spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Akdenîz 27 sal in winda ye

Xizmên windayan û ÎHD her hefte ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyan li dar dixin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bêne darizandin” di hefteya 653’an de berdewam kir. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî ku li gundê Kerra yê navçeya Pasûr a Amedê, di 20’ê sibata 1994’an de, leşkeran ew binçav kirin û 27 salin agahî jê nayê girtin, pirsî.

Rêveberê ÎHD’ê ya Amedê Yakûp Guven, qala Akdenîz kir û wiha got: “Leşkeran di 20’ê Sibata 1994’an de bi ser gundê Kerra de girtibûn. Bi zorê welatî ji malên wan derxistibûn. Mehmet Mehdî Akdenîz, wê demê li mizgefta gundikê Gerger girtin û anîn gund. Jin, zarok, pîr û kal li qada gund kom kirin. Hin xanî şewitandin. Eskeran navê Îrfan Akdenîz ê 18 salî, Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî, Ziya Çîçek ê 22 salî, Faîk Akdenîz ê 35 salî, Mehmet Şirin Allahverdî yê 35 salî û Halît Akdenîz ê 40 salî xwendin, li ber çavên gundiyan îşkence kirin. Piştre 6 kes birin navçeya Pasûrê. Halît, Îrfan, Mehmet Şirîn û Ziya piştî 18 rojan serbest berdan. Lê yên din bernedan. Ên hatin berdan bi Mehmet Mehdî Akdenîz re li Qereqola Navçeya Pasûrê 5 rojan bi hev re man. Leşkeran piştî 5 rojan Mehmet Mehdî Akdenîz birin Qereqola Eskerî ya navçeya Farqînê. Malbatê serî li hemû rayedaran dan. Lê bi tu awayî agahî ji Akdenîz negirtin.”