Rojnameya Heftane

Albûma Botanê û vejandina dengan

Albûma Botanê vejendina dengên kurdî ye. Ev bi taybetî jî di kilamên Çiyayê Cudî, Heyran Jaro, Êvar E û Mîrane de xwe nîşan dide. Di albûmê de ahenga deng û gotinê gelekî xweş û geş e; ew zewqeke edebî ya kûr dide me Welat Ramînazad

Ez muzîka kurdî wekî muzîka tradîsyonî; devkî û teknolojîk dikim du kategorîyan. Ji muzîka modern a kurdî qesta min ew muzîk e ku bi amûrên teknolojîk ên wekî plak, kaset û di studyoyan de çêdibe. Muzîka tradîsyonî jî naturel e, di nav gel de çêdibe. Temenê muzîka kurdî ya teknolojîk a Bakur herî zêde dikare xwe bigihîne salên heftêyan. Piştî ku gund hatin valakirin û şewitandin, ekserîyeta nufûsa kurdan berê xwe da bajaran. Li dû salên nodî muzîka kurdî ya teknolojîk geş bû lê vê geşbûnê xwe li ser tradîsyona xwe ne; li ser teqlîd û îdxalkirina muzîkên gelên din ava kir. Ji ber vê yekê muzîka kurdî hem ji tradîsyona xwe ya salan qetîya hem jî nekarîbû tradîsyoneke nû jî ava bike û tê de qrîzeke ontolojîk peyda bû ku hêj jî didome.

Bi taybetî piştî salên du hezar û dehan di muzîka kurdî de (qesta min muzîka kurdî ya Bakur e) hewldan û lêgerîna avakirina tradîsyoneke nû, sentez û modernîzekirina muzîka tradîsyonî dest pê kir. Bingeha hewla avakirina tradîsyoneke nû bi piranî edebîyata kurdî ye. Ew dixwaze ji wir tiştekî derxe. Hewldanên modernîzekirina muzîka kurdî jî li ser qada muzîka tradîsyonî ava dibin. Ew dixwazin senteza muzîka teknolojîk û tradîsyonî çêkin. Sedema van lêgerîn û hewldanan a yekem, qrîza ontolojîk a ku muzîka kurdî tê de ye. Li cîyekî ez rastî tespîteka etnomuzîkologekî belçîkayî hatibûm. Wisa digot: “Civakên ku kilamên xwe yên gelêrî nabêjin, kultura wan civakan mehkûmê tunebûn û korbûnê ye.”  Mirov dibêje qey ev tespît ji bo rewşa muzîka kurdî ya îroyîn hatîye gotin… Ev tespît jî sedema duyem a hewldan û lêgerînan îzah dike. Çimkî ji muzîka kurdî ya teknolojîk hema hema tu tişt nehat.

Berîya vê bi çend rojan albûma nû ya Awazê Çiya bi navê “Botan” li ser platformên medyaya civakî hat belavkirin. Di albûmê de deh kilamên gelêrî yên herêma Botanê, kilamên bi kurdîya kurmancî hene. Aranjorê albûmê jî Mehmûd Berazî ye. Hewldan û lêgerînên deh salên dawî yên muzîka kurdî di albûma Botanê de xwe bi zelalî û geşbûnî nîşanî me didin.

Piranîya mirovên bindest çi amûrên çanda xwe yên maddî çi yên manewî qedir û qiymeta wan nizanin û wan naparêzin. Di nav çanda kurdî de qadeke ku zahf hatîye îxmalkirin jî qada dengên kurdî ye. Ger ez ne xelet bim, di muzîka kurdî de li ser deng, rîtm, tingîn… ên kurdî xebateke zanistî ya qeydkirin, berhevkirin, pênasekirin, cûrekirin, tasnîfkirin û hejmartina dengan çênebûye. Gelo di muzîka kurdî de çend deng hene? Taybetmendîyên wan çi ne? Çiqas dengên muzîka kurdî mirine? Mirina dengan li gorî yê gotina zûtir çêdibe. Divê em gavek berî gavekê dengên kurdî berhev bikin û ji mirinê xelas bikin.

