24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Almanyayê xwest siyasetmedar Nazdar Ecewîd dersînor bike – Hat nûkirin

Hat ragihandin ku hikûmeta Almanyayê biryar da ku siyasetmedara kurd Nazdar Ecewîd radestî dewleta tirk bike. Polîsan ji bo Ecewîd radestî dewleta tirk bikin, di saetên şevê de bi ser kampê de girt û ew bir balafirxaneya Farankfûrtê. Her hiwa hat gotin ku ger Ecewîd bê radestkirin wê li Tirkiyeyê bi cezayê muebedê bê darizandin.  

Piştî vê agahiyê me bi parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz re têkilî danî. Sariyildiz agahiya der barê radestkirina Nazdar Ecewîd de piştrast kir û got ku dema haya wa jê çêbûye wan tavilê agahî daye derdorên siyasî û saziyan. Sariyildiz anî ziman ku piştî hewldanên wan, rayedaran biryar guhert û parêzerê Ecewîd ji diyar kir ku polîsên alman Ecewîd biriye kampa li dima.

Her wiha, li ser platforma medyaya civakî ji bo Nazdar Ecewîd neyê radestkirin bi navê #StopDeportationOfNazdarEcevit tag hat destpêkirin.