19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ambargoya avê dewam dike

Endamê Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Terboş, têkildarî qutkirina ava Çemê Firatê ya Tirkiyeyê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Terboş, daxuyand ku rêjeya ava çemê Firatê ya derbasî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dibe di saniyeyê de daketiye 185 metrekabikan. 

Ji beriya zêdetirî 3 meh û nîvan ve Tirkiye ava çemê Firatê ji ser welatiyên Sûriyê kêm kiriye. Di her sê mehên dawîn de di saniyê de tenê 200 metrekabik av derbasî xaka Sûriyeyê dibû. Li gorî 3 hevpeymanên di navbera Iraq, Sûriye û Tirkiyê de yên sala 1987’an, para Sûriyê ji avê 500 metrekabik di saniyê de ye, para Iraqê jî ji sedî 60 e. Ji ber daketina rêjeya ava çemê Firatê li hundirê xaka Sûriyê, saetên kehrebeyê hatine kêmkirin û zirareke mezin gihandiye çandiniyê. Her wiha av qirêjî dibe û zirar digihêje masîvaniyê jî. Bi vê rêjeya nû re îhtimal heye ku ava çemê ji berê kêmtir bibe. Bi berdewamiya vê yekê re dê şêniyên herêmê bi karesatekê re rû bi rû bimînin.