spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirbesta li Filistînê çawa hat pêşwazîkirin

Piştî 11 rojan ji şerê giran ku di encamê de bi sedan kuştî û birîndar li pey xwe hiştin, roja înê agirbestek hate ragihandin. Di qada navnetewî de dengvedaneke mezin a vê agirbestê çêbû û gelek welatan kêfxweşiya xwe derbarê wê de da xuyakirin.

Gelek hewldanên qayilkirina aliyê şer hebûn lê hewldana herî berbiçav ya Misrê bû. Piştî ku ji saet 02:00 berbanga roja înê de li Xezayê agirbest pêk hat, Qahîreyê 2 şandeyên ewlekariyê şandin Til Ebîbê da ku çavdêriya agirbestê bike.

Li hember wê yekê nivîsgeha serokwezîrê Israîlê Binyamîn Netenyahu biyara agirbestê ya ji alî welatê xwe ve da xuyakirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi daxuyaniyekê kêfxweşiya xwe ji agirbestê anî ziman û behsa rola Misrê û welatên din ên ku kedeke mezin ji bo vê agirbestê dane û wiha got: Ez spasiyên xwe pêşkêş dikim ji bo serokê Misrê Abdulfetah El Sîsî û rayedarên Misrê yên ku roleke girîng di vê agirbestê de lîstin. Em kêfxweşin ku ew şerê dijwar ê ku bû sedema kuştina gelek sivîlan bidawî dibe û ez sersaxiyê dixwazim ji hemû malbatên israîlî û filistînî ên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha Biden got ku dê welatê wî ji nêz ve alîkariya xwe ya bi Neteweyên Yekbûyî re berdewam bike da ku alîkariya mirovî bighînin Xezayê lê alîkariyên me di hikûmeta filistînê re bin ne bi Hemasê re.

Ji aliyekî din Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî kêfxweşiya xwe ji bo biryara agirbestê anî ziman û destxweşiya hikûmeta Misrê kir ji bo rola wê ya girîng ya di pêkanîna vê agirbestê de.

Her wiha serokê Misrê Abdulfetah El Sîsî jî got: derbarê agirbestê de serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya telefonê li min geriya û me nêrîna xwe ya hevbeş ya çareseriyeke mayinde bi rêyên dîplomasiyê anî ziman.

Di heman çarçoveyê de Wezîrê Karên Derve yê Ingilîstanê Dominic Raab kêfxweşiya xwe ji agirbestê anî ziman û got ku divê hermû alî li ser berdewamiya vê agirbestê rawestin û dawî li vê tundiya ku nayê pejirandin were anîn.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Parastinê yê Israîlê Beni Gantz got ku artêşa wan bi hişyarî û baldarî vê agirbestê dişopîne û ji bo ihtîmala ku êrîş ji Xezayê werin kirin artêşa wan di rewşa amadekariyê de ye.

Ev daxuyanî piştî ku konseya wezareta Israîlî, tevgera Hemas û ya Cîhada Islamî agirbest erê kirin û 11 rojên şerê giran, bi sedan kuştî û birîndar li pey xwe hiştin.

Agirest çawa pêk hat

Serokê Misrê ji bo hewldanên agirbestê 2 şandeyên ewlekariyê şandibûn ji bo hevdîtinên bi rayedarên  Israîl û Filistînê re. Misrê der barê Xezayê de du aliyê wêhebûn. Aliyekî wê mirovî bû û yê din jî derbarê stratîjiya ewlekariya netewî de bû. Di encama xebat û hevdîtinên şandeyên Misrê re agirbestek hate ragihandin .

Agirbest piştî şerekî dijwar ê 11 rojan pêk hat ku wekî şerê herî giran ê di navbera Filistîn û Israîlê de ji sala 1914’an de heta niha. Her wiha ji bo ji nû avakirina cihên ku Xezayê wêran bûne hewcedarî bi sedan milyon dolar heye.

Agirbest ji alî filistîniyên Xezayê ve bi kêfxweşî û pîrozbahiyan hate pêşwazîkirin û li aliyê Israîlê jî êdî dengê hişyariya ji bo fûzeyan hate birîn û bi bêdengî pêşwaziya vê agirbestê kirin.