Rojnameya Heftane

Ajoyê Efendî

Dr. Sharo I. Garip

Demagogên kolonyalîst ev çendekî ye karekî nû dane ser milê xwe. Di nav kelaşê kurdan ên bi destê ejdadê wan hatibû avakirin, li dilê kurdan di aliyê rastê de digerin. Bêguman derdê komîserên îdelojîk ên neo-kolonyalîzmê bergirtina hişyarbûna kurdan e. Dixwazin careke din keriyî têxin hewşa efendiyî. Lêbelê di hewşa efendiyî de wek tê zanîn ne mafên mirovan ê şexsî ne jî yê civakî hene. Mekana gelemperî ji milletên serbixwe re cihê serbestî û azadiyê ye, lê li koloniyan hewşa efendiyî ye. Di dema modern de wek nirx, nedestdayîna heysiyeta mirovan ji gelên bindest re betal e. Gava li welatekî mirî bi koman di bin peyarêyan de, ji tûrikan derkevin an jî bi kargoyê laş an cendekên miriyan bên şandin û goristan bêne xirabkirin, heysiyeta mirovan li wir tune ye. Jixwe eger ew maf hebin jî ku zimanê te tune be,  wê mirov bi çi mafê xwe biparêze! Di hewşa efendiyî de, ne bes destê kurdan hatiye girêdan, zimanê wan jî hatiye mohrkirin.

Li Kurdistanê cihê gelemper, ji alikî ve bi destê dewletê bi sûran hatiye dorpêçkirin, ji alikî ve jî bi destên bêşûr, lê bişor, hizr û peyvên partiyan, dibistanan û medyayê, ziman û siyaseta kurdan esîr girtine. Kolonyalîzma nû û ajandaya wan li Kurdistanê û berdevkê wan bi metod û gotinên nû, dixwazin re-kolonyalîzmê wek self-kolonyalîzmê veşêrin û rewa bikin. Veşartin an jî perdekirin stratejiyek bihêz e. Eger hûn dijmenên xwe yan muxalifên xwe nebînin nikarin xwe ji wan biparêzen. Slogana siyaseta nû ya ‘em siyaseta nasnamê nakin’ bi awayekî qedexekirina ziman û hişyarbûna kurdan e. Ji ber vê yekê zimanê kolonyalîzmê çeka dagirkirin û amûra rewakirina zilmê ye. Bi wateyeke metaforîk, di dema kolonyalîzma nû de bêçek û ketûmhiştina kurdan e. Lê hûn çiqas veşêrin jî, em dîsa kamçiyê di nav peyvê we de dibînin. Her çiqas hûn di rafirîneriya xwe de, kolonyalîzma xwe ya nû û nijadperestiya xwe perde bikin jî em aşkera dikin. Hêrsbûna we ji ber vê ye. Mîrata we ya hizrî çi çep be, çi jî rast be, bi piranî digihîje Ittihatî Terakkî û Jon Tirkan. Ji dema Ittihatî Terakkiyê heta îro, di welatê me de, meriv bêrê li ku derê bixe hestiyên mirovan dipijiqin. Yên di bircên bi hestiyan hatine avakirin de rûniştine, tu caran xwe bi rastiya xwe re rû bi rû nekirine. Bi zimanê serdestan, siyaset û peyvên boyaxkirî we her tim qirkirin xemiland, dagirkerî bi xwe re rewa kir. Di pêvajoya kolonîzekirina Kurdistanê de, her du muhafazakarên siyaseta tirkan bi pêşbaziya metoda şîdet û elîmînasyona çepê tirkan, di pêşbaziya metoda rehabîlîtasyon û entegrasyonê de wezîfeyên xwe dikin. Neo-kolonyalistan Kurd-Kurdistan bi nasnameya ser-nasnameya bin, demokrasiya herêmî, biratiya gelan bi nav kirine.

