20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amadekariyên mîtînga HDP’ê ya Îstasyonê temam bûn

Rêxistina HDP’ê ya Amedê dê di 22’ê Çile de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngê li dar bixe. Komîteya Amadekar a Mîtîngê ji bo mîtîngê serî li Walîtiya Amedê dan. Xebatên teknîkî yên ji bo mîtîngê bi dawî bûn. Endamê komîteya amadekar ji bo mîtîngê afîş, pankart û belavok amade kirine û li benda destûrê ne. Niha xebatên HDP’ê yên ji bo mîtîngê li tax û kolalanan didomin.

Rêveberê HDP’ê yê Amedê Abîdîn Karaman, têkildarî mîtînga ku di 22’ê çile de li Îstasyona Amedê pêk bê agahî dan. Karahan, diyar kir ku amadekariyên wan ên mîtingê bi dawî bûne û wiha got: “Me wekî komîteya amadekar serlêdana fermî kiriye û me amadekariyên xwe yên fermî temam kirine. Pankart, afîş û belavokên me yên destan amade ne. Em li benda destûra fermî ne ku em belavokên xwe li taxan belav bikin, pankart û afîşên xwe li kolanan daliqinin.”

Karaman, bal kişand ser armanca mîtîngê û wiha got: “Ji ber ku êrîşên li ser HDP’ê zêde dibin, ji bo em balê bikişînin ser êrîşan û li dijî van bertekên xwe bînin ziman em vê mîtîngê li dar dixin. Em bi şiyara “Xwedî derketina HDP’ê parastina HDP’ê ye” vê mîtîngê li dar dixin.”

Karaman, li ser nasnameya HDP’ê jî axivî û ev agahî dan: “HDP partiya hemû gelên bindest e. Hemû hêzên bindest diparêze. Mafên gelan, baweriyan, kêmaran, karker û kedkar, jin û ciwanan û mafên xwezayê diparêze. Ji ber vê yekê hewcedarî bi parastina HDP’ê heye. Di demên dawî de êrîş li ser HDP’ê zêde dibin. Êrîş û zextan li ser HDP’ê ji 7’ê hezîrana 2015’an û  vir ve dest pê kiriye. HDP bû hevî û baweriya gelê Mezopotamya û Anatoliyayê. Bû heviya gelan.Bi siyaseta demokratîk her diçe pêş ve diçe. HDP gelan û gel HDP’ê hembêz dike. Ev yek li hesabê desthilatdaran nehat. Ji ber vê yekê desthilatdaran dest bi her cureyên êrîşan kiriye.  Êdîşî hemû destkeftiyên gelê kurd kirine.”

Abîdîn Karaman, destnîşan kir ku her rojê çend jin tên qetilkirin û wiha berdewam kir: “Hêzên desthilatdar hevpeymana Stenbol ji holê rakirin. Ji bo pêşiya jinên şoreşger bigire ev peyman betal kirin. Bi her awayî êrîşî ciwanan dikin. Ciwanan binçav dikin û sixuriyê li wan ferz dikin. Ciwanan bi madeyên hişbir, tiryak û fihûşê dixin nava jiyana qirêj. Ji ber ku HDP li dijî vê yekê ye, HDP heviya jin, ciwan û gelê bindest e. Heviya karker, gundî û esnafan e. Heviya hemû beşên civakê ye.”

Karaman bal kişand ser armanc û polîtîkayên êrîşan en li ser HDP’ê û got: “Ev hişmendiya faşîzmê ye. Bîrdoziya faşîzmê ev e. Dixwaze kesên muxalefetê dike, demokrasî, aştî û aramiyê dixwaze tune bike. Ji ber vê yekê êrîşî her cureyê civaka muxalif dike. Ji ber HDP dengê civaka muxalîf e êrîşên li ser HDP’ê pêş dixin.

Di 5 salan de 20 hezar HDP’î hatin girtin

Di 4-5 salên dawî de herî kêm 20 hezar siyasetmedar, endam, rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin, îşkence li wan hat kirin û di girtîgehan re derbas bûn. Ev çi nîşan dide. Bi vê yekê dixwazin HDP’ê ji qada siyasî derxin û gelê kurd bê vîn bihêlin. Gelên bindest bê pêşeng bihêlin. Ji ber vê yekê avahiya me ya bajar di bin dorpêçê de ye. Wê rojê em çûn avahiya xwe em rastî êrîşan hatin. Polîs jî vê yekê temaşe dikin.”

Gel dê li HDP’ê xwedî derkeve

Karaman, li ser naveroka mîtîngê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Armanc û şîara mîtîngê xwedîderketina gel a li HDP’ê ye. Armanc gel HDP’ê biparêze. Em bawer dikin ku gelê Amedê, herêmê û gelê kurd dê bi ruhê seferberî û Newrozê li HDP’ê xwedî derkeve û biherike qada mîtîngê. Ji ber ku dixwazin HDP’ê bigirin, gel dê li HDP’ê xwedî derkevin. Ji bo ev polîtîka li dijî HDP’ê pûç bibe, divê gelê Amedê, gelê herêmê û gelê kurd li vîna xwe xwedî derkevin. Di demên dawî de dixwazin hişmendiya faşîzmê bi me bidin qebûlkirin. Mînaka vê yekê dixwazin bi navê “Dewlet Bahçelî” li Amedê daristanekê ava bikin. Bi vê yekê bi hestê gelê Amedê dilîzin. Gelê Amedê bi dengekî bilind dibêjin em vê yekê qebûl nakin. Gelê Amedê dê bi van hestan bêtir li mîtîngê xwedî derevin. Ez bawerim gelê me ne bi 10 hezaran, dê bi sed hezaran bên beşdarî mîtînga Îstasyonê bibin û li vîn û partiya xwe xwedî derkevin. Wê qada îstasyonê têra gelê Amedê neke.

Karaman, herî dawî banga mîtîngê tevlêbûna jî kir û got: “Saet di 12’00’yê 22’yê çile de li Qada Îstasyonê em ê mîtîngê li dar bixin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên herêmê dê beşdarî mîtîngê bibin. Dê di mîtîngê de konserek jî bê dayîn. Di mîtîngê de dê Koma Pel û Ayfer Duztaş derkevin pêşberî gel. Em bang li gelê xwe dikin roja 22’yê çile şert û merc çi dibe bila bibe em ê bi gelê xwe re li Qada Îstasyonê ya Amedê bin. Em ê wê rojê helwesta xwe nîşan bidin. Divê gelê me jî wê rojê dest ji hemû karê xwe berde û biherike qada îstasyonê. Em di vê baweriyê de ne. Baweriya me ji gelê me heye. Em bawer dikin ku dê Qada Îstasyonê têra gel neke.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê