19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Alim: Em li dijî zilmê bibin yek

Kongreya Dîn û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî bi dirûşma “Bi hev re em aştiyê belav bikin” li Zanîngeha Rojava dest pê kir.

Kesayetên dîndar û siyasetmedar ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komsera Komîteya Parastina Azadiya Olî ya Navneteweyî Nadine Menza, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berakat, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriye û Telat Yunis, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa, Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senharîb Bersûm û nûnerên Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê di kongreyê de amade bûn. Di kongreyê de dê gelek peyamên dîtbarî werin dayîn. Di nav de yên Komîteya Ol û Civakê ya Koma Civaka Kurdistanê (KCK), patrîk Mor Ignatius Joseph ê Sêyemîn yê Yewnan, patrîkê Suryanên katolîk ên Antakyayê, gerînendeyê Ewqafê ya El-Ezher El-Şerîf, şêxê ola êzidî û serokê Meclisa Ruhanî ya Laleşa Nuranî Baba Şêx Elî û bi navê zerdeştiyan nûnerê zerdeşt ê Rojava El-Aserwan Îsam Sebrî Mihemed hene.

Îro mijarên “Ji bo ku ol wek şêwazeke jiyana aştiyane were bikaranîn çi astengî li pêşiyê hene” û “Faktorên ku bi navê olan li dijî gelan hatin bikaranîn û bûn sedema binpêkirinan çi ne?” hatin hiqaşkirin.

Di roja duyemîn a kongreyê de, wê belgefîlmek têkildarî tecrubeya Rojava were pêşandan. Wê serokê Komxebata Diyalogê ya Cîhanê û serokê Kongreya Edalet û Aştiyê Prof. Dr. Hamid Bin Ehmed El-Rifaî û metranê Suryanên ortodoks Mar Eustatios Matta Rohm biaxivin.

‘Nirxên gelan hatin parastin’

Di kongreyê de Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer axivî û got: “Bi saya fedakariyên mezin ên şehîdan, bi hezaran êzidî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nirx û rêgezên hemû pêkhateyan hatin parastin.”

Omer bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û got: “Dewleta tirk a dagirker aloziyên li Sûriyeyê û herêmê bi kar anîn, ji ber wê destwerdana Sûriyê, Iraq, Lîbya û Misirê kir. Ji destpêka şoreşa Rojava ve, êrişî herêmê û pêkhateyên wê dike. Destek da êrişên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê. Piştî tunekirina DAIŞ`ê, bi xwe tevî komên radîkal û terorîst destwerdan kir û gelek sûc li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê pêk anîn û demografiya wan herêman guherand ku di encamê de bi hezaran şêniyên herêmê koçber bûn.”

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku Tirkiye dijminahiya hemû pêkhateyên herêmê dike û kurdan, xiristiyanan û Ereban dike hedef. Omer piştrast kir ku ew hewl didin Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî ava bikin.

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk şêx Mihemed El-Xerzanî axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir. El-Xerzanî destnişan kir ku ji bo biserxistina nirxên hevbeş divê hemû pêkhate, ol, bawerî û netewe bibin yek û wiha lê zêde kir: “Em bi saziyan re hevkar in û armancên vê kongreyê jî ew e ku hemû cureyên zilmê yên li dijî nîjad, ol, bawerî û civakan bi dawî bike.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Muna Yusif jî bal kişand ser çawaniya derbaskirina aloziyan û wiha got: “Li herêmên me aloziyên siyasî, aborî û civakî re hene, divê em ji bo analîzkirina sedemên derketina van aloziyan li dîrokê vegerin da ku roja xwe ya îro nas bikin û pêşeroja xwe diyar bikin. Ji bo ku ev alozî werin çareserkirin, divê ol bi rola xwe rabin û dîroka olan baş were analîzkirin û li gorî vê serdemê were şîrovekirin.”

Paşê serokê Nivîsgeha Rêveberî û Rêxistinê ya Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan peyama Komîteya Gel û Baweriyan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) xwend.

Saroxan peyam xwend û wiha got: “Divê civakek biwijdan û xwedî exlaq were avakirin. Ev erka bingehîn e ku divê em wê li hember civakê pêk bînin. Ev erk di hemû ol û baweriyan de erkek e ku divê pêk were. Divê em cudahî û pirrengiya hev qebûl bikin. Nehêlin ol û bawerî bibin sedema nakokî û şeran. Divê em bi hev re rola sereke ya hemû ol û baweriyan aktîf bikin û hezkirin, aştî û biratiyê di navbera gelan de bi pêş bixin. Divê em ji bîr nekin ku ol û baweriyên li ser rûyê erdê, xwedî heman armancê ne. Divê di vê çarçoveyê de eniyeke hevbeş were avakirin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê