Piştre trafîka diyalogê dest pê kir. Civîna Pûtîn û Erdogan 2 saetan dom kir. Heyetên aliyan jî civînek li dar xist. Piştî civînê li ser agirbestê li hev kirin.

Beriya xwendina belgeyê, Pûtîn diyar kir ku: “Ji sersalê û vir ve faliyetên terorê yên li Idlibê zêdetir bûn. Bi awayekî fiîlî milîtanan dest bi şer kir. Her demê di dîtina xalên hevpar de bi ser ketine û li hev kirine. Îro jî heman tişt bû. Em li gel serwerî û yekparebûna axa Sûriyeyê ne. Piştî hevdîtinê me belgeyeke hevpar amade kiriye. Wezîrên karên derve yên her du welatan dê vê belgeyê aşkera bikin. Ev belge wê şer bide sekinandin û sivîlan aram bike.”

Erdogan piştî Pûtîn axivî diyar kir ku rejîmê li sivîlan daye, îdîa kir ku armanca rejîmê ew e ku  Tirkiyeyê bixe zorê.

Belgeya hevpar ji aliyê  Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çawişoglû ve hate xwendin. Di belgeyê de van xalan cih girt: Li tevahî herêmên ku alozî û şer lê hene dê hemû xebatên leşkerî di 6’ê adara 2020’ê saet 00:01’î de bên rawestandin. Li Bakurê rêya (M4) Heleb-Lazikiyê 6 kîlometre li başûrê wê bi kûrahiya 6 kêlometre wê korîdoreke ewlekariyê bê avakirin. Di nav 7 rojan de dê biryarên esas bên zelalkirin. Wê dewriyeyên rûs û tirk 15’ê adarê li ser rêya M4 ji devera Trûmba heta Eyn El Hawarê dest pê bike.” MOSKOW