25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aloziya nav mala kurdan!

Çil sal in xewna gelê kurd e ku ‘Yekitiya Neteweyî’ pêk bê û ji bin nîrê desthilatdaran derkeve. Ango gelê kurd dixwaze êdî sedsala 21’emîn çarenûsa xwe ya neteweyî bi xwe diyar bike û li ser welatê xwe, bê zilm û zordestî, di nav aramî û azadiyê de bijî. Lê mixabin çi ji ber polîtîkayên zilhêzan ên li ser Kurdistanê, çi ji ber zext û zilma serdestên welêt ku tim xwestine Kurdistanê di bin dagirkeriya xwe de bihêlin, ev daxwaz pêk nehatiye.

Gelek caran hewldanên hêzên kurd çêbibin jî ji ber nîfaqên serdest û zilhêzan ev armanc neçûne serî. Pirsgirêk di nav gelê kurd, heta gelên Kurdistanê dijî de nîne; lê hêzên kurdî nekarine tifak û hevpeymaneke neteweyî-niştimanî pêk bînin û li ser xaka xwe bibin xwedî maf û gotin.

Dibe ku heta niha ji ber sedemên cuda ev polîtîkayên neyar û xêrnexwazan encam girtibin. Siyaseta dagirkerên Kurdistanê diyar e; ‘dabeş bike, parçe bike, bi rêve bibe!’ Lewre hemû hêza xwe jibo serxistina vê polîtîkayê bikar tînin. Mixabin heta niha mirov dikare bibêje ku bi ser ketine jî! Lê êdî ji niha û pêde şenseke gelê kurd, nexasim jî hêzên kurdistanî nîne ku weke sedsala borî nêz bibin. Heqekî wan ê wiha jî nîn e, ji ber nakokiyên hizbî û bîrdozî ku qalikê gûzê danagire, bihêlin ku gelên Kurdistanê sedsaleke dîtir jî di bin nîrê dagirkerî û mêtîngeriyê de bimîne!

Belê çiqas hêzên kurdî hewldane di mijara yekitiya neteweyî de gavekî bavêjin, serdest û dagirkerekî tiliya xwe xistiye navê û ev hewldan vala derxistiye. Ma gelo ewqas basîret û dilpakiya hêzên kurdî nîne ku van lîstîkan bibînin; bi pêkanîna vê armanca pîroz, daxwaza neyaran di gewriya wan de bihêlin! Bêguman hêzên kurdî xwedî vê pêşdîtin, behre û daneheviyê ne. Baş e wê demê çima pêk nayê? Ma gelo pêwîstiya gelê kurd pê nîn e? Berovajî, bi qasî nan û av jê re pêwîst e. Heke ev neyê pêkanîn, di vê sedalê de dibe ku hebûna kurd bi giştî bête ber tasfiye û tunekirinê. Çimkî dagirkerên welêt ji bo ku îdiaya xwe ya siyaseta navneteweyî winda kirine, hemû derfet û hêza xwe ji zilhêzan re pêşkêş dikin ku Kurdistanê di bin nîrê xwe de bigirin. Zilhêz jî ji bo berjewendî û polîtîkayên xwe, dîsa ji bo ku sedsalê dîtir jî gelê kurd bê statû bihêlin û li Rojhilata Navîn ji bo polîtîkayên xwe bikar bînin, çavê xwe ji wan re digerin.

Pirsgirêka li Zinî Wertê jî weke ku gelek caran hatî nirxandin jî parçeyek van polîtîkayên dagirkeran e ku dîsa hêzên kurdî bi rojevên hundirîn re mijûl bikin; heke bikaribin bi hev bidin şerkirin û armancên xwe yên dagirkeriyê bibin serî…

Mixabin dîmena derdikeve holê zêde dilxweş nîne. Li aliyekî nakokî pevçûnên kurdan ên bi Tirkiye û Iraqê re, dîsa ne rasterast be jî bi Îran  û Sûriyeyê re; li aliyê dîtir rageşiyên navxweyî ya hêzên kurdî de rû dide, metirsiyeke mezin dertîne holê. Heke hêzên kurdî van kêşeyên xwe li ser feraset û giyana neteweyî nekarin çareser bikin, dê texrîbatên mezin di nava civaka kurd de çêbike.

Ji ber navendparêziya hişk a hikûmeta Kurdistanê, YNK’ê ji bo pergala rêveberiya Başûr, pêşniyara ‘Îdareya Ne Navendî’ kir. Bêguman ev pêşniyareke cih de ye ku ji bo tevahiya welêt bê pêkanîn. Jixwe Tevgera azadiyê tevahiya welêt vê pergalê pêşniyar dike. Lê divê ev pêşniyar tenê ji bo Silêmaniyê, Hewlêrê nebe; divê ji bo Şengalê, ji bo Amedê, ji bo Qamişlo, ji bo Mahabad jî bê daxwazkirin. Ango mijar takekesî û bi refleksên hizbî nebe ku kurd bikaribin bi hestên neteweyî li nav mala xwe azad bijîn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê