23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aktîvîstên TJA’yê û xwendekaran serdana Şenyaşar kir

Seredanên piştevaniya ji bo Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên li ber Edliyeya Rihayê çalakiya Nobeta “Edaletê” li dar dixin didomin. Di roja 23’yemîn a çalakiyê de, rêveberên Şaxa Egîtîm-Sena Rihayê, xwendekarên zanîngehê û aktivîstên TJA’yê yên Eden û Mêrsînê îro serdana malbatê kirin.

 Pêşî rêveberên Egîtîm Senê hat serdana malbatê û Ferît Şenyaşar behsa binpêkirinên mafan ên di dema nobetê de kir. Şenyaşar têkildarî danişîna roja 2’yê nîsanê ku li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê bê dîtin, agahî da û diyar kir ku dadgeh di bin zextên siyasî de ye.

Qeydên li nexweşxaneyê

Dayik Emîne Şenyaşar jî têkildarî kêliyên komkujiya li nexweşxaneyê axivî û wiha bang li dozgerê dosyayê kir: “Te sond xwar ku dê ‘bi edalet bî’ û hatî wî meqamî. Bila qeydên nexweşxaneyê bên derxistin û edalet bi cih were.”

‘Bila edalet bi cih were’

Dayik Şenyaşar da zanîn ku heke qeydên nexweşxaneyê bên derxistin û kurê wê yê di êrîşê de bi dijwarî birîndar bû û hat girtin bê berdan, wê çalakiya xwe bi dawî bikin û wiha domand: “Em 23 roj in li vir in. Em jî westiyan bila êdî edalet bi cih were.” Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Rihayê Mahmût Bînîcî li ber dilê Şenyaşar da û diyar kir ku daxwaza malbatê ya edaletê daxwaza wan e û anî ziman ku wê piştgiriyê bidin wan.

Xwendekaran serdana malabatê kir

Pişt re xwendekarên zanîngehên Nevşehîr, Ege û Haranê serdana malbatê kirin. Xwendekaran ji malbatê derbarê tiştên bi serê wan de hatin de agahî girtin. Dema xwendekar ji cem malbatê veqetiyan, polîsan ew di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.

Polîsan nehişt daxuyanî bê dayîn

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên ji Eden û Mêrsînê hatin Rihayê serdana malbate. Dayik Şenyaşar ji jinan re behsa tiştên hatine serê wan kirin. Jinan diyar kir ku ew piştgiriyê didin malbatê û demeke dirêj bi dayik Şenyaşar re sohbet kirin.

Piştî seredanê jinan xwest li ber cihê lê rûniştin bi dayikê re daxuyaniyê bidin lê polîsan bi hinceta “Qedexeya Walitiyê” heye daxuyanî asteng kir. Li ser vê yekê, aktîvîsta TJA’yê Bedriye Kûş bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Dayikek 23 roj in li ber avahiya edliyeyê rûdine. Em jin, ji Edene û Mêrsînê hatin ku serdana wê bikin û diyar bikin em li cem wê ne. Bêguman wê edaleta îlahî pêk were.”

Dayik Şenyaşar jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: “Li şûna hûn ê me asteng bikin, bila we kesên komkujî pêk anî asteng bikira.” Di pêvajoya çalakiyê de jin 3 caran di GBT’ê re hatin derbaskirin.

RIHA