Hozan Aydin albûmek li rêze-albûmên xwe yî bi navê ‘Stran Jiyan e’ zêde kir. Albûma nû ya Hozan Aydin bi navê ‘Wa Şehîd e’ di mijdara 2021’an de derket.
Albûm ji 7 stranan pêk tê ku hemû gotin û awazên wan yên Hozan Aydin in.
Albûm ji van stranan pêk tê:
Wa Şehîd, Bêriya Te Dikim Dayê, Têkoşîna Gerîla, Nabe, Xindeqa, Meke Bira, Newroz Bûka Adarê
Kurtejiyana Hozan Aydin
Hozan Aydin di sala 1962 de li gundê Xindeqa, girêdayî navçeya Tekman a Erziromê ku dikeve nava Serhedê ji dayîk bûye. Wek gelek hozanên kurd bi temenekî ciwan dest bi stranbêjî û dengbêjî yê kiriye. Li dibistanan dengê Hozan Aydin ji aliyê mamosteyan ve tê ecibandin û ji bo gelek pêşbirk û şahiyan tê pêşniyar kirin. Li welat û Stenbolê piştî ku gelek salan derbas dike, di sala 1992 de koçê Almanya dike. Li Almanya di Koma Xebat û di Koma Helîm Dener de xebatan meşandiye. Herwiha Hozan Aydin li Almanya ketiya nav gelek liv û tevgerê muzîkê û karan derxistine holê. Ji bilî albûman gelek stranên ku bi navê ‘Single’ tê nasîn derxistiye û bi guhdarvanên xwe re parve kiriye.
Albûmên wî
Konserên Navnetewî-1994
Şevbêrka Dengbêjan 1–2001
Bêje–2002
Stranên Dilê Me–2003
Şevbêrka Dengbêjan 2 – 2005
Stran Jiyane 1–Bavê Min – 2006
Stran Jiyane 2–Vejîn – 2008
Stran Jiyane 3–Biborîne 2017
Stran Jiyane 4–Wa Şehîd – 2021
Stranên wî yê herî zêde hatine guhdarîkirin:
Mîrê Min, Lorî, Esmer, Dilo ez bimrim, Pê nikarim.