23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Alîgirên Îranê carek din encamên hilbijartinê red kirin

Piştî duh encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê hatin aşkerekirin, alîgirên Şîayê yên Iraqê carek din encamên hilbijartinê red kirin.

Di 10’ê Cotmeha 2021’an de hilbijartinên pêşwext yên Iraqê pêkhatin, piştî encamên ne fermî yên hilbijartinê hatin ragihandin, aliyên Şîayan ên nêzî Îranê encam red kirin.

Piştî 50 rojan duh encamên dawî yên hilbijartinên pêşwext yên Iraqê ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ve hatin ragihandin.

Piştî ku encam hatin ragihandin, carek din aliyên Şîa nerazîbûna xwe nîşandan. Aliyên Şîe Nurî Malikî, Emar Hekîm, Heyder Ebadî, Hadî Amirî û Qeys Xez Elî bi daxuyaniyek hevpar dan û encamên dawî yên hilbijartinan red kirin.

Aliyên Şîa di daxuyaniya xwe de ragihandin ku Desteya Dadwerî ne li gorî qanûnê kar kiriye, komîsyonê jî heman encamên berê aşkere kiriye, ji bo wê ew encaman red dikin. Aliyên Şîe banga hilweşandina hilbijartinê kirin.

Parlamenterê Iraqê Bextiyar Şaweys li ser encamên dawî ên hilbijartinan wiha got: “Piştî encamên dawî ên hilbijartina hatin eşkerekirin, ji bo Dadgeha Bilind ya Federa a Iraqê tê şandin. Divê dadgeh jî di nava 15 rojan de encaman bipejirîne. Eger encam hatin pejirandin, divê dinava 15 rojên din de parlamentoya nû kom bibe.”