Beramberî her gotinê dengek heye. Lê beramberî her dengî gotinek nîn e. Pêşî deng hebû, paşê gotin çêbû. Gotin bikodbûna dengan e. Lorik û hawar deng in. Kilam, gotin in. Lorik û hawar li gorî kilaman prîmîtîf in. Çawa resm bi xêzekê dest pê dike, mirov dikare bêje muzîkê jî bi tingîna lorikan dest pê kirîye. Di muzîka kurdî de ji hêla gotinê ve mêr serdest in. Ji hêla dengan ve jî jin serdest in. Di albûma Botanê de serdestîya dengên muzîkjenên jin berbiçav e. Gotin bi îqtidarê ve têkildar e, deng bi bindestbûnê ve. Ji ber vê bindest, klîşeya “Hûn dengê me nabihîzin”ê tekrar dikin. Spîvak di xebata xwe ya bi navê  “Madun dikare qise bike” de nîşanî me dide ku gotinên madunan/bindestan tune ne, yên wan tenê deng in. Di muzîka kurdî de jinên kurd çima ne domînant in û ne xwedî gotin in? Hêja Netirkê di rojnameya Yeni Ozgur Politikayê de, li ser vê pirsê nivîseke bi navê “Wî wî wî” nivîsîbû. Ji hêla dengên muzîka kurdî ve serdestbûna jinan, di peywendîya deshilatdarîyê de bindestbûna wan nîşanî me dida.

Deng ji gotinê gelekî biqudrettir e. Peywendîya gotinê bi hiş ra heye lê ya deng bi ruh, bîra kolektîf û takekesî ra heye. Helbest çiqas kûr û geş be jî nikare xwe bigihîne geşbûn û kûrbûna dengê muzîkê. Marcel Proust, di Gerran Bo Katî Ledestçû (Li Soranî wilo hatiye wergerandin) de, di qismeke dirêj a romanê de dixwaze kûrbûn û geşbûna vê parçika berhemeke muzîkê vebêje lê gotin têrî wî nakin. Di fîlma Kazim Oz “Zerê” de meriv dibîne ku dengê kilamekê çawa dibe wesîleya rêwîtîya ber bi xwebûna xwe ve.

Têkilîya bîra takekesî û kolektîf a bi muzîkê re çi ye? Dema ku berhemeke muzîkê karibe hem xwe bigihîne bîra takekesî, hem jî ya kolektîf wê çaxê ew berhem mayinde dibe. Muzîkjenên kurd gelek caran di bîra takekesî de dimînin û nikarin di nav bîra kolektîf û takekesî de sentez an jî pirekê çêkin. Jixwe muzîka kurdî ya teknolojîk ji bîra kolektîf a tradîsyonî qetîyaye.

Muzîka kurdî ya teknolojîk tenê ji hêla gotinan ve na, ji hêla dengan ve jî ji tradîsyona xwe qetîyaye. Piranîya gotinên stranên muzîka kurdî ya teknolojîk, bi peyvên kurdî lê bi mantiqa zimanê tirkî tên nivîsandin. Li gorî gotinê, xisareke mezin li dengên kurdî ketiye û ew hatine îxmalkirin. Lê albûma Botanê vejendina dengên kurdî ye. Ev bi taybetî jî di kilamên Çiyayê Cudî, Heyran Jaro, Êvar E û Mîrane de xwe nîşan dide.

Di albûmê de ahenga deng û gotinê gelekî xweş û geş e; ew zewqeke edebî ya kûr dide me. Dema ku ez li albûma Botanê guhdarî dikim, ji gotinên kilaman zêdetir di nav dengên kilmanan de kûr dibim û diponijim…

Giringîtirîn alîyê albûma Botanê ya Awazê Çiya ev e ku senteza muzîka kurdî ya tradîsyonî û teknolojîk çêkirîye û tradîsyona muzîka kurdî ji nû ve diafirîne, wê modernîze dike. Bi hêvîya ku ev alîyê albûmê jî bibe mijare nivîsa kesekî/e din…