spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ambargoya li ser Mexmûrê dijqanûnî ye’

Ji 17’ê tîrmeha 2019’an ve li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargoyek heye. Li Mexmûrê bi hezar û 200 kesan re nexweşiyên demdirêj hene, ew nikarin biçin nexweşxaneyan. 2 hezar û 500 karker jî bêkar mane. Di dema ambargoyê de çar jinên ducanî ji ber ku nehiştin biçin nexweşxaneyê zarok ji ber wan çûn. Sê zarok û welatiyek bi temen ku pêwîstiya wan bi oksîjenê hebû, ji ber demek dirêj li benda kontrolê ya Hewlêrê hatin rawestandin û destûr nehat dayîn biçin Hewlêrê, canê xwe ji dest dabûn. Ligel nîqaş û hevdîtinan hê jî ambargoya li hemberî wargehê tê domandin.

Ji hêla Diplomasî ya Meclîsa Wargeha Mexmûrê ve şandeyek hat avakirin û ev şande bi partiyên siyasî û saziyên sivîl re der barê rewşa wargehê de rêzehevdîtin kirin. Endama Dîplomasiya Jinan a Kampa Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan a di nav şandeya Mexmûrê de cih digre, têkildarî rewşa Mexmûrê de nêrînên xwe anîn ziman.

Arzû, destnîşan kir ku rûniştvanên wargehê bi eslê xwe xelkê herêma Botanê ne û bi taybetî cotkarî û sewalkariyê dikin. Arzû, da zanîn ku ji ber metirsiya DAIŞ’ê û êrîşan nikarin çandînî û sewalkariyê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser navê hikûmeta herêmê ambargo danî ser wargehê lê di dema hevdîtinên me yên li gel aliyan de jî rastiya wê derket ku biryarek ne qanûnî ye. Hemû alî û rêxistinan jî da zanîn ku biryara ambargoyê ne qanûnî ye, biryarek siyasî ye û ne biryara hikûmetê ye. Ev ambargo li dijî hemû pîvanên qanûnî û navneteweyî ne.”

Arzû, diyar kir ku her kes dizane ku navçeya Mexmûrê di warê îdarî de di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta herêmê de nîvenîv e û got: “Em bi waliyê Hewlêrê û berpirsên asayîşa Hewlêrê re axivîn lê bi awayekî fermî sedema biryara ambargoyê diyar nekirin û dibêjin ferman ya jorê ye lê ne diyar e ferman a kê ye. Me li Silêmaniyê hevdîtin kirin û erênî bûn. Hemû alî dibêjin ambargoya li ser wargehê ne biryara hikûmeta herêmê ye û biryarek siyasî ye.”

Arzû, bang li aliyên siyasî û rêxistinan kir û diyar kir ku bi yekhelwestiya rêxistinên başûrê Kurdistanê, li gorî pîvanên navneteweyî û qanûnên Iraqê dikarin vê ambargoyê rakin.

MEXMÛR