19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amadekariyên kongreyê dikin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê 23’ê sibatê kongreya xwe ya mezin a asayî li dar bixe. HDP’ê piştî kongreyên navçe û bajaran li dar xistin amadekariya kongreya mezin dike.  Kongre dê bi dirûşma “Ji bo HDP’eyek bi hêztir û têkoşîneke bi hêz” pêk bê. HDP’ê hefteya borî jî konfrenasa xwe ya 3’yemîn li dar xist. Konferans du rojan dom kir û biryarên girîng hatin wergirtin.

Her wiha demên borî jî ji bo kongreya giştî Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansa xwe ya 3’yemîn bi dirûşma “Em ji bo azadiyê bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in” li dar xist û biryarên girîng wergirtin. Di konferansê de biryara herî girîng jî li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn avakirina tevna enternasyonal a jinê bû. Jinan destnîşan kir ku sala 2019’an sala berxwedanê bû û sala 2020’î  jî wê bibe sala serketinê. Jin di konferansê de bêhtir li ser mijara êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan rawestiyan û  got: “Em ê li dijî krîmînalîzekirina pergala hevserokatiyê û mafê temsîliyeta xwe ya wekheviyê têkoşîna xwe bidomînin. Têkoşîna li dijî tecrîdê wê bi biryardarî bê meşandin.  Kampanyayên ji bo azadiya jinên girtî wê bên birêxistinkirin.”

Piştî konferansan niha amadekariyên kongreya mezin tên kirin. ENQERE

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê