18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ajaleke 24 hezar salî hat dîtin

Zanyarên Rûsî lêkolîneke li ser ajaleke ku 24 hezar sal berê qerisiye kirin û dan zanîn ku ajal hê jî dijî. Ajala bi navê Bdelloid Rotifer li Sibîryayê ji rûbara Alayeza hat derxistin.

Piştî ku cemeda li ser heliya Bdelloid Rotifer bi zêdebûna bêzayendî zêde bû. Tê diyarkirin ku ev ajal di avê de dijî.

Li gor rêbaza temen diyarkirina karbonê temenê Bdelloid Rotiferê di navbera 23 hezar 960 – 24 hezar û 485 sal an de ye.

Li gor lêkolînên ku berê hatibûn kirin digotin piştî ajaleke biqerise herî zêde dikare 10 salan bijî. Lê bi dîtina Bdelloid Rotiferê ev agahî guherî.