19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aloziya Filistînê ber bi şerekî dijwartir de diçe

Her ku diçe aloziya li Filistînê dijwartir dibe û li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di encama êrîşên ezmanî yên artêşa Israîlê de 24 filistînî hatine kuştin, di nava wan de 9 zarok û 2 rêveberên rêxistina Hemasê jî hene.

Derbarê mijarê de Wezîrên Karên Derve yên Ereban Îro civîneke awarte li ser êrîşên artêşa Israîlê li dijî gelê Filistînê lidar dixin.  Sekreteriya Giştî ya Yekitiya Welatên Erebî banga vê civînê kiriye da ku destwerdan û binpêkirinên artêşa Israîlê û êrîşên li dijî Mescid El Aqsa û malên filistîniyan goftûgo bikin.

Heta niha der barê mijarê de Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî nikariye biryarekê derbarê vê aloziya li Qudsê derxîne. Li gorî hin çavkaniyên dîplomasî Amerîka gotiye ku biryareke wiha di vê demê de dê ne baş be ji bo çareserî û rawestandian tundiya ku tê kirin. Her wiha Washington dibêje ku ew bi rêyên cuda hewldanên xwe yê aramkirina rewşê bi rayedarên israîlî re dike.

Çend rojin her ku diçe asta destwerdana hêzên Israîlê li dijî xwepêşandêran zêdetir dibe û xwepêşandanên gelê Filistînê jî bê navber berdewam dikin.

Ji aliyekî din ve çekdarên filistînî êrîşeke bi fûzeyan pêk aniye û di encamê de 6 israîlî birîndar bûne her wiha artêşa Israîlê jî daye xuyakirin ku 130 cihên ku fûze jê hatiye avêtin kirine hedef û tê de 10 filistînî hatine kuştin.