spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Almanya: Me li Nambiyayê komkujî kir

Cara yekeme ku Almanyayê li xwe mukur tê û dibêje ku wan di dema dagirkirina Nambiyayê de komkujî kirine. Almanyayê soza pêşkêşkirina alîkariya madî ya zêdeyî Milyarek ewro bi wî welatî kir.

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas kêfxweşiya ji bo peymana di navbera Almanya û Nambiyayê de anî ziman û derbarê mijarê de wiha got: “Ji îro şûnde em wan bûyeran wekî komkujî binav bikin.  Dê Almanya ji ber berpirsiyariya dîrokî û exlaqî dê lêborîna xwe bixwaze  ji gelê Nambiyayê û neviyên kesên ku di wan komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane”.

Li gorî lihevkirina bi Nambiyayê re dê Almanyayê alîkariya wan bike ji bo ji nû avakirina welatê wan û dê 1.1 milyar ewro alîkarî bide û bibîr dixwe ku ew pere ne berdêla  xwîna wan e.

Wekî tê zanîn Nambiyayê ji 1884 heta 1915 di bin dagirkeriya Almanyayê de bûn.  Di navbera salên 1904’an û 1908’an de li dijî serhildana gelê Nambiyayê destwerdanên hovane pêk hatibûn û li gorî belgeyên dîrokzanan artêşa alman derdora 75  hezaran ji êlên Hîrîr û Namayê kuştine.