Yên bi matbaaya ermenan rojnameya cumhuriyetê ava kirine, qonaxên ermenan kirine koşkên cumhuriyetê, ji milk/erdên dewlemendên rûm/huruman zeyt û sabûn çêkirine, her wisa bi stranên kurdan radiyoya TRT’ê dewlemend kirine; îro jî bi vê kevneşopiyê  dest dane ser siyaseta kurdan. Lê yên destûrê didin jî dîsa kurd bi xwe ne. Divê em kurd li van nakokiyên xwe di nav dînamikên xwe de bigerin. Ne bes dagirkeriya xelkê, lê em bi xwe milk û nirxên xwe û çandê bi siyasetê erzan dikin. Em bi xwe ne qedrê çandê ne jî yê zimanê xwe digirin. Bi awayekî din, em peymana di nav nifşan de binpê dikin. Sermayeya bi hezaran salan a ji nivşên din gihîştiye me, divê em jî her wisa biparêzin û bidin nifşên li pey me bên. Mixabin ne rewşenbîr, ne siyasetmedar, ne jî hunermendên kurd, vê erka xwe ji sedî sed pek tînin. Ne heqê me ye, em vê mîratê bi navê demokrasî, enternasyonalîzm an sosyalîzm û biratiya gelan radestê xelkê bikin. Lê belê em bi piranî milkê xwe dewrî efendiyan dikin, ji efendiyî re jî dibin ajok.

Ji dînamikên hundir ên nakokiyên kronîk di nav civaka kurd de çêdikin, yek jî nêrîna tirk-zentrîk e. Kolonyalîzmê di fabrîkaya xwe de ji kurdan re aqilekî protez afirandiye û ew perwerde kirine û ew aqil ji rêzika tirk-zentrîk dernakeve. Ew aqil di fabrîka û labora koloniyalîzmê de ji aliyê çepê ve, yan jî îdeolojiya rast ve tê eyarkirin, bes di xizmeta sîstemê de ye û ajoya teoriyên wan e. Wek Mînak: Ew ên wek temîrciyên kolonyalîzmê dixwazin xizmetê bikin, gelek caran dibêjin kurd û kurdayetiyek yekpare tune ye. Ew gotin bi zanîn, yan nezanî xizmeta neyekbûna kurdan dike. Gava milletekî bindest çi sosyalîst, demokrat, femînîst an lîberal sunnî an elewî yan êzîdî be, li ber kêr û xenceran be, di cora hovîtiyê de be, kurd ji mijarên efendî, demokratbûn, an laîsîzma efendî ji xwe re bike derd şermeke mezin e. Erê em tiştekî dizanin, kurd yekpare ji tevan re xulam in. Çi sosyalîst, demokrat misilman elewî, êzîdî yan femînîst be, pirsgirêka me azadbûn e.

Kolonyalîzma nû û yên efendî ev demek e, ciwanên welatparêz û hişyarbûna kurdan ji tîrên xwe re kirine armanc. Gelekî bi hêrs bûne; ew bûyer, dîscourse/vegotina nû wek tevgera muhfazakarên kurd bi nav dikin. Armanca tîrên wan diyar in; dixwazin çavên kurdan ên dibişkivin derxînin. Yên di nav kurdan de, wek nêçîrvanan, yan ji yên efendî re kar dikin, nikarin di temîrxanaya kolonyalîzmê de bibin kalfa/xelfe. Lê wek kesekî balyoz/zomp di dest de, di nav milk û sermayeya kurdan de hûr dike, ji bo bigihîjîne asta xurdeciyan.

Xulasa teoriyên li her dera dunyayê tên bikaranîn, li Kurdistanê hatine erzankirin pere nakin; kolonyalîzm, emperyalîzm, nijadperestî ?! Ew li gel me nîn in, dibe li Îsraîlê, USA yan Afrîkayê hebin… Hal ew be zanîna civakî li Kurdistanê bûye zanîna cahiliyê yan nezanan!

sgaripü@uni-köln.de

Zanîngaha Kölnê beşa Xebatên Rojhilata Navîn.