spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aktivîstî jin li Tirkiyeyê rastî êrîşê hat

Li gel qanûnên Îranê yên ku mafên jinan tune dihesibîne gelek caran jin rastî cezayên giran tên û li hember vê yekê jî gelek ji wan berê xwe didin hin welatên din.  Nesîbe Şemsaî jî yek ji van jinan bû ku ji bo nekeve girtigihê berê xwe da Tirkiyeyê. Lê belê li Tirkiyeyê jî rastî erişê hat û hat binçavkirin.

Nesîbe Şemsaî jineke aktivîstî ya ji Îranê ye. Mimar û çiyagerek e. Şemsaî  wek jineke çiyager di sala 2018’an de bi armanca protestokirina qanûnên Îranê yên li dijî jinan, derkete lûtkeya çiyayê bi navê Damavand ê li Îranê.

Şemsaî bi vê çalakiya xwe xwest hem qanûnên ku dewleta îranê zextan li ser jinan ferz dike hem jî nêzîkatiyên hişmendiya serdest protesto bike, li ser lûtkeya çiyê desmala xwe avêt û wêneyekî xwe parve kir.

Piştî çalakiyê dadgeha îranê 12 sal ceza li Şemsaî birî. Li ser vê yekê jî wê berê xwe da Tirkiyeyê û ev nêzî sê sal in ku li Tirkiyeyê dijî.

Du roj berê parêzerê Nesibe Şemsaî Kurtuluş Baştimar li ser hesabê xwe yê twitterê da zanîn ku 4 kesên ku navê wan ne diyar li Stenbolê avêtine ser mala muwekîla wî û êrişî wê kirine. Heta demekî ji bi tu awayî ji agahî negirtine.

Parêzer Kurtuluş Baştîmur îro jî têkildarî Nesîbe Şemsaî agahî da û wiha got: “Di serî de me tu agahî ji muwekîla xwe negirti heta ku vê sibehê. Doh polisan wê biriye ji bo îfadê. Em vê êrîşa li ser Nesibe Şemsaî şermazer dikin. Li hemberî vê yekê em ê serî li hemû rê û rêbazên qanûnî bidin.”