spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aliyê tirk pêvajoyê dixitimîne

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Pêwîst bû ku hefteya borî Wezîrê Karê Derve Sergey Lavrov û Wezîrê Parastinê Sergey Şoygû yê Rûsyayê ji bo bi erkdarên tirk re rûnên serdana Tirkiyeyê bikirana. Ev serdana ku di deqeya dawiyê de hat betalkirin di serê gelek kesan de pirsnîşan ava kir. Li ser vê mijarê pirsên ji şêwirmendê serokdewletê Rûsya Vlademîr Pûtin Dimîtrî Peskov re di civîna çapemeniyê de hatin kirin bê bersiv man. Bêguman bêbersivmayîna van pirsan ji milekî ve asta krîza di navbera Enqere û Moskovê de dide nîşandan.

Tê gotin ku şandeya rûs di balafirê de agahiya betalkirina girtine. Ev jî nîşan dide ku Rûsya û Tirkiye di hin mijarên girîng ê herêmê de ne hemfikirin.

Diyar e ku ev hevdîtina rojeva wê pevçûnên li Libya û Idlibê her roj dijwratir dibin ji bo rêya çareseriyê têr nehatiye dîtin. Ango aliyekî nexwestiye di vê pêvajoyê de destê xwe lewaz bike, yan jî nexwestiye pêşî li pevçûnên dijwar dibin bigire û rêya çareseriyê bi pêş bixe. Ji ber aliyê nexwestiye hevdîtin pêk bê aliyê tirk e, aliyê naxwaze li herêmê çareserî û îstîkrar bi pêş bikeve jî aliyê tirk e.

Di navbera aliyên tirk û aliyên rûs de ev demek dirêj e ji bo vê hevdîtinê amadekarî dihatin kirin. Li ser gelek mijaran jî li hev hatibûn. Tê zanîn ku di 10’ê hezîranê de ji bo vê hevdîtinê Pûtîn û Erdogan bi rêya telefonê axivîbûn û ji bo hevdîtin pêk neyê tu astengî nebûn.

Di vê hevdîtinê de dê pêwîst bû ku li Lîbyayê agirbest bihata ragihandin. Ev agirbesta ku demek dirêj e li ser nîqaş tên kirin ji ber aliyê tirk naxwaze pevçûn rawestin her tim nagihêje encameke erênî. Di vê mijarê de ji bo agirbestek bingehîn bê ragihandin biryarên Konferansa Berlînê ya di 19’ê çileyê de hatibû li darxistin jî wek tê xwestin neketin meriyetê. Dewleta tirk çawa ku li tu deveran naxwaze agirbest hebe naxwaze li Lîbyayê jî agirbesetek bingehîn bê îmzekirin. Ji ber dewleta tirk êdî ji ranta şer sûd werdigire ev şer bi kêrî wê tê.

Di mijara agirbestê de di 2’yê hezîranê deû Hefter ragihand ku ew ji bo agirbest bê ragihandin destûr didin ku komîteya leşkerî yên mavneteweyî xebat bidin meşandin. Der barê vê mijarê de 9’ê hezîranê de ji aliyê hêzên Sarraç  ve jî hat ragihandin ku ew jî ji bo hevdîtin bên kirin destûr didin.  Yanî agahiyên dewleta tirk ji despêkê ve ji her gav û cîvînên li ser agirbestê tên pêk tên heye. Lê derdê dewleta tirk ne agirbest e.

Moskov ji pêşveçûnên heyî zêde nerehet e. Bi taybetî piştî ewqas amadekarî û xebatên betalkirina hevdîtina wezîran di aliyê rûs de aciziyek mezin daye avakirin. Rûsya piştî Idlibê vê carê li Lîbyayê jî ji hêla tirkan ve hatin xapandin. Lewma her çiqas niha di vê mijarê de ji Kremlînê deng derneketibe jî ev nayê wateya qebûlkirina vê mijarê.

Mijara Lîbyayê mijareke pir girîng e û ger di demek nêz de çareseriyek jê re neyê dîtin wê ev mijar veguhere girêka kor. Wê carê derfetên heyî jî wê ji dest biçin. Niha li pêşiya çareseriyê fitne û entrîqayên Osmaniyan hene. Bawer dikim ku di vê mijarê de aliyê di xitimandina pêvajoyê de israr dike wê bibe aliyê têkçûyî.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê