25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ajansa Enerjiya Navneteweyî û Îranê hev tewanbar dikin

Nûnerê Îranê yê Rêxistinên Navneteweyî di civînên Viyana de Ajansa Enerjiya Nukleerî ya Navneteweyî tewanbar kir ku ew li gorî hin aliyên siyasî tevdigere. Nûnerê Îranê Xerîb Abadî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dibe ku tevger û kirinên Gerînendeyê Ajansa Enerjiya Nukleerî ya Navneteweyî li ber pêşketina hevdîtinan bibin asteng.

Abadî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîterê wiha got: “Rapora Ajansa Enerjiya Nukleerî ya Navnetewî ne li gorî şertên hevkariya di navbera wan û Îranê de ye û agahiyên wê raporê ne rastin û hemû aliyên hevkariya bi Îranê re nadin xuyakirin.”

Ji aliyekî din ve Gerînendeyê Giştî yê Ajansa Enerjiya Nukleerî ya Navnetewî  Rafael Grossi Îranê tewanbar kiribû ku wekî tê xwestin ew hevkariyê bi ajansê re nake. Her wiha fikarên xwe yên der barê karên veşarî yên nukleera Îranê de anî ziman û wiha got: “Divê em van rastiyan deynin ber konseya parêzvanên Ajansa Nukleerî da ku kirin û biryarên xwe li gorî agahiyên zelal bide.”

Rafael Grossi daxwaza xwe ya ji bo ku Îranê agahiyên zelal bide Ajansa Nukleerî dubare kir û wiha got: “Ji bo ku Îranê baweriya Ajansa Nukleerî bi xwe bîne divê ew agahiyên zelal der barê rewşa nukleera xwe ya di 3 cihan bide, berê jî Ajansa Nukleerî derbarê wan deveran agahiyên zelal ji Îranê xwestibûn.”

Beriya wê wezîrê Karên Derve yê DYA’yê jî gotibû heke bernameya nukleera Îranê bi vî rengî berdewam bike ew dê bikaribe di nava çend hefteyan de bibe xwedî çekên nukleerî.

Çav li rê ye ku Ajnasa Nukleerî bi Îranê re li ser peymanekê li hev bike, beriya hilbijartinên Îranê ku dê di 18’ê vê mehê de pêk were. Lê wiha xuyaye ku hîna herdu alî li ser gelek mijaran li hev nekirine.